Bubê Eser

Bubê Eser

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

Serketin ne bi gotinê, bi kirinê dibe

A+A-

Ji roja partî û rêxistinên me li ser xeta ideolojîk hatin damezrandin, li gor baweriya wê jî xwe xemiland û li gor wê xemlê jî xwestin welatê xwe Kurdistana kolonî azad û serbixwe bikin.

Lê em dibînin ku ev bû zêdeyê çel salan e ku hê jî hin ji wan partiyên me, dev ji azadî û serxwebûna Kurdistanê berdin, tu destkevtiyeke wan li bakurê kurdistanê tune ye.

Van partiyên me yên ädeolojîk di vê dema dûr û dirêj de, tenê dema pêla sosyalîzma ku em şaş fêrî doza xwe kirin, di hin waran de hin serketin û rêxistiniyên mezin hatin xuliqandinê.

Lê piştî darbeya leşkerî ya 12 îlona sala 1980 li tirkiyê û li bakurê kurdistanê pêk hatibû, wan partî û rêxistinên me, yek li du yekê reviyan derveyä welêt û hê jî li ser asasê wê revê karê xwe yên li gor wê îdelojiya şaş dikin.

Yek partiyên me yên wê demê û îdeolojîk bi serneketin. Roj bi roj hêza xwe qaweta xwe û endamên xwe wendakirin, lê dîsa jî her digotin, ” Em bi serketine”

Tekoşîna wan jî tenê propaganda û nivîs bû, bi saya van û li ser asasê derewên ku ji sosyalîzmê fêr bû bûn, xwe li ser niga hiştin û hin hê jî nehe.

Lê dema tu ji wan pirsa; ”We di vê demê de çi bi dest xisti?” aciz dibin. Li alîyekî mirîdên wan, li aliyê din ew bi xwe, qaşo karê kirine rêz dikin. Ew jî bi damezranda çend komeleyên demokratîk li ewropa û weşandina çend pirtûkan, pesnên xwe didin. Tu dibêje qey dinya fetih kirine.

Lê wan partiyên me yên siyasî hingî fêrî wan derewên ku sosyalîzmê ew fêr kiribûn, bû bûn tu caran û rojekê ji rojan wendabûna xwe qebûl nekirin. Her ku kêm dibûn, lê tim digotin: ”Em bi serketine ji ber ku ev zêdeyê 40 salan e ku em henin”. Ango navê wan bi tenê heye.

Lê nikarin bêjin ku di van 40 salan de me ev û ew destkevtên bi dest xistiye, Ji ber ku pratîk tune ye. Ji ber ku xebat û destkevtî tuneye. Di nava vê dema dirêj de bi hev dikevin hevalên hev yên bi salan êdî dibin li dijî hev.

 

Ha min çima berê ji virde dest pê kir?

Bala xwe bidinê piştî van hemî rêxistinên me bi navê Partiya Azadiya Kurdisanê bi awayekî fermî li bakurê Kurdistanê hate damezrandin. Bi vê damezrandina xwe, li gor kar û xebatên xwe ji xwe re destûr û bernameyek amade kirin û dest avêtin karê ji wan hat. .Di nava pênc salan de gavên mezin, hêjayiyên bê hempa li gor xwe bi dest xistin. Bû weke mînakekê ku di vê demê de divê karê siyasî çawa pêk bê.

Bi siloganên mezin derneketin. Gotinên ji xwe mezintir nekirin. Dijminatiya tu partî û rêxistinên kurd û kurdistanê nekirin. Bi serde jî gotin; ”Yên dikarin bibin yek bila bibin yek. Yên nikarin bibin yek, bila hevkarî û tifaqan bikin. Yên nikarin hevkariyan bikin bila di nav diyalogê de bin. Yên nikarin diyalogê jî bikin, bila dijminatiya hev nekin”.

Li gor min ev daxwazeke meqûle ku mirov dikare pê baweriyê bîne da ku piştgiriya wê bike an bikeve nava refê wê. Heta PAK ê ev jî rehet kirî ye ku tu ne endam be jî tu dikare wekî endamekî xwedî maf, heq û hukuk bî. Heta PAKê terbiyeke weha dayê endamên xwe  ku dema hin wê rexne dikin, an ji rexanan zêder jî bikin, endamên wê weke mirîdan êrîşî wan nake. Pêwîst be, bersîveke maqûl didin…

Ji roja damezrandina PAKê heta niha karê xwe nekirîye bi mijûlbûna kesan an hin partiyan, ew li gor tiştê jê tê, li gor hêz, qawet û îmkanên heyî, li ser xeta xwe ya ji bona ”Niha Kurdistan” karê xwe dike. 

Di dîroka xwe ya kin de PAK ê gelek karên baş, helwestên delal û xebatên bê hempa ji bona gelê xwe kirine. Lewra jî ew ji dêlva wendakirinê roj bi roj mezin dibe û bi serdikeve.Ev jî nayê wê watayê ku kêmnaiyê PAKê tuneye. Helbet wê hebin dema te kar kir, wê bi wan karan re kêmanî jî bibe. Ya girîng temamkriina wan e.

Di her karê xwe de, di her helwestên xwe de û bi kiryarên di berjewendiya gelê xwe de PAK roj bi roj baweriyê dide gelê xwe ku ew ê bibe altarnatîfek. Ev hêja ye û divê mirov jî piştgiriyê bidê.

PAKê bi vekirina Çarpel Media û Televizona xwe ew bawriya xwe di nava gel û kesayatiyan de bêtir berz kir. Li gor min bi vekirina çarpel media û televiyonê PAKê îspat kir ku ew ê bi çalakî û xebatên xwe bibe dengê gelê xwe. Çarpel Media û televizyon li gelê me pîroz be.

Ji ber ku PAK tenê nabêje, dike. Ya girîng jî ew e ku mirov ne bi gotinê bi kirinê baweriya gelê xwe bigire. Loma PAKê xwe gihandiye heta vir. Ji vir û pêde jî wê roj bi roj xwe bi pêş bixe da ku bi temamî bibe deng, reng û qaweta gelê xwe.

Di vê rêyê de ji PAKê re serketinê dixwazim. Divê em kesên din jî qawetê bidinê, tiştên ji me tê bi alîkariya wan ve re rabin da ku em hemî bi hevre bi serkevin.

Loma serketin ne bi gotinê, bi kirinê dibe. Niha PAK jî vê dike…

Ez dizanim min di vê nivîsê de pir pesnê PAKê da, lê çi dema ew kêmanî an şaşiyê jî bikin ez ê bi vî metodî wan rexne jî bikin. Lê divê em ji bona karê baş xweş bîn bin…

 

 

Önceki ve Sonraki Yazılar