Maruf Yilmaz

Maruf Yilmaz

Lêkolîner û Doktoremend
Hemû nivîsên nivîskar >

Sufîzm û Îslamîzm 3

A+A-


3.1 Sufîzma Naqşibendî û Îslam

Peyva Naqşibendî di sala 1300î de hat lêvandin û bingeha xwe ji navê olperestê mezin Mihemed Bahaûal-dîn Naqşiband digire. Naqşibend di sala 1388ê de çû ser heqîya xwe, lê li pey xwe, tarîqata xwe hişt. Naqşibendî tarîqateka mezin û ev tarîqat ji alîyê Şex Mihemedê Bahaûdîn Naqşibendî ve hatîye avakirin. Ew ji bajarê Bukharayê ye û Naqşibendî peyveka Îranî ye. Tarîqata Naqşibendî li Kurdistanê jî heye. Şex Ehmed Barzanî, Şex Seîd, Şex Ubeydullah, Şex Mehmud Berzencî Naqşibendî bûn û bi alîkarîya mirîdên xwe heta derekê biserkeftin û bi wê alîkarîyê şaxên xwe berdan nav gund û bajarên Kurdistanê. Naqşibendên kurd, Mirovhez û Kurdistanxwaz bûn. Di dema me ya nûjen(modern) de birêz Şerefeddîn Elçî fesefeya xwe wekî GANDÎ li ser hîmên pasîfîzmê ava kirîye. Bi rêya aşitîyê rizgarkirina Kurdistanê bûye amanca wî ya sereke. Bi dîtina min, Elçî postmodernîstê kurd e û ew bi îdeolojîya xwe ve jî sosyalliberalîst e. Hîmdarê sosyallîberalîzmê John Stuart Mill e û Mîll wekî bavê sosyallîberalîstan tê nasîn.
Kesên navdar ên ku rola xwe li Navbenda Asyayê leyîstine, ev heft kes in: Abdul Khaliq Ghujawani, di sala 1220î de diçe ser dilovanîya xwe. Arif Riwgarî, Mahmud Anjir Faghnawî, Alî Ramitanî, Muhamed Baba Sammasî û Sayîd Amîr Kulal. Tarîqata Amir Kulalî mezin bû û roleka wê ya taybet hebû. Ew di sala 1371ê de diçe rehmetê. Yê dawîn û heftemîn Mihemed Bahaûal-dîn Naqşiband e. Di zaroktîya xwe de Bahaaldîn dibe ewladê Baba Sammasî û di bin tesîra wî de mezin dibe. Paşe, Sammasî wî teslîmê Amir Kulalî dike, da ku ew li wir bixwîne. Hemû sufîstên Asyayî bi çavekî teng li dinyayê mêze dikirin û textên ola îslamî û gotinên quranê ezber dikirin û ezber diaxifin. Tarîqatên olî wekî efyon bûn, zirarê didan civakên Asyayî û mirîdên tarîqatan jî wekî efyonkêş û esrarkêşan bûn, sergêş û li dijî pêşveçûnên kulturî, civakî û xwendinê derdiketin. Civatên Asyayî li derveyî dinyayê dijîyan, xwe nûh ne kirin, wekî xwe man. Çimkî xelq bi gotinên pûç û vala mijûl dibûn û dihatin xapandin, gotin em hertiştî lêwîya Xwedê bihêlin, Xwedê mezin e, bi Xwedê bawer bikin, dê Xwedê bela xeraban bide. Teşkîlata rêxistina îslamî ya tirk ji bo kurdan wekî efyon e. Dewleta tirk û aqilmendên wê, înternasyonalîzma îslamî diparêzin, ew nîjad û netewe red dikin û dibêjin; hemû bisilman bira ne û divê bi tenê dewleteka îslamî hebe. Lê li Tirkiyê, ev hêza îslamî ya înternasyonalîst, li dijî partî û rêxistinên kurd e, dixwaze wan bipelçiqîne û tune bike. Dewletê Hizbullah çêkir û wê li Kurdistanê belav kir. Hizbullâh û yên wekî wê li Kurdistanê wekî efyon, eroîn û esrar in. Wekî me got, aqilmendên tirk Hizbullah û rêxistin dî dan avakirin, da ku ew xelqê kurd sergêş bikin û pêşî li meşa dîrokê bigirin. Rêxistinên îslamî yên mîna Hizbullah, keç û xortên kurd sergêş kirin, ew bûn serhişk wekî kesên efyonkêş û esrarkêşan. Bi dîtina min, efyon, eroîn û esrar ji bo kurdan çi be, Hizbullah jî, ew e. Piştî mirina olperestê mezin Bahaaldîn, peyva Naqşibendî li Qefqasya, Sûrîye, Çîn û Hindistan û paşe tarîqata Naqşibendî ya sunî derbasî Kurdistanê dibe. Yek ji wan îslamîstên mîstîker ê ku li Asyayê dijîya û wê dihejand Abdullah ibn Mubarak bû. Ew ji bajarê Mervê bû û di sala 797ê de çû ser dilovanîya xwe. Sufîstê herî kevn Îbrahîm Ibn Adham e, ew ji bajarê Balkhê û şopdarê Gautama Buddha ye. Ew di sala 777ê de çû ser heqîya xwe. Sufîstên jorîn ola îslamî wekî pêwengekê ji bo serkeftina neteweyê xwe bikarhanîn. Berê, li Afganistan û Îranê(Xorasan) buddîzm û manîşeîzm pir bi tesîr bû. Peyva ”manîşeîzmê (Dînê Manî) ji peyva Manî tê. Manî hunermendekî mezin bû, ew ji bajarê Babîlonê ye û ew ji ber Zerdeştîyan revîya. Di nav sufîstên kevn yên herî navdar Ayînel- Qubad Hemadanî (PZ1131) û Subravardî(PZ119) in, wan nivîsarên olî nivîsandine û ev herdu jî, ji Kurdistanê ne. Sufîstê sêhemîn ê navdar Huseyîn ibn Mansur Hallc e, wî jî (sal 922) çarmiha afirandîye. Bapîrên wî Kurdistanî bûne, lê ew li Baxdayê ji dayîka xwe bûye û li wir mezin bûye. Sufîstê herî kevn Bayazîd Bastamî ye, ew ji bajarê Hamedanê ye û ewî di sala 875ê de çûye ser heqîya xwe. Li gorî lêkolînerên îslamê, ew mîstîkerê pêşîn e û wî mohra xwe li dîrokê xistîye. Lêkolînêr R.C.Zaehner sufîzmê wekî ”atom-ê” dibîne, ”perçe nabe” û hîerarkîya wê ya xwezayî wekî panteîzmê ye. Dema formatîf a sufîzmê di navbera salên 900-1500î de çêbû û ev çêbû li Asyayê belav bû. Siyasetmendarên tirk, bi rêya sufîzmê li Navbenda Asyayê neteweperestîya xwe belav kirin û belavbûna neteweperestîya tirk li Asyayê, tesîreka xerab kir, ji bo yekbûna nîjada tirk û konfederasyona wê kir. Sufîzm di warê sembolên mîstîk û alegorîzmê de dewlemend e û roleka wê ya taybet heye. Em dibînin ku sufîzma Abu Bakr Kalabadhî, roleka baş ji bo yekitîya neteweyê wî leyîstîye. Ew ji bajarê Bukhara ye û di sala 990ê de çû ser dilovanîya xwe. Kalabadhî pirtûkek nivîsand û têde qala sufîzmê û rola wê dike. Wî û Sufîstên dî yên navdar ji xalên quranê(13:23 û 28) sûd werdigirin. Navekî dî, navê Abu Saîd ibn Abi al Khair e, ew ji bajarê Mahyana ye. Ew di sala 1049ê de çû ser heqîya xwe. Peyva lawên Abdula-Qadirê Gilanî di sala 1100î de za û di nav kurdan de hê jî tarîqata wî (sunî). Avakarê tarîqatê Abdul Qadir Gilanî bi xwe ye. Berê, hîkarîya Abdula Qadirî li ser gelekî kesan hebû. Tarîqata herî mezin li Naqşibendî ye û bi dû wê re Abdulal- Qadirê Gelanî û Kubrawîya(ji Najmaldîn Kubra) ye. Najm aldîn Kubra di sala 1200î de vê tarîqatê ava kir û di sala 1221ê de çû ser dilovanîya xwe. Ew di bin tesîra Rûzbihan al Wazzanî û quranê de maye. Di sala 1800î de tarîqata Mevlana Xalîd li Kurdistanê belav bû. Ew di sala 1779ê de ji dayîka xwe bû û di sala1811ê de çû ser dilovanîya xwe. Olperestên tarîqata Naqşibendî, piştî demeka kurt li Kurdistanê, Qefqasya, Sûrîye, Çîn, Hindistan, Îndonezya û Tirkiyê belav bû û ev tarîqat ji nûh ve gihişte Seîdê Nursî(Seîdê Kurdî). Sufîzm berê li Kurdistanê hebû, lê ji nûh ve za. Fethullah Gûlen şopdarê Seîdê Nursî(1873-1960) ye. Seîdê Nursî kurdekî olperest bû û tevgera wî wekî ya Selahaddînê Eyyûbî bi tenê ji bo biserketina îslamê bû. Wî tevgera îslamê ji bo serketina neteweyê kurd bikarnehanî û daxwazeka wî ya wisan jî tune bû. Ew ji bajarê Bîtlîsê ye û ew bi bîrûbawerîya xwe ve sufîstê Nakşibendî ye. Seîdê Nursî(Seîdê kurdî) berê xwe dide sufîstên tradîsîyonalîst û wan rexne dike. Bi dîtina min, xwendina Quranê ango Mewlûdê jî bi kurdî ku em kurd bixwînin Kurdistanbûn e. Di rewşa îroyîn de kurdî axaftin ango nivîsîn, kurdbûn û Kurdistanbûn e. Hêza îslamê ya tirk, dengên xwe li dijî neteweperestîya dewleta xwe dernaxe. Ew di bin perdeya îslamê de neteweperestîyê bi xwe dimeşîne. Çawan ku di yahudîtî û xiristîyanîyê de sufîzm heye, wisan jî di nav îslamîzmê de mîstîsîzmek heye, ku ew tê maneya danûstanekê di navbera mirov (însan) û Xwedê de. Navê vê mîstîsîzmê sufîzm e. Yahûdîtî, xiristîyanî û îslam li ser bingeha monoteîzmê (bi tenê Xwedayek) ava bûne. Ev hersê ol jî, xetekê di navbera Xwedê û Dinyayê de dikişînin û wan ji hevûdu cuda dikin. Şafiî yek ji çar mezhebên îslamê ye. Kurd bi ûrf û edetên xwe ve sunîyê Şafiî ne û tirk jî Henefî ne.

Literatur û çavkanî

Fredholm, Michael (2002),”Nordkaukasiernas väg till dåtidens ’europeiska union’ Turkiet”, Avdelningen för Centralasienstudier, Stockholm.
Dragomanen, årsskrift utgiven av Svensa Forskningsinstitutet i Istanbul och Föreningen Svenska Istanbuinstitutets vänner(2002).
Dahlén, Ashk P(2002),., ”Sufismens rötter i Centralasien: Den formativa perioden 900–1500”, i Dragomanen, s. 15–36.
Fredholm, Michael (2002),”Nordkaukasiernas väg till dåtidens ’europeiska union’ Turkiet”, Avdelningen för Centralasienstudier, Stockholm.
Malmîsanij(1992)Abdurrahman Bedirxan ve Îlk kurd Gazetesî Kurdistan, Stockholm
Schlyter, Birgit N(2005)., ”Språk och politik i Centralasien”, (årsbok från Sv. Sällskapet för Antropologi och Geografi), ss. 77–94.
(Wallis, Ernst(1875)Världshistoria, Central-tryckeriet: Stocholm
Özdalga, Elisabeth, (2002) ”Turkisk islam i Centralasien

 

Dawî...

 

Önceki ve Sonraki Yazılar