"Taliban li ser vexwendina fermî ya Çavuşoglu serdana Tirkiyê kiriye"

"Taliban li ser vexwendina fermî ya Çavuşoglu serdana Tirkiyê kiriye"

.

A+A-

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu îro li Enqerê pêşwazî li şandeke bilind a hikûmeta Talîbanê kir û got, Talîbanê tekez kiriye ku ew dê di mijara koçberên Efxanî de bibin alîkar.

Şanda bilind a Talîbanê ya di bin serokatiya Wekîlê Wezîrê Derve yê Hikûmeta Talîbanê Emîr Xan Mutteqî de, ji 7 kesan pêk dihat.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu piştî hevdîtinê ragihand ku wan ji şanda Talîbanê re dûpat kiriye, divê hikûmetekê pêk bînin ku hemû aliyan li xwe bigire û got, Talîbanê jî daxwaza alîkariyên mirovî û berdewamkirina weberhênan li Efxanistanê kir.

Çavuşoglu ragihand ku wan behsa rewşa balafirxaneyan jî kir û got, wan hêvî, nêrîn û bendewariyên xwe yên li ser balafirxaneyan û rewşa ewlehî ji şanda Talîbanê re diyar kirin.

Berdevkê Wezareta Derve ya Talîbanê Ebdulqehar Balkî jî li ser torên civakî peyamek belav kir û amaje bi wê kir ku şanda Talîbanê li ser vexwendina fermî ya Çavuşoglu serdana Tirkiyê kiriye.

Ev yekem serdana fermî ya Talîbanê ye bo Tirkiyê piştî ku dest danî ser desthilata Efxanistanê

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin