Sîrac Kirici

Sîrac Kirici

Hemû nivîsên nivîskar >

Siyaseta sivîl di destê bêkêran de ye

A+A-

Meha nîsanê ye.
Ji meha adarê ye ez li welat im.
Heta niha min rojek bihna biharê jê te nedîtiye.
Bihar ji me xeyidiye.
Îsal bihar û zivistan bi hev re ketine nav qerezek.
Rojek hun lê mezedikin tavek xweş, ewrên şîn û spî; roja din baran, serma, zîpik û ewrên reş.
Bi gotinek din kes nizane ewê kîjan demsal zora ya din bibe.
Hewaya li vir ji ya Almanyayê jî xeraptir bûye.
Şerê bihar û zivistana îsal dişibe rewşa Îstanbula Îmamoğlu û Yildirim
Bila Îstanbul ji Îstanbuliyan re bimîne.
15 Nîsanê ye
Vaye îro bihar rûyê xwe nîşanî me da..
Alî Bahcelî û M. Alî Hancer ji me re tawa Weranşehrê çêkirin.
Ezê çend gotin ji bo welatê xwe bêjim.
Di xebata Tifaqa Welatperwer û Demokratan de min sermak pirr xerab girtibû.
Ji bo îstirahat, dîtina dayik û kekê xwe min berê da Weranşehrê.
Hilbijartin xelasbûbû.
Li Weranşehrê gengeşî, sucdarî di asta herî bilind de ye. Şaredarîya Weranşehrê zêdeyî 15 sal in di destê HDPê de bû. Di hilbijartinên 31 adarê de ev şaredariya ji dest wan çû.
Tu kes texmîn nedikir ku cih û warê welatparêzan derbasî destê partiyek temsîldarên dewletê bibe.
Lê tekoşîn û jiyan didome.
Ne tenê li vir encamên hilbijartinan li gelek bajarên Kurdistanê bû sedema "şok" û surprîzan.
Herkes xemgîn e.
Tu kes nabejê kêmasî ya min/me ye.
Herkes topê davêje aliyê din.
Piştî min gilî û gazincan guhdarî gotineka Îngilîzan hat bîra min:
"Pere di destê çikûsan, çek di destê tirsonekan, siyaset di destê bêkêran de be halê welat ewê her ev be"
Çek û pere mijarek din e lê siyaseta sivil di destê bêkêran de ye.
Ez li Weranşehrê digerim.
Diçim qahwa.
Kes ji rewşa xwe ne raziye.
Li Wêranşehrê qahwexaneya Kemal Kodin heye.
Ji alî tenduristiyê li wir runişkandin întixarek e.
Lê gengeşî û jiyana li vir pir rengî ne.
Bi gotinek din navenda siyasetê ye.
Wexta ez diçim wir komela VDGD tê bîra min.
Çend rojan min encamên şaredariya Wêranşehrê û tevaya bajarên kurda li vê qehwexaneyê şopand.
Şaredariya ku zêdeyi 15 sal in di destê HDPê de bû, vê gavê dest guherandiye bûye sedema "şok" e.
Li vê qehwexanê perspektîv, nirxandin û tercîh naşibê tu deveran.
Tercîha gel wek debabe ji ser pozbilindiyê derbas bûye.
Yên li cem hev in li dijî hev in. Ji dozê bêtir bi tiştên biçûk mijul in.
Bê guman ji bo herkesî encamên vê tercîhê muhasebeye.
Ewê herkes ji xwe re parek derxîne.
Ji bo me ji parek heye. Lê para herî mezin hevî ye.
Herçiqas hêvîyên me di hembêza çar bajaran de birîndar bûbin jî rê vekiriye.
Xuyaye bihara îsal ewê dereng were...
Vê carê min zewqê ji tespît û nirxandina Weranşehiriyan girt.
Realîst in.
Li Wêranşehrê kul û kesera girse û gel welat e.
Welhasil em gişk dişibin hev.
Vê gavê tenê ferqek me heye
Hin kes tekçuyina xwe bi serkeftina celadê xwe dilorinin. Hin kesên din jî ji birîna xwe re li çareyan digerin.

 

Önceki ve Sonraki Yazılar