Senator Van Hollen: Amerîka li dijî êrişên Tirkiyeyê yên li ser HSDyê ye

Senator Van Hollen: Amerîka li dijî êrişên Tirkiyeyê yên li ser HSDyê ye

.

A+A-

Senatorê Amerîkî û Endamê Encûmena Pîran a Amerîkayê Chris Van Hollen diyar kir ku Amerîka li dijî êrişên Tirkiyê yên li ser Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) e û got:

“Em dixwazin bibin beşek ji gotûbêjên ku li ser siberoja Sûriyê tên kirin.”

Chris Van Hollen bang li serkirdeyên siyasî yên Kurdistanê kir ku rêya bihevrekarkirinê bibînin û got:

"Bi baweriya min, ger partiyên cuda bêtir ji nêzîk ve bi hev re bixebitin, Herêma Kurdistanê dê bihêztir bibe."

Senatorê Demokrat Chris Van Hollen ku roja 2yê Gulanê li ofîsa xwe li Washingtona paytexta Amerîkayê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re axivî û anî zimên:

"Hevdîtineke min a zafî baş bi Serokwezîr Sûdanî re di vê serdana wî de hebû."

Van Hollen herwiha da zanîn,"Amerîka girîngiya Herêma Kurdistanê ya di sîstema Îraqa federal de fêhm dike."

Van Hollen got divê di çareseriya pirsgirêka Sûriyeyê de mafên Kurdan bên parastin û berdewam kir:

"Bi dîtina min, ev berjewendiyeke girîng a Amerîkayê wekî beşekê ji hewldanên giştî yên çareseriyê ye."

Senatorê Amerîkî û Endamê Encûmena Pîran a Amerîkayê Chris Van Hollen pirsên Berpirsê Ofîsa Rûdawê ya Washingtonê Diyar Kurde bersivandin.

Rûdaw: Zor spas. Bila em ji serdana vê dawiyê ya Serokwezîrê Îraqê ya Washingtonê dest pê bikin. Ew bi rêveberî û herwisa endamên Kongreyê re jî civiya. Hûn jî bi wî re civiyan. Piştî van civînan, bi nêrîna te ji bo parastina aramiya Îraqê û herwisa çareserkirina pirsgirêkên vî welatî, Amerîka dê roleke bi bibandortir bilîze?

Senator Van Hollen: Erê, hevdîtineke min a zafî baş bi Serokwezîr Sûdanî re di vê serdana wî de hebû. Me dabaşa hemî pirsgirêkên ku di têkiliya di navbera Amerîka û Îraqê de hene, kir. Yek ji peyamên wî yên sereke ew bû ku ew dixwaze pêwendiyan berfireh bike û sînorê warê ewlehî derbas bikin û sînorê aborî û tiştên din jî li xwe bigirin û bingeha têkiliyê dorfireh bike. Ez jî piştevaniya vî tiştî dikim.

“Amerîka girîngiya Herêma Kurdistanê fêm dike”

Pir baş e. Gava em li ser Îraqê dipeyivin, em dizanin ku Kurd jî hene û li Îraqê dijîn. Tê bîra min, dema hûn li Munchenê bûn, hûn bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re civiyan. Li gel wê civînê û civîna te ya bi Serokwezîrê Îraqê re, tu siberoja Herêma Kurdistanê li Îraqê çawa dibînî û Amerîka çawa dikare alîkariya Herêma Kurdistanê zêdetir bike?

Senator Van Hollen: Bi baweriya min, Amerîka girîngiya Herêma Kurdistanê di sîstema Îraqa federal de fêm dike lê pêwendiyên me yên pir baş bi endamên hikûmeta Herêma Kurdistanê û partiyên din ên Kurdistanê re hene. Em dixwazin gotûbêjên xwe bi Îraqê re bi giştî biparêzin lê em gotûbêjên ku vêga li gel aliyên cuda yên pêkhateyên Îraqê tên kirin jî biparêzin.

“Herêma Kurdistanê roleke pir girîng dilîze”

Dema Serokwezîrê Îraqê li vir bû, yek ji mijarên ku hatin qalkirin, pirsa aramiya Îraqê bû. Vê heftiyê jî bi dronekê êrişî zeviya berhemanîna gaze ya herî mezin a Îraqê ku li Herêma Kurdistanê cih digire, hat kirin. Loma ez vê pirsê dikim çimkî di yasaya parastina niştimanî ya Amerîkayê de hatiye xwestin ku sîstema dijî mûşekan ji Herêma Kurdistanê re bê dabînkirin, ji bo parastina herêmê ji gefên curbicur ku li dijî wê tên kirin. Çima ev sîstem heta niha nehatiye dabînkirin? Çima hikûmeta Amerîkayê ev sîstem nedaye Herêma Kurdistanê?

Senator Van Hollen: Desthilata cîbicîkirinê, Serok Biden û tîma xwe li ser çêtirîn rêya dabînkirina sîstema parastina Amerîkî di yasaya bergiriya niştimanî de ku te behs kir, biryarê didin. Kongreyê ji wan xwest ku rêkxistina ewlehiya zêdetir bi Herêma Kurdistanê re di bin çavan re derbas bikin.

Bi liberçavgirtina ku girîng e ku em vê yekê di çarçoveya hikûmeta federal a Îraqê de bikin lê Herêma Kurdistanê roleke pir girîng dilîze. Ketiye ber êrişê. Herwiha beşdariyeke wê ya zafî girîng di şerê DAIŞê de ku dilgiraniyeke hevpar e, hebû. Ez dubare dikim, rêveberiya Biden dê bi rêkûpêkî biryarê bide ka çawa vê hevkariya leşkerî ji nû ve saz bike lê min piştevaniya roleke mezintir ji bo hêzên li Herêma Kurdistanê kiriye. Ew jî li jêr pêkhateya fermandariya federal a hevgirtî.

“Li ser çavkaniyên petrolê pirsgirêk heye”

 Wekî hûn li gel Serokwezîrê Îraqê civiyan, haya we jê heye ku yek ji mijarên ku di hevdîtinên wî de hatine behskirin, mijara nakokiyên Hewlêr û Bexdayê bû. Vê dawiyê jî me dît ku civînên baş bi mebesta çareserkirina pirsgirêkan û karkirina bi hev re di navbera Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Îraqê de hatin kirin. Pirsa min ev e, gelo Amerîka çawa dikare bêtir alîkariya wan her du paytextan bike da ku çêtir bi hev re bixebitin û zora nakokiyên xwe bibin?

Senator Van Hollen: Ev karekî li pêş û girîng e. Ev beşek ji gotûbêja min bi Serokwezîr Sûdanî re bû. Me gelek tişt gengeşe kirin, di nav de girîngiya avakirina pêwendiyeke bihêztir di navbera hikûmeta navendî ya Îraqê û Herêma Kurdistanê de û herwisa me dabaşa girîngiya çareserkirina van cudahiyan kir.

Li ser ka çawa pişka mûçeya hin karmendên we yên fermî bidin we cudahî heye. Herwiha niha li ser çavkaniyên petrolê pirsgirêk heye. Îcar, pirsgirêkên ku bi rastî divê carekê û ji bo her tim bên çareserkirin ev in. Loma ez kêfxweş dibim gava dibînim ku gotûbêjên bêtir tên kirin. Amerîkayê hewl daye ku di nêzîkkirina partiyan de ji bo çareserkirina van pirsgirêkan roleke erênî bilîze. Bi rastî li ser me ye ku em wan çareser bikin.

“Pir girîng e ku em van pirsgirêkan çareser bikin”

 Ti hêviyeke te ji bo çareserkirina van pirsgirêkan heye?

Senator Van Hollen: Bi kurtî, ez her gav geşbîn im ku kesên xwedî niyeta baş dikarin çareseriyekê pêk bînin. Vê demeke pir dirêj domand. Tê bîra min, ez berî salekê li Muîhê bûm û heman pirsgirêk derket holê. Îcar pir girîng e ku em van pirsgirêkan çareser bikin da ku em karibin hin pirsgirêkên din ên mezin ên di têkiliya me de çareser bikin.

“Herêma Kurdistanê xwedî otonomiyeke mezin e”

Têkildarî mijara siyaseta Amerîkayê, gava Amerîka dixwaze yan gotûbêjê li ser siyaseta Îraqê dike, ma her tim siyaseta yek Îraqê ye yan jî dema behsa siyaseta Amerîka li Îraqê dikin, Herêma Kurdistanê jî her tim beşek ji wê siyasetê ye?

Senator Van Hollen: Diyar e ku pêwendiyên me bi hikûmeta Îraqê re hene lê bê guman em mikur tên ku Îraq welatekî pirreng e û Herêma Kurdistanê jî di çarçoveya sîstema federal de xwediyê otonomiyeke mezin e.

Divê di nava sîstema federal de otonomî hebe. Dubare dikim, Amerîka ne tenê bi hikûmeta federal û Serokwezîr Sûdanî re tevdigere, li şûnê li gel Hikûmeta Herêma Kurdistanê û serkirdeyên wê yên siyasî jî tevdigere.

“Ez bang li serkirdeyên siyasî yên Kurdistanê dikim”

Herwiha ez bang li serkirdeyên siyasî yên Kurdistanê jî dikim ku rêyan bibînin ji bo bêtir ji nêzîk ve bi hev re bixebitin.

“Heke bi hev re bixebitin Herêma Kurdistanê dê bihêztir bibe”

 Ti nîgeraniyeke te li ser bi hevrekarnekirina partiyên siyasî yên Herêma Kurdistanê heye?

Senator Van Hollen: Bi baweriya min, ger partiyên cuda zêdetir ji nêzîk ve bi hev re kar bikin û ger yekrêzî û hevkariyeke mezintir hebe, Herêma Kurdistanê dê bihêztir bibe.

“Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) di şerê li dijî DAIŞê de serê rimê bûn”

Zafî baş e. Wekî hûn li Encûmena Pîran in û li Komîteya Têkiliyên Derve ne jî pirseke min li ser Sûriyeyê heye. Hevkariyeke Amerîkayê ya xurt bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) re heye. Em dizanin ku DAIŞ hê jî li wir gef e, gelo hevkariya we bi HSDyê re demkî ye yan jî hevkariyeke demdirêj e?

Senator Van Hollen: Wekî te got, di şerê li dijî DAIŞê de hevkariyeke me ya pir xurt bi HSDyê re heye. Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) di şerê li dijî DAIŞê de serê rimê bûn. Îcar ev têkilî dê pir girîng bimîne heya em piştrast bibin ku me DAIŞ bi tevahî têk biriye û em êdî rabûn û xwebirêxistinkirina DAIŞê nabînin.

Herwisa gelek kes li Kampa Holê hene û em dixwazin piştrast bin ku em ê van pirsgirêkan çareser bikin lê ez di wê baweriyê de me ku bi liberçavgirtina rola pir girîng a ku HSDyê di têkbirina DAIŞê de lîst, Amerîka bi rengekî pabend e ku piştevaniya wan berdewam bike.

Em dixwazin beşek ji gotûbêjên ku li ser paşeroja Sûriyê tên kirin, bin. Bi liberçavgirtina hovîtiya rêjîma Esed, hebûna hêzên Rûsyayê, rola Tirkiyeyê di hevrikiya li Sûriyeyê de û berdewamiya hewlên Tirkiyê yên armancgirtina HSDyê.

“Êrişên Tirkiyê li ser HSDyê nayên qebûlkirin”

Bê guman ev astengiyeke mezin bû. Min zafî bi zelalî ji rêvebiriya Biden re gotiye ku divê em lap eşkere bikin ku êrişên Tirkiyê li ser HSDyê nayên qebûlkirin û berjewendiyên niştimanî yên Amerîkayê qels dikin.

Tu bi tevgera rêveberiya Biden a li gel vê rewşa ku li bakurê rojhilatê Sûriyeyê re heye, hemfikir î?

“Em bi tundî li dijî wê yekê ne ku Tirkiye HSDyê bike armanc”

Senator Van Hollen: Min ji nêzîk ve çavdêrî kiriye û piştrastbûn ji rêveberiya Biden wergirtiye ku wan gelek caran hikûmeta Tirkiyeyê û Serok Erdogan agahdar kirine ku em bi tundî li dijî wê yekê ne ku Tirkiye HSDyê bike armanc.

Eşkere ye ku mafê Tirkiyeyê yê qanûnî heye ku di hundirê welatê xwe de her cure bergiriyê bike. Ango her destdirêjiyeke li ser Tirkiyeyê bê kirin, çi PKK be, çi aliyekî din be lê dema dabaşa Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) tê kirin, ew pêkhateyeke cuda ye û di şerê li dijî DAIŞê de hevkarên Amerîkayê bûn û pêwîstiya me bi parastina vê hevkariyê heye.

“Dibe ku em li Sûriyeyê bigihêjin çareseriyekê”

Wekî te behsa paşeroja Sûriyê kir, ti planeke stratejîk a Amerîkayê ji bo parastina mafên Kurdan di siberoja Sûriyê de heye, dixwaze wekî hewldanên ku li Îraqê hebûn, pirsa Kurd li Sûriyeyê jî çareser bike?

Senator Van Hollen: Erê, li gorî min, pêwîstiya Amerîkayê pê heye ku piştrast bibe ku wekî beşekê ji her cure têgihîştineke çareseriya siberojê ya têkildarî Sûriyeyê mafên Kurdên Sûriyeyê bên parastin û berevanî li wan bê kirin.

Bi nêrîna min, ev berjewendiyeke girîng a Amerîkayê wekî beşekê ji hewldanên giştî yên çareseriyê ye.

Dibe ku em li Sûriyeyê bigihêjin çareseriyekê, her çend ku bidestxistina vê pir zehmet bû lê bi nêrîna min, bi liberçavgirtina dîroka xwe ya kesane ku nêzîkbûn û hevsoziyeke min a mezin ji bo gelê Kurd heye, xala rast li vir ew e ku pir girîng e ku siyaseta Amerîkayê vê têkiliya pir girîng û xurt nîşan bide.

Îcar ev têkiliyeke ku em wekî têkiliyeke taybet dibînin. Ez dubare dikim, di çarçoveya Îraqeke yekgirtî de lê em rola zafî girîng a ku gelê Kurd di vê çarçoveyê de dilîze, fêm dikin.

“Gelek dostên Kurdan li Washingtonê hene”

Pirsa min a dawî ew e ku çawa Kurd dikarin dostên xwe li Washingtonê zêdetir bikin?

Senator Van Hollen: Jixwe gelek dostên Kurdan li Washingtonê hene lê em herdem dikarin vê xelekê dorfirehtir bikin. Lewra jî bi dîtina min, gotûbêjên ku têne kirin ku serkirdeyên Kurd serdana vir û paytexta me dikin, pir girîng e ku bigihin cem hevkarên min û wan wisa kiriye, çimkî ez bawer dikim ku pêwendiya di navbera her du gelan de ji bo xurttirkirina têkiliyê girîng e.

Rûdaw

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin