Serokê Weqfa Ermenîyan li Amedê: Ti derfeteke ayînan bo me nemaye

Serokê Weqfa Ermenîyan li Amedê: Ti derfeteke ayînan bo me nemaye

Serokê Weqfa Ermenîyan li Amedê Gafur Turkay dibêje hejmara xelkê Ermenî li herêmê gelek kêm bûye

A+A-

Navenda Nûçeyan- Serokê Weqfa Ermenîyan li Amedê Gafur Turkay bû mêvanê beşa ‘Taşteya Dostan’ a bernameya ‘Nûrojî Dostan’ a Rûdawê û derbarê, hejmar, rewş, şert û merc û daxwazên Ermenîyên li bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkîyê de axivî.

Gafur Turkay li ser hejmar an jî rêjeya Ermenîyên ku li bajarên Bakurê Kurdistanê dijîn dibêje, piştî ‘cînosayda li ser Ermenîyan’ rêjeya wan gelek kêm bûye û dîyar dike, “Niha li Amedê ku Ermanî jê re dibêjin, ‘Dîkranagir’ li gor berî sed sal berî û herwiha piştî cînosaydê hejmareke zêde ya Ermenîyan nemaye. Berê hejmara Ermenîyan gelek zêde bû. Dema ku komar hat avakirin jî derdora 400-450 malbatên Ermenîyan li Amedê hebûn. Lê li Tirkîyê çi qas rûdan çêbûne hejmara Ermenîyan jî her kêm bûye ku beşek ji wan çûne Ewropa, Amerîka û welatên din û beşek ji wan li bajarên din belav bûne.”

Serokê Weqfa Ermenîyan amaje bi rewşeke din jî dike û dibêje, “Hejmareke zêde ya Ermenîyan jî hene ku piştî cenosaydê ola xwe kirine misilman. Ji ber ku dema em rojên şîn û şahîyên Ermenîyan pêk tînin qerebalixîyeke zêde beşdar dibe. 4-5 sal berî niha me cejna xwe ya Paskalya pîroz kiribû ku derdora 1200 kes beşdar bûbûn, dibe ku derdora 100-200 kes misilman bin, lê ez di wê bawerîyê de me ku nêzî 700 kes jî ji wan Ermenî bûn û piştre bûne misilman.”

Turkay tekez dike ku hejmara kesên li ser ola Xirîstiyanîyê ne gelek kêm bûye li wê navçeyê û li ser heman mijarê dîyar dike, “Bi rastî li tevahîya bajarên Bakurê Kurdistanê Ermenî jîyane, lê piştî cînosayd bi ser Ermenîyan de hat û beşek ji wan jî bûne misilman, piranîya Ermenîyan ku em dikarin bibêjin ji sedî 98 li Stenbolê kom bûn. Hejmara kesên ku li ser ola Xirîstanîyê ne gelek kêm e li vê herêmê û piranîya wan koçî Stenbolê kirine. Li Midyadê, Mêrdînê û wê devera ku jê re dibêjin, ‘Torê’ beşek ji Suryanîyan hene.”

Li ser derfetên pêkanîna ayîn û rojên xwe jî, Serokê Weqfa Ermenîyan dibêje, “Niha ew derfeta pêkanîna ayîn û urf û adetan jî nemaye. Li Amedê heyeta Ermenîyan tev bi ser dêrê ve ye û ji bo ayînên xwe pêk bînin, divê dêr ava be. Piştî ku me sala 2012an Dêra Surp Giragus nûjen kir û ji ayînan re vekir wê demê me dît ku bi rastî hejmar hinekê zêdetir e. Ji ber ku her tiştê Ermenîyan ji dêrê radibe. Bo nimûne; zarokek dema nû çêdibe li dêrê tê waftîzkirin, cenaze ji dêrê tê rakirin, şîn û şahî û cejnên xwe hemûyan li dêrê dikin. Ji ber ku li Amedê dêra Ermenîyan a vekirî tune bû, ti ayînek li ser navê Ermenîyan tune bû. Lê bo nimûne dêra Dayika Meryem ya Suryanîyan heye ew her tim vekirî bû, keşeyê dêrê jî heye û her heftê li wir ayîn birêve diçin. Wê demê Ermenî jî diçûn wê dêrê bo pêkanîna ayînên xwe. Piştî ku me Dêra Surp Giragus vekir ku gelek girîng bû, ji Ewropa, Stenbol û bajarên din gelek kes hatin bo ayînê.”

Gafur Turkay dibêje piştî ku dêre hat vekirin wan dest bi ayînên xwe kirin û lê dibêje piştî girtina wê wan ti ayîneke xwe pêk naniye û dîyar dike, “Roja vekirina wê derdora 4-5 hezar kes li wê derê amade bûn. Piştî wê jî gelek ayîn lê hatin kirin, heta 2015an ku şer li wê deverê çêbû. Piştî ku şer derket dêrê zîyan dît ku ji xwe ew navend bi tevahî girtî ye. dêra me jî li wê herêmê ye û hatinûçûn li wê deverê hê jî qedexe ye. Ji sala 2016an ve em neçûn dêra xwe li wê deverê. Di vê nêzikî 3 sal û nîvan Ermenî nedikarin ayînên xwe pêk bînin, nedikarîn cejnên xwe pîroz bikin û ne jî dikarin tiştekî bikin. Ji bo rojên xwe yên girîng tenê li cihên weke xwaringeh an cihekî giştî kom dibin û rojên xwe pêk tînin.”

Derbarê rewşa Ermenîyan û pirsa, ‘Gelo Ermenî hê jî xwe vedişêrin?’ ew berpirsê Ermenî dibêje, “Ev heyama 10-15 sal e, êdî gelek kes xwe venaşêrin. Lê bo nimûne, di salên 90î de di wê heyamê kesên kujerên wan ne dîyar (faîlî mechul) de zehmetî hebûn. Dema ku li vî welatî tengasîyek çêdibe, rewş bo Ermenîyan dijwar dibe û xelk xwe vedişêrin û dernakevin pêş. Lê 2012-2013an de dema ku ew pêvajoya aştîyê hebû, em jî gelek rehet bûn û ti pirsgirêkeke me jî çênedibû. Niha jî pirsgirêkeke wisa zêde tune ye lê di alîyê pêkanîna çalakîyan û xebatê de astengî hene.”

Gafur Turkay tekez dike ku wan ev 3 sal û nîv e ti ayîneke xwe li Amedê pêk neanîye û dibêje, “Ev heyama 3 sal û nîv e ti ayînek çênebûye heta di vê heyamê de 2 pîrên me ku jin û mêr bûn û mala wan di dêra Suryanan de bû, koça dawî kirin, wê demê en neçar man me cenazeyên wan ji dêra Suryanan rakin.  Ango heta niha ne merasîma cenaze û ne jî şîn û şahîyeke din me nekarîye li dêra xwe bikin. Her tişt sekinîye. Hinek kes ji me diçin Mêrdînê, hinek li Amedê diçin dêra Dayika Meryem û hinek diçin Stenbolê. Lêbelê li Amedê derfetek tune ye ku li ser navê em tiştekî bikin.

Li ser rewşa xwendina zarokên xwe û derfetên fêrbûna zimanê xwe jî Serokê Weqfa Ermenîyan dîyar dike, “Li Stenbolê dibistan hene, dêr hene bo Ermenîyan lê li Amedê tenê dibistanên tirkî hene, em ji ber hindê zimanê Ermenkî nizanin. Ji bo em zarokên xwe di dibistanên li Stenbolê bidin xwendin pêwîst e em jî biçin ji ber ku derfeteke din tune ye bo zarokên 7-8 salî. Ji xwe hinek wisa jî dikin, diçin û venagerin û bi rastî ev yek jî sedemeke koçkirinê ye.” Gafur Turkay dibêje li ser nasnameya wan û zarokên wan jî Ermenî dinivîse.

Herwiha Turkay dibêje tevî ku di peymana Lozanê de mafên Ermenîyan li Tirkîyê hatibûn misogerkirin lê heta niha rewş her xerabtir bûye û dîyar dike, “Li gor peymana Lozanê Ermenîyên ku li Tirkiîê dijîn, pêwîst e dibistanên xwe hebin û zimanê xwe fêr bibin, ev mafê wan heye. Lê li Tirkîyê ji roja avakirina komarê heta niha dibistaneke nû nehatîye avakirin û yên ku hebûn jî hemû hatine girtin. Wê heyama ku komar nû hatibû avakirin, hejmara dibistanên Ermenîyan derdora 40-42 kesan bû. Niha tenê 12-13 dibistanên Ermenîyan hene û hemû jî li Stenbolê ne. Ji xwe ji bo ku tu dibistanekê vekî divê ewqas jî zarok hebin, mamoste hebin û pêwîstîyên din bên dabînkirin. Ew bişaftina ku li vî welatî çêbû ji sedî 100ê zêdetir li ser Ermenîyan çêbûye. Ji 3-4 nifşên dawîyê kesek ji Ermenîyan bi zimanê xwe nizane û ez jî nizanim. Belkû 20-30 peyv dizanim an na.”

Li ser plansazî û projeyên xwe yên derbarê vê mijarê de jî Turkay dibêje, “Projeyên me hebûn bo başkirina vê rewşê. Berî 4 salan me kurs vekir, şarederîya Sûrê wê demê alîkarîya me kir, wê demê me ji Sazîya Perwerdeya Niştimanî, şaredarî û ji gelek sazîyan me alîkarî xwest lê tenê şaredarîya Sûrê bersiv da me û alîkarîya me kir. Me jî kursek vekir bo heyama 2 serdeman, ji 7 salî heta 70 salî, jin, mêr, bîjişk, parêzer, dikandar û gelek kes hebûn. Lê piştî dema ku şer çê karê me zehmet bû.”

Serokê Weqfa Ermenîyan li Amedê derbarê rewşa niha de jî dibêje, “Niha ti zextek ne ji alîyê dewletê û ne jî ji alîyê civakê ve li ser me nîne. Peywendîyên me li gel tevahîya xelkê û bi gelek derdoran re weke, şaredarî, parêzgarî û sazîyên civaka sivîl hene û peywendîyên me baş in. Me niha tiştek zêde ne xwestîye lê her çi pêwîstiyeke biçûk, me daxwaz kiribe alîkarîya me kirine.”

Çavkanî: Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin