Şerê Rûsyayê û Ukraynayê di roja 2’yemîn de ye: Putin dixwaze muzakereyan bike

Şerê Rûsyayê û Ukraynayê di roja 2’yemîn de ye: Putin dixwaze muzakereyan bike

.

A+A-

Şerê Rûsyayê yê li dijî Ukraynayê daye destpêkirin di roja duyemîn de berdewam dike. Televîzyona dewletê ya Çînê CCTV ragihand ku Putin gotiye, "Rûsya dixwaze bi Ukraynayê re muzekereyên di asta bilind de bike."

Şerê ku Rûsyayê li dijî Ukraynayê da destpêkirin, di roja duyemîn de berdewam dike. Li paytexta Ukraynayê Kîevê heta serê sibê dengê teqînan hat bihîstn. Tê gotin ku gelek mirovan jiyana xwe ji dest daye.

Geşedanên 25’ê sibatê yên derbarê şerê ku Rûsyayê daye destpêkirin wiha ne:

19.57 ÇEKYA BALAFIRGEHÊN XWE JI BO RÛSYAYÊ GIRTIN

Wezîrê Gihandinê yê Çekyayê Martin Kûpka ragihand ku balafirgehên xweli ber balafirên Rûsyayê girtin.

19.29 ENDAMTIYA RÛSYAYÊ YA KONSEYA EWROPAYÊ HAT RAWESTANDIN

Hat diyarkirin ku endamtiya Rûsyayê ya Konseya Ewropayê hat rawestandin. Endamên Konseya Ewropayê yên li hev kom bûn beşdarbûna dîplomat û delegeyên rûs a ji bo konseyê dan rawestandin.

17.30 YE: PÛTÎN Û ŞAVROV DI LÎSTEYA MUEYÎDEYAN DE NE

Nûnerê Bilind ê Karên Derve û Polîtîkaya Ewlehiyê ya Yekîtiya Ewropayê (YE) Josep Borrell got: "Ger suprîzek çênebe, dê Pûtîn û Lavroj jî daxilî nav lîsteya mueyîdeyan bên kirin." 

16.45 AKAR:EM JI BO ALÎKARIYA MIROVÎ AMADE NE

Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Hûlûsî Akar, ragihand ku bi telefonê hevdîtin bi Wezîrê Parastinê yê ÛKraynayê re kiriye û gotiye, ji bo alîkariya mirovî amade ne û ji bo aştî û aramiyê çi bikeve ser milê wan dê bikin. 

16.40 'ZÊDETIRÎ HEZAR ESKERÊN RÛS HATIN KUŞTIN'

Wezareta Parastinê ya Ûkraynayê, parast ku heya niha zêdetirî hezar eskern rûs kuştine. 

16.25 'YE DÊ PÛTÎN Û LAVROJ JÎ DAXILÎ NAV LÎSTEYA MUEYÎDEYAN BIKE'

Rojnameya Fînancial Timesê, derpêş kir ku Yekîtiya Ewropayê hewl dide Serokê Dewletê yê Rûsyayê Valdîmîr Pûtîn û Wezîrê Kar û Barên Navxweyî Sergey Lavro jî daxilî nav lîsteya mueyîdeyan bike.

16:08 KREMLÎN: EM AMADE NE DELEGASYONÊ BIŞÎNIN MÎNKSÊ

Berdevkê Kremlînê Dmîtry Peskov, daxuyand ku ji bo muzakereya bi Ûkraynayê re amade ne delegasyona xwe bişînin Mînksê. 

16.06 JI ALMANYAYÊ JI BO ZELENSKÎ DAXUYANIYA ÎLTICAYÊ

Berdevkê Hikûmeta Almanyayê Steffen Hebeshtreit, ji bo mafê îticayê yê Serokê Dewleta Ûkraynayê Zelenskî ku hê jî li Kievê ye got: "Ji bo vê pêdivî bi spukeluasyonê tune ye." 

16.05 PARAŞÛTBAZÊN RÛS LI PAYTEXT KIEVÊ NE

Berdevkê Wezareta Parastinê ya Rûsyayê Igor Koşenkov, ragihand ku eskerên paraşûtbaz ên rûs Balafirgeha Gostomelê ya li Kîevê bi dest xistine û bi Hêzên Hewayî yên Rûs ra bûne yek û ji hêla rojavayê ve paytexta Ûkraynayê bloke kirine. 

15.11 ZELENSKIY: WELATÊN ROJAVA DERENG MAN 

Serokê Ukraynayê Zelenskiy diyar kir ku welatên rojava li hember Rûsyayê alîkariya Ukraynayê dereng mane. Di daxuyaniya nivîskî de wiha hat gotin: “Heke hûn di alîkariya Ukraynayê de ewqasî hêdî bin, hûn ê çawa xwe biparêzin? Saziyên dewletê yên li Ewropayê ji bo ku bi rastî jî biryarên xurt bidin, lez nakin."

15.10 ‘PUTÎN DIXWAZE MUZAKEREYAN BIKE’ 

Televîzyona dewletê ya Çînê CCTV ragihand ku Serokdewetê Rûsyayê Vladimir Putin bi Serokdewletê Çînê Xi Jinping'e re gotiye ku dixwaze ku Rûsya bi Ukraynayê di asta bilind de hevdîtinan bike. Li gorî CCTV'yê Putin gotiye: “Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û NATO demek dirêj e guh nedaye fikarên ewlekarî yên maqûl ên Rûsyayê, gelek caran ji sozên xwe paşde neçûn û pêşdebirina bicihkirina leşkerî ber bi rojhilat ve didomînin, ku xeta stratejî ya Rusya ya binî dijwar dike. Xwesteka Rûsyayê heye ku bi Ukraynayê re muzakereyên asta bilind bike." 

15.19 JI ZELENSKIY BANGA PROTESTOYAN 

Serokê Ukraynayê Zelenskiy bang li gelên welatên Ewropayê kir ku li dijî Rûsyayê rabin û protestoyan bikin. Bi vî awayî, Zelenskiy got gel dikare bi vî awayî hikûmetên xwe neçar bikin ku gavên bibiryartir bavêjin. Lîderê Ukraynayê bi bîr xist ku piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn gotina "carek din qet nabe” hatiye gotin û wiha axivî: "Lê li vir dîsa dubare dibe. Di sala 2022’yan de, 75 sal piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn.” Zelenskiy diyar kir ku ji bo rawestandina Rûsyayê hîn jî ne dereng e. 

15.08 KULEBA, BI ÇAVUŞOGLU RE HEVDÎTIN KIR

Wezîrê Karên Derve yê Ukraynayê Kuleba ragihand ku bi Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu re bi rêya telefonê hevditin kiriye.  Kuleba li ser hesabê xwe yê Twitterê ev peyam parve kir: "Min bi dost û hevpîşeyê xwe Mevlut Çavuşoglu re ji bo pêşxistina kapasîteyên parastina Tirkiyê gavên pratîk ku werin avêtin, axaftinek kir. Ji bo ku Tirkiye di van rojên zor de piştevaniya Ukraynayê dike, spasdarim.”

14.46 PIŞTGIRIYA ESAD 

Hat ragihandin ku Serokê Sûriyeyê Beşar Esad bi Putin re bi telefonê axivî ye. Li gorî vê yekê Esad di hevdîtinê de piştgiriya Sûriyeyê ya di mijara Ukraynayê de ji Rûsyayê re ragihandiye. 

14.45 AKAR BI WEZÎRÊ ÎNGÎLISTANÊ RE AXIVΠ

Hat ragihandin ku Wezîrê Parastinê yê Tirkiyê Hulusî Akar bi Wezîrê Karên Derve yê Îngîlistanê Wallace re bi telefonê derbarê rewşa dawî ya Ukraynayê de axivî. 

14.40 ERDOGAN: DIVÊ NATO GAVÊN BI BIRYAR BIAVÊJE 

Serokkomarê AKP’yî Tayyip Erdogan anî ziman ku welatên rojava ji bo Ukraynayê gav neavêtin û tenê şîretan dikin û got: "Divê NATO gaveke bi biryar biavêje.” 

14.31 LAVROV: EM JI BO MUZAKEREYAN AMADE NE 

Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Lavrov got: "Em dixwazin her kesên li Ûkraynayê dijîn mafên xwe bi kar bînin. Em dixwazin bêyî zextan bijîn. Divê agirbest bê kirin." Lavrov her wiha got: "Heke artêşa Ukraynayê 'çekan berde', Rûsya amade ye bi wan re muzakereyan bike."

14:30 NY: DI ÊRIŞA HEWAYÎ DE 25 SIVÎL HATIN KUŞTIN

Ofîsa Mafên Mrovan a Neteweyên Yekbûyî ragihand ku di êrişên hewayî yên Rûsyayê de herî kêm 25 sivîl hatine kuştin. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di encama êrişên hewayî û topan de herî kêm 102 kes birîndar bûne. Tê texmînkirin ku hejmara miriyan zêdetir be.

14.05 KESÊN BI SER 60 SALÎ RE DÊ WERIN ÇEKDARKIRIN 

Wezareta Parastinê ya Ukraynayê ragihand ku wê kesên temenê wan bi ser 60 salî re jî çekdar bikin. 

13.27 JI OFÎSA SEROKATIYÊ BANGA DIYALOGÊ 

Cîgirê Serokê Ofîsa Serokatiya Dewletê ya Ukraynayê Mihayl Podolyak da zanîn ku ew aştiyê dixwaizin û ew ji bo hevdîtinên bêalîbûna ku Rûsya û Ukraynayê bigirin dest amade ne û got: “Heke hevdîtin mimkin be, divê were kirin. Heke Moskova jî di mijara statûya bêalî mudaxil be, bixwazin hevdîtinê bikin, em ji vê natirsin. Em dikarin li ser vê yekê jî biaxivin.” 

13.16 ‘EM UKRAYNAYÊ DAGIR NAKIN’ 

Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov got: “Kesî dagirkirina Ukraynayê nekiriye armanca xwe.” 

Lavrov daxuyaniya “Bila Ukrayna bi satatûya bêalî bê hiştin” a Serokê Ukraynayê Zelenski wek “derewan dike” pênase kir. Lavrov îdia kir ku Rûsya dixwaze gelê Ukraynayê serbixwe bimîne. 

13.15 CEZA DANÎN NE RÊBEAZEK RAST E 

Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Çînê Vang Venbin jî wiha got: “Ez carek din dixwazim dubare bikim, ji bo pirsgirêk çareser bibin, tu carî sepandina cezayan ne rêbazek bi bandor e. Em hêvîdarin wê alî pirsgirêkan bi diyalog û muzakereyan çareser bikin.” 

12.51 DIBE KU RÛSYA BIKEVE HARKOVÊ 

Xwendekarek ji Tirkiyê ku li bajarê Harkov ê Ukraynayê dimîne xwe gihand ajansa me û diyar kir ku ji bilî navenda bajêr hêzên Rûsyayê li gelek cihan alên xwe daliqandine û tê gotin dê îro bikevin navenda bajêr. 

12.50 WEZARETA PARASTINÊ: PÊDIVIYA UKRAYNAYÊ BI HER TIŞTÎ HEYE 

Wezareta Parastinê ya Ukraynayê wiha got: “Pêdiviya Ukraynayê bi her tiştî heye. Ji bo beşdariya artêşê prosedurên pêwîst hemû hatin hêsankirin. Tenê nimareya nasname û pasaporta xwe bînin. Sînordarkirina temen jî nîne.” 

12.44 PÊDIVIYA UKRAYNAYÊ BI ZEXÎRE Û SOTEMENIYÊ HEYE 

Sefîrê Ukraynayê yê Enqereyê anî ziman ku pêdiviya welatê wî bi zexîre û sotemeniyê heye û dibe meseleya penaberan were rojevê. 

12.21 NÊZÎ AVAHIYA HIKÛMETÊ DENGÊ ÇEKAN TÊ 

Sazî û dezgehên medyaya navnetewî radigihîne ku nêzî avahiya hikumetê ya li Kîevê dengê çekan tê bihîstin. 

12.20 HÊZÊN RÛS LI KÎEVÊ NE 

Wezareta Parastinê ya Ukraynayê di peyama xwe ya Twitterê de ragihand ku leşkerên "dijmin" li semta Obolonê ne, ku bi qasî 9 kîlometreyan dûrî avahiya parlamentoyê ya li navenda bajêr e.

11.51 RÛSYAYÊ BALAFIRGEHA XWE JI ÎNGÎLISTANÊ RE GIRT 

Rûsyayê ragihand ku wek miqabilî biryara Aeroflot a Îngîlistanê seha hewayî ji rêya hewayî ya îngîlîz re girtine. Li gorî vê biryarê daketin û rabûna balafirên şîrketên rêya hewayî yên îngîlîz ji bo balafirgeha Rûsyayê hatin qedexekirin. 

11.50 JOHNSON: BIJÎ UKRAYNA  

Serokwezîrê Îngîlistanê Johnson li parlamentoyê ragihand ku ceza danîne ser Rûsyayê û dirûşma “Bijî Ukrayna” ya berz kir. 

11.07 RÛSYA: SANTRALA NUKLEER A ÇERNOBÎLÊ HAT KONTROLKIRIN 

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê, ragihand ku hêzên rûsî Santrala Nukleerî ya Çernobîlê xistine bin kontrola xwe. 

10.30 ‘RÛSYA BER BI KÎEVÊ VE DERKET RÊ’ 

Cîgirê Wezîrê Parastinê yê Ukraynayê Anna Malyar ragihand ku leşkerên rûs hin maşîneyên aydî artêşa Ukraynayê desteser kirine û ber bi Kîevê ve derketine rê. 

10.30 FRANSA: PUTÎN DIXWAZE UKRAYNAYÊ JI NEXŞEYÊ DERXE 

Fransa got Putin dixwaze Ukraynayê ji nexşeya netewan derbixîne. 

10.30 MYANMARÊ PIŞTGIRÎ DA RÛSYAYÊ 

Myanmarê da zanîn ku ew piştigriyê didin êrişa Rûsyayê ya li dijî Ukraynayê.

09.57 JI ZELENSKÎ BANGA MUZAKEREYÊ 

Serokê Dewletê yê Ukraynayê Zelenski got: “Pêwîste em bi Rûsyayê re li dor maseya muzakereyê rûnên.” 

Zelenski li ser hesabê xwe yê Twitterê diyar kir ku ew ji welatên Ewropaya Rojhilat ên endamên NATO’yê ne piştgiriya parastinê dixwazin û wiha got: "Em azadiya xwe û axa xwe diparêzin. Lê belê hewcedariya me bi alîkariyek navneteweyî heye. Em li ser vê yekê axivîn. Me ji bo piştevaniya parastinê, cezakirinê û zext li ser êrişkariyê were kirin me serî li Bukreşê da. Pêwîste em bi Rûsyayê re li dor maseya muzakereyê rûnên. Pêdiviya me bi koalîsyonek li dijî şer heye." 

08.16 LI LVÎVÊ DENGÊ SÎRENAN 

Li gorî nûçeya Reutersê; li rojavayê Ukraynayê li bajarê Lvivê dengê sîrenan tê.

07.25 QEDEXEYA RUBLE 

Banka Navendî ya Ukraynayê şixûlandina bi rubleye Rûs û Belarûs tê kirin, qedexe kir. Bankayan razandina ji bo bankayên Rûs û Belarûs asteng kirin. 

06.57 WEZÎRÊ KARÊN DERVE YÊ UKRAYNA: DIŞIBE ELMANYA NAZÎ

Wezîrê Karên Derve yê Ukraynayê Dmitriy Kuleba di parvekirina xwe ya li ser medyaya civakî de diyar kir ku li ser Kîevê êrişên bi roketan pêk hatine û wiha got: "Cara dawîn li paytexta me tiştekî bi vî rengî di sala 1941'an de bû, dema ku Elmanya Nazî êriş kir. Ukraynayê ev xerabî têk bir û wê vê jî têk bibe. Dest ji Putin berdin. Rûsyayê îzole bikin. Hemû têkiliyên xwe qut bikin. Rûsyayê ji her derê bavêjin.” 

06.38 ÊRIŞA ROKETAN LI SER KÎEVÊ PÊK TÊ 

Şêwirmendê Wezîrê Karên Hundir ê Ukraynayê Anton Geraşçenko diyar kir ku di encama operasyona Rûsyayê de hin roket li li paytext Kîevê ketine û hin xanî zirar dîtine û 3 sivîl birîndar bûne.

06.30 BALAFIRA RÛS KET 

Ukraynayê ragihand ku balafira Rûsyayê ya ku Kîev bombebaran dikir hatiye xistin. Hat diyarkirin ku balafir dema ket xwarê li avahiyeke 9 qatî ketiye. 

04.20 DENGÊ TEQÎNAN 

Li Kîevê ya paytexta Ukraynayê dengê teqînan hat bihîstin.

01.19 ZELENSKÎ: EM BI TENÊ HATIN HIŞTIN 

Serokê Dewletê yê Ukraynayê Vladimir Zelenski diyar kir ku ew di parastina welatê xwe de li hemberî Rûsyayê bi tenê mane û got: "Em natirsin ku bi Rûsyayê re behsa statûya bêalîbûnê bikin. Lê garantiyên ewlehiyê yên me dê çawa bibin?"

Zelenski diyar kir ku ew ji welatên ku ne tenê bi devkî, bi awayekê eşkere jî piştgirî dan Ukraynayê spas dikin û wiha got: "Lê belê em di parastina welatê xwe de bi tenê man. Kî amade ye şerê me bike? Ez nabînim. Kî amade ye garantiyê bide Ukraynayê ku bikeve NATO’yê? Her kes ditirse." 

Serokê Ukraynayê Vladimir Zelenski biryarnameya ku li seranserê welêt seferberiya giştî îlan dike îmze kir. 

Cîgirê Serokê Ofîsa Serokatiya Ukraynayê Mihayl Podolyak ragihand ku wan kontrola Santrala Nukleerî ya Çernobîlê ya li hemberî hêzên Rûsyayê ji winda kirine. 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin