Serok Barzanî bi keçên Êzdîyan re civiya

Serok Barzanî bi keçên Êzdîyan re civiya

Nuçegihanek K24ê bi keçeke Êzdî Îman re, ku ji destê çeteyên Daişê rizgar bûye hevpeyvînek pêk anî. Îman dîtinên xwe yên di derbarê civînê de diyar kir:

A+A-

Serok Barzanî, dûhî  civînek bi keçên êzdiyan re pêk anîbû. Di wê civînê de  diyar kir ku divê rewşa Şengalê bigûhere.Êzdî ji wê rewşa tûnd derkevin û piştevaniya xwe ji bo Êzdiyan anî ziman.
Nuçegihanek K24ê bi keçeka êzdî Îman re, ku ji destê çeteyên Daişê rizgar bûye  roportajek pêk anî. Îman dîtinên xwe yên di derbarê civînê de diyar kir:

Îman bi dîtna serok Barzanî gelek keyf xoşe û dibîje: Serok herdim piştîvanê Êzdîyane.
Îman yeke  ji qurbanîyên destê Da'şe ku bêtir ji salekê di destên wan de bû  hemû cûre zolim û nexweşyê dîtin.
Nêzîkî 50 keçên din li gel Îmanê bûn di dema serok Barzanî pêşwazî li wan kirî ku hemû ji destên Da'şi  bi rê ya nivîsîngeharigarkirina Êzdîyan hatibûn rizgarkirin. Hemû  revandîyan daxwazên xwo gehandin serok Barzanî wî jî ji alyê xwe ve piştîvanya xwe ya bihêz bo daxwazîyên wan dîyar kir.
Xalên herî gring ku hatîne behiskirin di nevbera Barzanî û rizgarbûyên destê Da'şê çend xal bûn ku hewil bihêne dan yên mayî jî rizgarbibin û Şingar bihê avedankirin û gurên bikum bihên parastin û  ji vê jîyanê qurtal bibin û mafên wan berze nebe


Di dema kontirolkirina devera Şingarê  ji alyê Da'şi ve 6417 kes hatbûn revandin ji wan 3471 hatîne rizgarkirin Ku 3458 keç û jin bûn lê ta niha 1184 bê ser û şûnin.
Serok Barzanî tekeza wê yekê kir rewşa Şingalê  divê bê  bihê gûherîn û Êzdî ji vê rewşê derkevin û ew herdem piştevanin  ji bo Êzdîyan

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin