Reîsî: Îran her tim dostekî mezin ê Îraq û Kurdistanê bûye

Reîsî: Îran her tim dostekî mezin ê Îraq û Kurdistanê bûye

.

A+A-

Serokkomarê Îranê da zanîn ku ew ewlehiya Îraq û Herêma Kurdistanê wekî ewlehiya xwe dibînin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî îro li Tehranê civiyan.

Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî di civînê de got:

“Îran li hemberî bipêşxistina hevkariyên aborî û pêwendiyên bazirganî yên bi Herêma Kurdistanê re ne asteng e.”

Li gorî ajansa fermî ya Îranê ISNAyê, Îbrahîm Reîsî ji Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re gotiye:

“Ez hêvîdar im serdana te bibe sedemeke bipêşxistina pêwendiyên siyasî, aborî û ewlehiyê yên di navbera me de.”

Reîsî herwiha aniye ziman, “Em sînorên dirêj ên di navbera her du aliyan de wekî derfeteke hêja ji bo baştirkirina pêwendiyan dibînin lê pêwîstiya ewlehiyê bi her cûre hevkariyekê heye.”

Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî anî ziman:

“Îraqeke bihêz di çarçoveyeke yekgirtî de pêk tê û em her tim piştevaniya yekgirtîbûna Îraqê dikin.

Piştgiriya Îranê ya Kurdan a di rojên dijwar de îsbat dike ku her tim piştgir û dostekî mezin ê Îraq û Kurdistanê bûye.”

‘Ewlehiya Îraqê ewlehiya me ye’

19ê Adara 2023yan Sekreterê Encûmena Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê û Şêwirmendê Ewlehiya Niştimaniya Îraqê Qasim Erecî li Bexdayê peymanek îmze kiribû.

Yek ji xalên peymanê ew bû ku hêzên Rojhilatê Kurdistanê ji sînor werin dûrxistin.

Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî herwiha got:

“Em baweriya xwe bi dostaniya birayên xwe yên Îraqî û Kurd tînin lê bi sedema kîn û nefreta dijminan û di serî de rêjîma Siyonîst li dijî neteweya Îranê, em hêvîdar in ku hikûmetên Îraqê û Herêma Kurdistanê bi temamî rê li her core bikaranîna xirab a axa xwe li dijî Îranê bigirin.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin