Maruf Yilmaz

Maruf Yilmaz

Lêkolîner û Doktoremend
Hemû nivîsên nivîskar >

Sufîzm û Îslamîzm 2

A+A-



1.3 Çend tarîxên reş
 

•300 PZ Konstantinopel(Îstanbul) dibe peyxta Romê, heta sala 330î dom dike. Perçebûna dewleta romî dest pê dike. Ev perçebûn di sala 395ê de çêbûbû û tesîreka mezin li ordîya romî kiribû. Asya Piçûk dikeve destê Bizansîyan.
•600-700 PZ Hêza îslamî Asya Piçûk dagîr dike û di sala 718ê de Konstantinopelê bi dest dixe. Kurdistan di sala 630î PZ de ji alîyê hêza îslamê ve hat bindest kirin û kolonyalîstên ereb, ola xwe ji bo ku kurdayetî pêş ve neçe wekî astengekê bikarhanîn. Paşe, tevgera îslamî berê xwe da Asyayê û îslamîst li wê derê jî îdelojîya xwe li dijî pêşveçûna gelên herêmê bi cîh û war kirin. Sala 710ê PZ, piştî mirina Muhamed Pêyxember, şikefta çiyayê Hirayê ku nêzikî Meckayê bû, bû cîhgehê danûstandinên piralî û bazirgavanên vî bajarî bi bajarên Bukhara û Samarkandî re pêywendîyên xwe danîn û ji ber hingê, ew herdu bajarên rengîn ketin bin hîkarîya îslamê.
•900 PZ Ordîya Romî, dîsan Rojhilatê Romê ji nûh ve dixe bin destê xwe.
•1071 Şerê Malazgirtê, di wê salê de eşîrên Tirkan ji Asyayê hatin, Malazgirtê, hêla Mûşe dagir kirin û li Kurdistanê bi cîh û war bûn.
•1100 PZ Ordîya Selçûkî Asya Piçûk dagîr kir û têde bi cîh û war bû.
•1300 PZ Osman zora Selçûkîyan dibe û dewleta Osmanî li dar dixe. Osman serokê êl û eşîrê tirk bû. Osman ola îslamî kir ola dewleta xwe ya fermî da ku gelên bisilman alîkarîya wî bikin.
•1200-1300 PZ Mongolî bi hêz bûn. Wan di bin serokatîya Djingis Khan û Tîmur Lenk de pir xwîn rijandin, li her derê.
•1400-1500 PZ Rojhilatê Konstantinopel(Îstanbul) di sala 1453ê de dikeve destê dewleta Osmanî û Konstantinopel dibe paytexta Tirkiyê. Fermandarê tirk navê xwe diguhirîne, dike Sultan. Ev tarîxa reş di sala 1473ê de çêbûye. Di navbera salên 1400 û 1500î de tirk bi hêz bûn û wan tiştên xerab dikirin.
•1639 Peymana Qasrî Şerîn e, peymana parvekirina Kurdistanê bû, Kurdistan bû 2 perçe.
•1900 Şoreşa tirkên ciwan, ev şoreş di sala 1908ê de dest pê kir û heta sala 1909ê.
Li gorî Prof. M.G. Nersisyan (1966); Dr. Celilé Celil (1985) û K. Sasoni (K.Sasoni(1949) dewleta Osmanî ermenî, asûrî, yûnanî, kurd û neteweyên din qirkirine. Ev qirkirinên cuda ji aliyê tirkên ciwan û panturkîstan ve pêk hatine. Nimûne:
•1822: Qirkirina yûnanîyan Chîosê. Tirkan 50 000 hezar kes qirkirin.
•1850: Tirkan 1200 hezar ermenî û nestorîyan li Kurdistanê qirkirin.
•1877: Tirkan di şerê Rûs-Tirkiyê de 6000 hezar ermenî qirkirin.
•1892: Tirkan 8000 hezar kurdên yêzîdî li Mosulê.
•1894: Tirkan 12000-15000 hezar ermenîyan li Kurdistanê qirkirin.
•1920 Peymana Sevrê, di derbara azadîya gelan de çêbû û serxwebûna Kurdistanê jî tê minaqeşekirin.
•1923 Peymana Lozanê(Lausanne) çêdibe, Kurdistan dibe çar perçe. Di navbera salên 1920 û 1923ê de şerê Yûnanistanê û Tirkiyê hebû. Yûnanî têk diçin û Tirkiye bi hêz dibe û di vê salê de Komara Tirkiyê çêdibe. Ji vê rewşa xerab kurd para xwe digirin û ji lew re jî, Peymana Lozanê piştgirîya kurdan nake. Di wan salan de gelek serhildanên kurdan pêkhatin, wek: Şikestina raperîna Koçgirî(1920) cihê xwe da tevgera Şex Seîdî û raperînên nûh (tevgera Agirê(1930) û serhildana Dersîmê (1937). Mistafa Kemalî qala reformên xwe û Ewropakirina Tirkiyê dikir, lê di rastîya xwe de reformên tunekirina kurd û Kurdistanê û hindikneteweyên dî cîh girtibû. Berî yekitîya Osmanîyan li dijî ermenî, asûrî û gelên dî li ser bingeha îslamê pêk hatibû, di navbera salên 1923- 1925ê de, kurd bi ser navê îslamê xwe organîze dikirin û dixwestin wekî tirk, ereb û farisan xwedîyê maf bin. Kemal û aqilmendên tirk vê yekê dîtin, ji lewre xwe nêzikî Ewropayê kirin û li dijî îslamê derdiketin, ji ber ku hêza îslamî ya neteweyê Kurd geş bûbû û herwisan jî xwendevan, rewşenbîr û xwendayên kurd di bin serokatîya Xalît beg û Şex Seîdê Pîranê de kom bûbû û berê xwe didan dijminê xwe yê sereke. Di wê demê de tevgera kurd di bin hîkarîya ola îslamî de bû û Mistafa Kemalî jî, vê felsefeyê baş bikardihanî. Mêjîyên kurdan bi bi tenê felsefeya Muhemmedî ve hatibû girêdan. Paşe, çepên kurd bi felsefeya sosyalîzma klasîkî ve mijûl bûn û bû sedemê têkçûna pirsa kurd li Bakurê Kurdistanê.
•1960 Darbeya leşkerî di sala 1960î de çêdibe û serokwezîr (Menderes) cîhê xwe dide grubeka general. Gruba Generalan tên ser textî. Kurd tên girtin û dikevin zîndanê. Di navbera salên 1958-1959ê de xwendekar û rewşenbîrên kurd xebatên hêja dikin û dikevine qonaxeka rêxistinî ya nûh. Lê dewleta tirk û siyaseta wê ya fermî(resmî) ne gengaz bû, ku tehemûlî vê xebata kurdistanxwazîyê bike. Aqilmendên dewletê bi nûçeyên derewîn xwendekar û rewşenbîrên me bi carekê ve girtin, xistin zîndanê. 50 kes hatin girtin, yek ji wan 50î kesan nexweş dikeve, diçe ser dilovanîya xwe. 49 kes dimînin, ew li Dadgeha Leşkerîyê de hatin dadgehkirin. Ji bilî 49 kesan, gundî, xwendevan, serokeşîr, axa û şexên kurd hatibû girtin û 55 kesên kurdistanxwaz hatibûn sirgûnkirinê. Di sala 1961ê de hin kurd tên berdanê. Sala 1965ê, di bin serokatîya Suleyman Demirelî de hikumeteka nûh tê ser textî.
•1971 Darbeya leşkerî çêdibe û Suleyman Demirel hikumeta xwe teslîmê generalan dike. 1974 Ecevît biserdikeve, ordîya Tirk Qibrisê dagîr dike. Partî û rêxistinên kurd ên çep çêdibin. Şer, pevçûn, kurd bi xwe bi hev dikevin. Yên dikujin kurd in û yên tên kuştin kurd in.
•1980 dîsan, di sala 1980î de darbeya leşkerî çêbû, General Kenan Evren bû serokwezîr. Hemû komele, partî û rêxistinên kurd qedexe bûn û serokên wan hatin girtin.


1.4 Bisilmanên tirk
 

Bisilmanên tirk ji bo bisilmanên Kazakistanê, Azerbêycan, Uzbekistan, Turkmenistan, Kirxizistan û Mongolistan alîkarîyê dikin. Tû dewleteka bisilman ji bo berjewendîyên gelên bisilman li îslamê mêze nake. Her dewlet berjewendiyên welatê xwe yên neteweyî li ser her tiştî re digire. Dijminên kurd ola îslamê, ji bo ku berjewendîyên welatê xwe pêş ve bibe, berfireh û dewlementir, bikartînin. Kurdistan welatekî kozmopolîtîk e. Ji bilî kurdên bisilman, kurdên êzidî, xiristîyanî û hindikneteweyên dî li Kurdistanê hene, nimûne: sûryanî, ereb, ermenî û tirk hene.

1.5 Despotîzm

Em ji Ankarayê dest pê bikin û heta Şamê û Tehranê, ji wê derê jî, em li Kabul û Îslamabadê mêze bikin. Li wan deran demokrasî bi tenê bi nav heye, lê bi kirin û pratîka rojê ve tune ye. Dîktatorên wek Hîtler, Framko, Fidel Castro, Mao Pol Pot, Hafîs Esad, Saddam, Xumeynî, Aubulson(General) Stalîn, Pînoşef, Çawûsesko bi sedan li Rojhilata Navîn hene û ev pirseka aborî, kulturî û civakî ye. Me bi çavên xwe terrorîzma tirk dît û em têgihîştin ku avakara terorîzmê serokwezîra Tirkîyê, Tansu Çîllerê bi xwe bû, wê huquqa navneteweyî dabû bin lingan. Qîmeta kurdekî ango zarokekî/a kurd li ba Çîllerê tune bû. Rêxistina Maffîyayê ya bi navê Hizbullah li Tirkîyê, ji alîyê Tansu Çîllerê ve hate avakirin, ji bo kuştin û tunekirina aqilmend û rêberên kurd.

Çend hindavên îslamê

Modernîzm
Şirovekina îslamê li gorî demê.

Reformîzm
Îslam ola hemiyan e, lê divê em dev ji metodên kevn ber bidin(em ne mecbûr in ku metodên kevn bikarbînin).
Konservatîzm
Sîstema civatê dê li ser bingeha qanûnên Xwedê ava bibe, Quran bi xwe qanûn e.

Fundamentalîzm
Berpirsyarîya Dewletê ew e, ku ew di rêya Xwedê de be, ji bo wî bixebite û li gorî qanûnên wî karê xwe bike.
Tradîsyonalîzm
Ol(dîn) tiştekî prîvat e. îslam tiştekî prîvat e û her kes ji xwe berpirsyar e. Urf û edetên berê, metodên kevn.

1.6 Îslamîzma siyasî

a) Wahhabîzm

Hîmdarê Wahhabîzmê Muhammad ibn Abel al- Wahhab e. Ev tevger di sala 1700î de ava bû û bi navê ”şhîrk” tê nasîn. Muhammed bi hawayekî siyasî bi serokeşîr Muhammed ibn Saûd re xebitî û niha Wahhabîzm bûye îdeolojîya dewleta Saudîerebistanî. Di sala 1920î de malbata Saûdî bajarên Mekka û Medinayê dagirkirin û tê de bi cîh û war bûn.


b)Hashîmtîzm

Eşîra Hashimî ku bi koka xwe ve digihîje Mihamed Pêyxemberî, bi tesîr e û giranîya wê heye. Hêza Hashimî li du welatan heye, ew welat jî ev in: Jordanîye û Marocko. Usama Bin Ladin ji gruba Hashîmtîstan veqetîyaye û rêxistinekê bi xwe ava kirîye.


c)Hizbullâh
 

Li gorî Hizbullahxwazan, Hizbullah partîya Xwedê ye. Li Lûbnanê ev partî rêxistineka şiîa ye û li Tirkiyê sunî ye. Ew wekî JÎMê dixetibe û hêza dewletê ye. Çalakîyên wê kuştin, revandin, bombekirin û xerakirin e. Ev rêxistin di kar û xebata xwe de dişibe Hamas-ê.


ç) PÎK (Partîya Îslamî ya Kurdistanê”Kurdistan islam partisi”)


Navê organa PÎK-ê Cudî ye. Yanî Çiyayê Cudî, Gemîya Nûh Pêyxember li derê hatîye dîtin. Serokê vê partîyê sunî ye, lê cihê çalakîyên vê partîyê li Malatya û Elazîxê, li wê derê Elewî û sunî pir in. Cihgeha duhemîn Siîrt û Batman in, li van herdu bajaran yezîdî, xiristîyanî û mehsebên dî hene. Hîzbullaha Tirkiyê dikare roleka xirab bileyîze û di dema pêş de bibe asteng. Ji PÎK-ê, grubek veqetîye, navê wê”Partîya Mezlumên Kurdistanê” ye. Li gorî hinek pîsporên ewropî, dewleta tirk dê rêxistineka / partîya îslamî li bakurê Kudistanê çêbike da ku bikaribe pêşî li meşa dîrokê bigire.. Tû dewlet ji bo berjewendîyên gelên bisilman li îslamê mêze nake. Her dewlet berjewendîyên welatê xwe yên neteweyî li ser her tiştî re digire. Divê em kurd vê yekê bibînin. Dijminê kurd îslamê, ji bo ku berjewendîyên welatê xwe pêş ve bibe, berfireh û dewlementir, bikartîne. Niha em dibînin, ku Sovyeta berê, ji zordar Saddam Huseynî re çawan alîkarîya siyasî, aborî û leşkerî kir û wî bi wê alîkarîyê kurdan pelixand.

Wê bidome…


 

Önceki ve Sonraki Yazılar