
HEWLÊR - Bi 3 dronan êrişî Kampa Cêjnîkanê hat kirin
.
Kampa Cêjnîkanê ya li parêzgeha Hewlêrê bi dronan hat bombebarankirin.
Birêvebirekî Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDKÎ) ragihand ku di êrişê de "ti ziyanên canî çênebûne."
Birêvebirekî pilebilind ê PDKÎyê li ser êrişê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re axivî û anî ziman ku êriş bi 3 dronan li Kampa Cêjnîkanê hat kirin û yek ji wan dronan di nav malan de ket.
Li gorî zanyariyên ku Rûdawê bi dest xistine, 2 ji wan dronan beriya ku bigihin armanca xwe, ji aliyê Hêzên Hevpeymanan ve hatine teqandin.
Li gel agirbestê û aloziyên di navbera Amerîka û Îranê de, êrişên bi dron û mûşekan ên li dijî partiyên Rojhilatê Kurdistanê zêde bûne.
Di nava vê mehê de li Koyeyê û navçeyên din ên parêzgeha Hewlêrê çend êrişên bi vî rengî hatin kirin.
Her wiha beriya niha êrişî Kampa Sûrdaşê ya li parêzgeha Silêmaniyê jî hatibû kirin.
13ê vê mehê jî Kampa Cêjnîkanê bi 2 dronan hatibû armancgirtin.
PDKÎyê wê demê jî ji Rûdawê re ragihandibû ku di wê êrişê de ti zererên canî çênebûne.
Li gorî amarên Tora Medyayî ya Rûdawê, ji piştî ragihandina agirbestê ve, heta niha bi giştî 68 dron û mûşek li Herêma Kurdistanê ketine.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin