Bubê Eser

Bubê Eser

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

Spas Ann Linde, êdî Kurd ne bêxwedî ne!!!

A+A-

 

Bûbê Eser

Spas Ann Linde, êdî Kurd ne bêxwedî ne!!!

Em weke miletekî perçe kirî, ji hev ketî, bê xwedî û bê yar mane. Lê li vê cîhana ku weke bihuştêkêye, em di nava agirê dojehê de dijiyan, dijîn û em ê heta çi demê bijîn hê jî ne diyar e.

Lê dîsa di vê cîhana ku piranîya wan bindest  jar û perîşanin û serdestên vê cîhanê jî kêf û şahiyê digirin. Di nava vê de hin welatên ku bi alîkariya gelên bindest ve radibin, heq  û mafê wan diparêzin hene û mane ku carna ew mafên gelên bindest tînin zimên û dibêjin; ”pêwîst e zilm û zordariya li wan tê, bi dawî bibe”.

Dîsa li vê cîhanê, yên vî dengê nerazîbûna li hember zulumakaran derdixîne yek jê jî dewleta Swêdê ye. Swêd bi xwe welatekî hema bêjin bi qasî bajarakî tirkan e. Bi vê kêmnifûsa xwe, lê bi fikrên xwe yên hêja, delal,  tim pêşevaniya parastina mirovahiyê û gelê bindest dike û kirî ye yek ji wan jî swêd e.

Weke em dizanin ku Swêd bi fikir û ramanên sosyaldemokratan hatiye avdan û bi saya wê avdanê gulên xweş, rind û delal ji bona însanetiyê xuliqandinin.

Ev fikir û ramanên sosyaldemokratan bêtir pêştî Olof Palma weke serokwezîrê swêdê hate hilbijartin û pêve ev bêtir geş û xurt bû. Fikir û ramanên Olof Palmeyê weke serokwezîrê vê dewletê her ku çû rehên xwe bera erdê dan, wan fikir û ramanên hêja swêd di demek kurt de kir welatekî bi nav û deng.

Polof Palmê li her cih û platforman de mafê kêmneteweyan û mazlûman diparast. Di  nava van fikrên wî de ya serekî jî kurd dihat. Ji ber ku Olof Palme kurd baş nas kiribû, tade û zilma li ser wan dizanî bû, loma jî dixwest di her warî de bi alîkariya wan ve rabe û tiştên ji destên wî dihat dikir. Hezkirineke wî zêde û mezin li hember kurdan hebû.

Lê piştî kuştina wî, wezîra derva ya swêd bi navê Anna Lindh jî şop, rê û rêbaza serokê xwe Olof Palma ajot. Loma ew jî bû yek ji hezkirin kurdan. Wê jî li her cih û platformande weke serokê xwe ê nemir Olof Palma mafê kurdan diparast. Hingî diparast êdî ew bû bû weke dayika kurdan û êdî kurdan jî ew weke dayika xwe dizanîbûn.

Lê hezar caran mixabin ku hin destên tarî nexwestin ku Anna Lindh şopgera Olof Palmê zêde bijî loma ew jî weke serokê wê ê nemir Olof Palme kuştin

Ji kuştina wan ne tenê sosyaldemokratên swêd zerar dîtin, li gor min zerar herî mezin kurdan dîtin. Ji ber ku Kurdan du kesayetiyên dostên xwe û dayika xwe wenda kirin.

Di nava van tevliheviyan de, bi kar û xebatên sosyaldemokratan ku li swêd ji nûde bûne desthilat, hukumeta xwe demezrandin. Ji bona kar wezîrên xwe destnîşan kirin. Li gor fikra xwe ya sosyaldemokratan dest bi karê xwe kirin.

Di nava vî karî de jinek  bi navê Ann Linde   bû wezîrê derve yê swêdê. Lê vê jinikê jî weke serokê xwe ê nemir Olof Palma û rêhevala xwe ya berî wê Anna lindh ala wan ya nivco mabû, ji nûde hilda û destbi parastina mafê kurdan kir.

ana-linde-001.jpg

Bi van kar û xebatên xwe, bi van çalakî û tevgerên xwe, bi rastî jî xwe kire dayika kurdan. Weke tê zanîn ku dayik diafirîne, dayik reng û dengê civatê ne, dayik hebûn, hêz û qaweteke bê hempaye ji bona zarokên xwe. 

Vê dayika Kurdan Ann Linde bi çûyina we ya tirkiyê, di prenskonferansa xwe ya bi wezîrê derve yê tirkan re çi got, çi anî zimên em hemî dizanin. Wê dayika Kurdan çawa li çavên wezîrê derve ê tirkan nerî got: ”Divê hûn mafê kurdan binpênekin. Divê hûn ji rojavayê kurdistanê derkevin. Divê hûn demokrasiyê binpê nekin” Û gelek tiştên din got.

Wan gotinên wê weke tîrekê li dilê wezîrê tirkan û li ya hemî tirkan ket ku wê bi van gotinên xwe yên zêrîn tirk û wezîrê wan birîndar, har û şêt kir.

Tirk qet ne li benda tiştekî weha bûn, Wan dixwestin weke her car bi derewan vê xatûnê jî bixapînin lê mixabin bi serneketin û nakevin.

Ji ber ku êdî dayikek me kurdan, ji nava parlemena swêd û li ser xeta Olof Palme ji nûde şax da, bilind bû. Êdî ew ê li cih û platformande li ser gotina xwe be ku mafê kurdan biparêze û bi vê helwesta xwe êw ê ruhê herdu nemiran Olof Palme û Ana Lind şad bike.

Loma divê kurd jî li hember vê dayika nû Ann Linde bê deng nemînin. Divê kurd jî di hemî civîn, komcivîn û di hemî çalakiyên xwe yên ji bona doza kurdan de behsa wê bikin û xwedî lê derkevin.

Divê hemî kurdên ewropa ji bona vê helwestgirtina dayika me ya nû Ann Linde, bi rêyên telefon, mail, sms an wê pîroz bikin.

Divê kurd ne tirkên Kemalîst hilgirin ser milên xwe, divê vê dayikê li ser milên xwe bikin, wê bilind bikin, xwedî lê derkevin û spasiyên xwe pêşkêşî wê bikin.

Kurd, tevgerên kurdan, komeleyên kurdan, partiyên kurdan divê ew jî helwestên xwe li hember axaftina vê dayikê  li tirkiyê bi wezîrê wan ê derve re kirîye, biparêzin xwedî li derkevin.

Divê kurd bizanibim êdî em di qada nevneteweyî de jî ne bê pişt in. Dayikek (Ann Linde) bi her awayî piştgiriya me dike heye. Divê em heta ji me bê, dayika xwe bi tenê nehêlin û xwedîtiyê lê bikin.

Spas ji bona wan gotinên te yê zêrîn dayika Kurdan Ann Linde

Önceki ve Sonraki Yazılar