Salih Ince

Salih Ince

Nivîskar
Hemû nivîsên nivîskar >

SÎYASETA TİRKÎYÊ YA KURDİSTANÊ Û PIRSEGIRÊKA SERBIXWEBÛNÊ-6-

A+A-

 

Mîrektîya Bedlîsê 

Macdonalds ji bo Mîrektîya Bedîsê wuha dibêje:”Bedlîs di desthilatdarîya begê ku ji alîyê paşayê Mûşê va hatîye tayîn kirin da ye. Lê desthiladarîya rastî di destê begek esilzadayê feodal da ye. Qasê min fêm kir, beg di çend salên dawîyê da zêdetir girêdayîyê Babi Alî bûye û vê yekê bi bacek salane bi cîh tine.”

Bruinessen, di pirtûka xwe ya Axa, Dewlet, Şêx da, ji bo Mîrektîya Bedlîsê dibejê: Bedlîs, di nava Împaratorîya Osmanî da, ji eyaletek zêdetir wek vassalî bû. Bo nimûne, muftîyê Bedlîsê wek şeyxulîslamek herêmî, şafî bû û ji alîyê mîr va dihat wezîfedarkirin. Li tu dewerek din ya Dewleta Osmanî nimûneyek mîna wê nayê dîtin.

Wê demê nifûsa kurdan di bajar û bajarokên kevnar da wek îro zêde nebû. Xuya ye kurd tecrîcen hatin û giranîya xwe danîn. Lê li Bedlîsê nifûsa kurdan xuya ye ji berê da gelek e. Pênc eşîretên ji derdora Bedlîsê, li nava bajara Bedlîsê  dijîyan û  bi nave eşîretên wan tax henin. Wextê mîrê Bedlîsê Şerefxan, di sala 1596 da Şerefnameya xwe xilas kir nifûsa Bedlîsê bi giranî Ermenî bû. Li ser vê yekê zêde gengeşî tune ye. Kurdên Bedlîsê bi granî kurdên konfederasyona eşîretên Ruziki (Rojki) ne. Li gor dîrokzanê ermenî Çamçeyan, wextê qralîyeta ermenîyan sala 1375 li Klikyayê têk çû, kurd dest pê kirin ketin nava bajaran. Bedlîs jî wê demê ket destê kurdan. 

Berîya ku konfederasyona eşîretên kurd Ruzikî-Rojkî ava bibe, li rojhilata bakurê Bedlîsê, li dewerên bilind kurd hebûn ku ermenî ji wan ra digotin Koît. Köhler dibêje ku: Dibe ku  koîtî, kalikên rojkî yên 500 sal berê bin. Li gor hin agahîyan  koîtî,  di sala 852 da erebên dagirker ku li Mûşê war danîbûn, ji nav bir. Dibe ku kurd, berîya avakirina konfederasyona Rojkîyê li nava Bedlîsê hebûne. 

Mîrektîya Bedlîsê li ser konfederasyona eşîretên kurd rojkî saz bû. Mîrektîya Bedlîsê bi daxwaz û biryara Konfedrasyona Rojkî hatîye sazkirin.

Rojkî kingê ava bûye baş nayê zanîn. Li gor agahîyên Köhler ku bi xwe ji Purgstala girtîye: Bi îhtîmalek mezin rojkî, di navbera îstîlayên Hulagu ya 1259 û têkçûna Qralîyeta Ermenî ya Piçûk sala 1375  hatîye dirustkirin. 

Rojkî ji du milan, bilbasî û qawalisî û ji 24 eşîretan pêk dihat. Pênc ji wan berê li Bedlîsê bi cîh bûbûn. Rojkî, Bedlîsê û Hezoyê ku 60 km li rojavaya başûrê Bedlîsê ye girtin û bi destê xwe du brayên asilzadeyên sasanî, Zîyaeddîn û Îzaeddîn anîn kirin mîrên xwe. Rojkî bingeha mîrektîya Bedlîs û Hezo yê ye.

Bruinessen li ser çîn û tebeqeyên mîrektîyê jî radiweste û dibêje ku, sazumanîya mîrekan prototîpa seraya osmanî bû. Bruinessen, lI ser bingeha desthilatî û îmtîyazê civat wuha dabeş dike:

-Mîr û malbata wî

- Axayên eşîret û asilzade

-Şêwirmend û kesên  payebilind. Hin kesên bijarte yên eşîreta xwedî timar bûn û hatinek wan a bi xwe  hebû. Piranîya wan li nava bajêr diman. 

- Kesên bijarteyên wek  şêx, seyîd û melleyên nexwedî eşîret. Meaşê wan mîr dida.
 

- Leşker (xwedî hesp û bê hesp)
  Leşkerên SipahI (suwarî):
-Cebellü: Suwarîyên herî baş. Tîmar, suwarîyên herî baş wek cebellû hildibijart.
-Leşkerên eşîretê û leşkerên kole (noker)

- Xelkê bajêr, kurdên rojkî
 

- Gundî: Reaya, li çîya dijîyan.
 

- Eşîretên koçer û mesîhîyên, reaya: Niştecî bi giranî ermenî û qismek suryanî bûn. Ew motora aborîya Bedlîsê bûn. Ermenîyên nava bajêr bi tîcaret û zineatkarîyê mijûl dibûn û rewşa wan a aborî baş bû. Has diçû mîr. Cizye ku ya xezîneyê bû, diçû mîr û walîyê Mûşê ji bo debara garnîzonê. Serdarê yenîçerîyê (yenîçerı ağası) û axayê xeracê ( haraç ağası) walî tayîn dikir.

 

Li gor agahîyên Ewlîya Çelebî, digel mesîhîyan,  erebên terzî, boyaxvan, cûmkêr, debax jî hebûn. Bruinessen dibêje: Li Bedlîsê nifûsek ereb nayê zanîn. Lê li gor bijartina nifûsê ya sala 1927a, li Bedlîsê 350 ereb hebûye.


Li gor agahîyên Cuinetê, nifûsa Bedlîsê di qirna 19a da sedî 40 kurd bûn û ji wê jî sedî 15 koçer bûn.

Di sazûmanîya mîrektîyê da elîta sîyasî, ji axa, reîsên eşîretê, wezîfedarên dînî pêk dihat. Meclisa ku mîr hildibijart ji koma  elîtan pêk dihat. Mafê mesîhîyan li ser pirsên sîyasî tûnebû û tu car berpirsîyarîyek leşkerî ne didan wan. Biryardarên sîyasî kurd bûn. Di navbera mîr û serokên eşîretên ku bingeha leşkerên mîrektîyê pêk dianî,  hevsengîyek hessas hebû û ew di hemû mîrektîyan da usa bû. 

Köhler, bi hin daneyên di dest da  dibêje: ”Di nava sazûmanîya mîrektîyê da li gor mezinayîya xwe  13 zeametên navîn, 214 timar  hebûn. Ango  mîrektî, bi mezinayîya xwe di navbera 13  navîn û 214   piçûk a axa feodalîyê da dabeş bûbû. Bedlîs, bi giringîya xwe ya  hiqûkî di asta qiymeta 150 akçeyê da bû. Her dever dabeşî 17 nahîyeyên piçûkr bûn.”

Baca serî (kelle vergisi) ku ji nemislimana dihat girtin, nîvî ji bo walîyê Wanê û nîvê din jî ji bo mîr bû. Mîr bi xwe bacgir tayîn dikir.

Bedlîs navendek giring a bazirganîyê bû. Zineeta çek, amorên zireetê û ya kinc û cacim pêşketî bû û bi temamî di destê mesîhîyan da bû. Di bazara bajêr da  1200 dikan hebûn(Bi ya Ewlîya Çelebî). Her çi hejmara dikanan bi mubalaxa  be jî, fikrek li ser mezinayîya bazirganîya mîrektîyê dîyar dike.

Mîrektîya Babanê

Baban, di salên 1800î da li deverek berfireh desthilatdar bû. Fredrîk Barth, di lêkolîna xwe da dîyar dike ku Baban, li ser du stûnên bingehîn a civakî hatibû sazkirin. Yek jê  eşîretên koçer caf û hemawend e. Yê duemîn jî gundîyên niştecî  ne. 

Eşîretên koçer çîna leşkerî ya mîrektîyê bûn. Gundîyên niştecî jî serf, ango koleyên axa û begên xwedîax bûn. Rich, di destpêka salên 1800î  da li Baban bû û peywendîyên baş digel mîr û malbata wî danî bû û diçû-dihat seraya wan. Rich tiştên dîbîne rojane dinivisîne. Bart û Rich li ser rewşa civakî ya mîrektîyê heman tiştî dibêjin. Barth, ji bo lêkolîna xwe gelek  ji  agahîyên Rıch istîfade kirîye. Rich, dinivisîne:

“Min Îro (11 Gulan 1820) ji desthilatdarek bîhîst ku gundîyên Kurdistanê ji eşîran cihêtir e.  Gundîyên afîrînêr tu car nikarin bibin leşker. Kurdên eşîr xwe wek leşker an suwarî dibînin. Li vê devera Kurdistanê  gundîyekî eşîretî  ji min ra got ku, kesek xwedîeşîret lêdan jî tê da, dikare gundîyan bi zorê ji bo xwe bide xebitandin. Ew, wek koleyên reşikên Hindistana Rojava ne. Lê ya xirabtir ew e ku axa, ji şîddeta ku pêk dianî şerm ne dikir.” 

Mîna ku min berê jî dîyar kiribû, dewletên ku îslamî bûn, li ser xeta sîstema bacgirtina erebên dagirker dimeşîyan û ji nemislimanan bacên taybet digirtin. Lê her usa statuya wan a sîyasî û leşkerî jî nebû. Ji bilî wê jî zordestîyek mezin li ser wan hebû. Vê yekê em di sazûmanîya mîektîyên Kurdistanê da jî dibînin. Hêna jî li Kurdistanê gotina: Ma ez fileyê bavê te me zindî ye. Axa, ji gundîyên xwe yê mesîhî ra digot, filehê min

Bruinessen, di pirtûka xwe ya bi navê Axa,Şêx,Dewlet li ser şerê tolgirtinê jî radiweste. Bruinessen neqil dike: Konsolosê Brîtanî Taylor, salên 1860 li Dîyarbekirê konsolos bû, li ser vê mijarê dibêje,  li Botanê  mesîhîyên bi navê  zêrkirî (bi zêr dihatin kirîn û frotinê) hebûn û her yek ji wan li ser axa axayê eşîretê kar dikir û ew digel axa ku  diajot dihat firotin. Taylor, heyirî dîyar dike ku, çawa du zêrkirî bê sûc û guneh, ji alîyê reîsê aşîretek din, bi mebesta tolgirtinê tên kuştin ...  Quran dibeje ku, tola her kuştîyek kole, tenê bi kuştina koleyek dikare bê girtin. Dizîtîya pez, berdêlî kuştina koleyek  e.     

Eşîretên koçer xwedî pez bûn û  li mêrgên cihê cihê pezên xwe diçêrandin. Gundîyên niştecî hilberîna xwe mubadele-berdêlî ya tîcarî dikirin. Minasebeta serf û senyor an gundîyê kole û axa-beg bi êrîşên eşîretîyê dest pê kir. Pêvajoya xeracgirtinê minasebeta gundîyê kole û axa peyda kir. Zordestîya eşîretên koçer digel reîsên xwe li Baban sîstema kast pêk anî. Barth, li ser vê yekê gelek radiweste û netîceyên mantiqî der dixe. Barh, gelek li ser eşîreta Hemawend û tevgerên wê ya şerût-erîşkar radiweste. Di esasê xwe da Hemawend, eşîretek mezin nebû. Lê ji Kerkûkê heta Silêmanîyê xerac digirtin, karvanên li ser sînorên Îran û Îraqê talan dikirin. Li gor Barth, sîstema kastê Hemawend bi cîh kir. Ango sîstema kast berhema zordestîya leşkerîyê ye. Hemawend, bi hêzek du sed kesên sûwarî tirsek mezin peyda kiribû. Êrîşên wan gelek lez, sivik û effektîf bû û hêzek ji xwe meztir bi hêsanî têk dibirin.

Rêxistina Hemawendê ya politik û leşkerî hîyerarşîk bû. Li herî jorê pêpelûka hîyerarşîyê axayên esilzadeyên hamawedî cîh digirt. Hêzek wan a leşkerî û nevendî hebû û axayên her gundek, digel 10-15 sûwarîyên xwe ji bo demek kurt xwe dixist xizmeta hêza navendî. Bi wî awayî her axayê gundek mafê talankirina hêza xwe jî digirt. Her sûwarî xwedî tifingek û gelek guleyan(fîşek) bû. Ji bo garantîkirina  fîşekên xwe, digel karvanên ku di navbera Silêmanîyeyê û Kerkûkê da diçûn- dihatin peymanek nefermî girêdabûn. Li gor wê lihevhatinê, tacir divîyabû fîşekên hemawendî temîn bikin û miqabilê wê malên xwe bi serbestî li dewerên ku di  kontrola  Hemawendê da bûn bibin-bînin.

Hemawendî, ji bîlî talanbirinê, êrîşên dagirkirinê jî dikirin. Ger armanca wan dagirkirin bibûna, berê gundek dixistin hedefa xwe.  Merhaleyek wê tevgerê hebû:  Berê çend sûwarîyên çekdar diçûn gund û ultîmatomek didan gundîyan ku serî li Hemawendê bitewînin û bacê bidin. Ger gundî serî xwar bikira, hemawendî dest bi bacgirtinê dikirin. Gundîyê ku wê qebûl nekira hemawendî, pez, dewar, hevcar, gîsin, çi bihata ber wan dibirin. Gundî bê cot nedikarî debara xwe bike, neçar, yekî navbençî dişand û teslîmbûna xwe pêşkêş dikir. Piştî wê teslîmîyetê,  axayê hemawedî  digel çekdarên xwe dihat li gundê dagirkirî bi cîh dibû. 

Hemawendî, bi sazûmanîya xwe ya sîyasî û leşkerî bûbû axayên xwedî erd û bacgir.  Axa, îdî xwedî ax bû û mulkîyeta axê derbasî kurê wî dibû. Lê rewş daîm dikaribû bihata guhertin û ew maf ji destê wan bihata girtin.

Di wê sazûmanîyê da çînek din jî hebû ku bi giranî ji karkerên biyanî pêk dihat û rewşa wan ji gundîyan jî xirabtir bû.  Ji ber ku rewşa gundîyên cenan dikaribû bihata guhertin û ew bûbûyna xwedî ax,  serwet û samanek jî. Lê karkerek bîyanî bê maf bû.

Di nava sazûmanîya Baban a sîyasî û leşkerî da du eşîretên koçer xwedî rolek mezin bûn. Caf, eşîretek gelek mezin û bi hêz bû. Di demek gelek kurt da dikaribû bi hezaran çekdar amadeyî şer bike. Ji ber vê yekê begê Cafê, xwedî cîhek taybet û herî nezîkê begê Baban bû. Begê eşîreta Caf, xwedî hêzek bi navê piştmala bû û ew begê Baban diparast. Begê Caf, di birêvebirîya Konseya Baban  da kesê duemînê ê girîng bû.

Fredrik Barth, li devera Hemawendê li ser organîzasyona Baban lêkolîn dike û dîyagramek çê dike. Li gor wê dîyagramê begê Cafê, bi tevî organîzasyona xwe ya xweser li cem mîrê Babanê cîh digre. Begên Cafê begzade bûn û leşkerên mîrektîyê yên herî bijarte cafî bûn. Esilzadeyên eşîrîtên din jî di konseya birêvebirina Babanê da cîh digirtin. 

Hemawendî, ji başûrê Kurdistanê, ji alîyê Îran hatibûn dewera Hemawendê û koçer bûn. Li dewerên ku osmanî nedikarî kontrol bike dest bi talana karvanan kirin. Dubendîya osmanî û îranî karê wan hêsantir dikir. Hemû eşîret ji tîrayek pêk dihat.  Di rewşa herî baş da hejmara eşîretê 1000-1500 kes bû û 200-300 çekdarên wan hebû, lê sawek mezin peyda kiribûn. Sûwarîyên wan gelek sivik bûn û bi lez operasyonên gelek biserketî pêk dianîn. Wek me li jorê got, di nav wan da sîstema kast pêk hatibû.

Hemawendî, ji konseyek ji çar eşîretên esilzadeyan pêkhatî îdare dibû. Di binê konseya bala da konseyek din hebû ku konseyek enformel bû. Ciyê hinekê wan daîmî bû û ji bav derbasî law dibû. Beşek wê jî dihat hilbijartin. Her yek ji wan hîyerarşîk girêdayîyê eşîreta xwe bû. Begzadeyê Hemawendê serokê hemû eşîretê bû û kesek esilzade bû. Di wextê şer da bi fermana mîrê Baban, begzadeyê Hemawendê hêza leşkerî  dişand û dixist emrê mîrê Baban.

Hêzek leşkerî ya taybet bi navê piştmala, wek hêza parastina mîrê Baban hebû. Piştmala  wek hêza taybet yên serokdewletên îro bû. Dişibe Alaya Serokê Komara  Tirkîyeyê (CumhurbaşkanI Muhafız Alayiı). Piştmala, ji tîrayên eşîretên cihê pêk dihat. Ji bona wê jî mîrê Baban desthilatdarîya xwe li ser eşîretan hêsantir pêk dianî. Fredrik Barth, wê organîzasyonê dişibîne viking hird a Skandînavî. Hird, hêza şer a parastina malbatên taybet bûn. Malbat bi comerdî mesref û maaşê wan dida ku sedaqata wan neşkê. Hird, li Welatên Bakur (Skandînavyayê) diket xîzmeta qral û çîna arîstokrasîyê, sazûmanîya feodalîyê pek dianî. 

Bruinessen dibêje: Seraya Baban wek kopyayek seraya osmanî, wek walîyê Bexdayê bû. Bruinnnes li ser hîyerarşîya sazûmana Babanê hin tespêtên xwe pêşkêşî me dike. Li ser tespîtên wî û agahîyên ku ewrûpîyên din didin, min hîyerarşîya sazûmanîyê ji jor ber bi jêr wuha bi rêz kir:

-Serokê Mîrê Baban: Desthilatdarî ji bav derbasî law dibû. Her kesên xwedî paye û nîşan divîyabû bihata dîwanxaneya wî.

-Selikdar (sîlahdar): Berpirsîyarê serayê bû. Li Dewleta Osmanî sîlahdar,  ji çek û parastina padîşah û wezîrêazam berpirsîyar bû. Ew xwedî hêzek mezin bû ku  hetta dikaribû wezîrêazam berbi darvekirinê bibe. 

-Axayê Merasîmê (Işık Ağası): Berpirsê amadekirina merasîmê bû.
-Axayê Haremê: Berpirsîyarê beşa jinên serayê bû. Ew mêrên xesandî bûn û riyê wan dirêj bû.

-0mrahor: Seyîsê hespan bû. Berpirsîyarê axura mîr bû.
-Serok Muneccim: Xwedî wezîfedarîyek  îdarî nebû. Wezîfedarê dînî bû.

Bruinessen dibêje: Desthilatdarî gelek cara bi mudaxeleyên osmanî qels dibû û tesîr li ser kar û barên nava mîrektîyê dikir, wê bê îstîkrar dikir û pê ra jî mêtinkarîyê zêdetir dikir. Wextê  desthilatdarên sazûmanîyê xwe muweqet didît, mêtinkarîyê zêdetir dikir û pêra jî pêşketina zîreetê û ramedanî  kêm dibû.

Peywendîyên Dewleta Osmanî û mîrektîyên Kurdistanê, mîna ku Bruinessen dest nîşan dike, gelek bê îstîkrar bû. Osmanî bi destê beylerbeği, têkîlî karên mîrektîyê dibû û mîr dida guhertin, an jî qada desthilatdarîya wan kêm dikir. Guhertinên herî mezin di salên 1800î da pêk hatin. Osmanî her diçû sazûmanîya navendî xurt dikir, bandora xwe li ser mîrekên Kurdistanê zêdetir dikir. Her usa osmanî, her diçû belav dibû, mîrekên Kurdistanê jî dixwestin xweserîya xwe xurttir bikin. Ji ber vê yekê analîza rewşa salên 1800î girîng e. Ji xwe di wê qirnê da osmanî mîrekên Kurdistenê ji nav birin.

BITÎKNE: SÎYASETA TİRKÎYÊ YA KURDİSTANÊ Û PIRSEGIRÊKA SERBIXWEBÛNÊ -1-

BITÎKNE: SÎYASETA TİRKÎYÊ YA KURDİSTANÊ Û PIRSEGIRÊKA SERBIXWEBÛNÊ-2- 

BITÎKNE: SÎYASETA TİRKÎYÊ YA KURDİSTANÊ Û PIRSEGIRÊKA SERBIXWEBÛNÊ -3- 

BITÎKNE: SÎYASETA TİRKÎYÊ YA KURDİSTANÊ Û PIRSEGIRÊKA SERBIXWEBÛNÊ-4- 

BITÎKNE: SÎYASETA TİRKÎYÊ YA KURDİSTANÊ Û PIRSEGIRÊKA SERBIXWEBÛNÊ-5- -

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin