ŞERÊ MELAZGIRÊ Û ROLA KURDAN

ŞERÊ MELAZGIRÊ Û ROLA KURDAN

Murad Ciwan nivîsî

A+A-

 

Murad Ciwan

Li ser Şerê Melazgirê ê 1071ê û rola Kurdan hin tesbîtên min ên nû li jêrê ne:

Ev şer, ne ji bo vekirina dergehê Anadoluyê li Tirkan, lê ji bo rawestandina Împaratorê Romayê (Bîzansê) bû ku armanca sefera wî ew bû da ji Melazgirê û Xelatê (Axlatê) heta Rey û Hemedanê ardên cîhana Îslamê dagîr bike. Li cebheya pêşîn jî erdên Kurdan hebûn.

Erdên Kurdan, ji yên nav dewletên Şeddadî, Rewadî û Merwanîyan pêk dihatin. Ger Împarator Romen Diojen biserketaya ev hersê dewlet jî ê têketana bin desthilata Romayê, hetta dewletên Kurd ên Hezarespî, Hesenweyhî û Kakeweyhî jî dikarîbûn tûşî vê xeterê bibin.

Hejmara orduya Sultan Alparslanê Selçûqîyên Îranê di navbera 14-20 hezar kesan de bû. Tê gotin ku hemî siwar bûn. Ji van, çar hezar kes yên yekîneya xas a Sultan bûn, yên din jî eskerên dewleta Şeddadî, Rewadî û Merwanî û beşek ji gelên misilman ên  nav van dewletan bûn. Dîrokzanên Îslamê ên wê demê îddîa dikin ku hejmara orduya Romayê ji 2-3 sed hezar kesan pêk dihat. Lê çavkanîyên Bîzansî behsa 60 hezaran dikin.

Sultan Alparsalan ne ku bi şer dewletên Kurdan dagîr kiribû û ew bi xwe ve girêdabûn. Dewleta Ebbasî dewleteka konfederal bû ku ji emîrîyên cuda yên ku li gor qanûnên îslamî li hemberî hev xwedan maf û berpirsîyarî bûn pêk dihat. Her dewletekê (emîrîyekê) li ser navê xelîfe û sultanê ku wî ew naskiribû xutbe dida xwendin, baca sultan û xelîfe cuda cuda dida û esker dişand şer.

Di destpêkê de Xelîfeyê Ebbasî hem serokê dînî hem jî yê dunyewî yê dinyaya Îslamê bû. Emîrîyên Îslamê ( dewletên misilman) jî ew nas dikir. Lê piştî Xelîfe Harûn Reşîd, li navendê şerên dijayetîyên navxweyîn, reqabetê(minafeseyê) û desthilatê destpêkir, ji sedsalên  9ê-10ê pê ve desthilatên dînî û dinyewî ji hev cuda bûn.

Berê xanedanîya Buweyhîyan li Bexdayê desthilata dinyewî xist destê xwe. Li dinyaya Îslamê di xutbeyan de ji bilî navê xelîfe, navê serokê dinyewî jî hat xwendin. Kî li Bexdayê desthilatdar buya xelîfeyan digot navê wî di xutbeyan de hildin, bacê û esker bidin wî. Wek dewletên din yên misilman dewletên Kurdan jî ev dikirin.

Ji destpêka sedsala 11ê pê ve Oxuzî/Selçûqî ji Asya Navîn ji Xorasanê ber bi rojava; dinyaya Îslamê ve hatin û bi Buveyhîyan re dest bi şerê li ser desthilata Bexdayê kirin. Xelîfe ji desthilata Buweyhîyên şîe a ser Bexdayê tengav bûbû, piştgirîya Tuxrul Begê Selçûqî yê Sunne kir. Di encamê de Tuxrul Buweyhî şikandin û bû desthilatdarê dinyewî yê Bexdayê.

Xelîfe, Tuxrul sultanê Îslamê îlan kir. Ji wir pê ve dewletên misilman di xutbeyan de navê wî hildan, bac û esker dan wî. Piştî mirina Tuxrul, Alparslan ket şûna wî. Ji ber vê çendê, di seferên wî yên ser Ermenîstanê, Azerbaycanê û Surîyeyê de Şeddadî, Rewadî û Merwanîyan esker danê, li gel wî çûn şeran.

Bi vî awayî, di Şerê Melazgirê de ji bilî mihafizên xas ên Sultan Alparslanî, eskerên van her sê dewletên Kurd û xelkên sivîl hebûn.  Di şer de serkeftin hat bidestxistin, Împaratorê Romayê êsîr ket. Paşê peymana aştîyê û lihevkirinê hat bestin. Împaratorê Romayê dev ji sefera xwe berda, vegerîya ber bi Konstantînîyeyê de.

Alparslan tevî eskerên Kurd berê xwe da Ermenîstanê. Gava careka din Dvîn hat rizgarkirin helbet teslîmî emîrê Şeddadî hat kirin.

Di sefereka din de ku bajarê Anîyê hat zeftkirin, yek ji emîrên Şeddadîyan yê bi navê Menuçehr, hin xezîne jî dan Alparslanî û bajar kirî.  Muhtemelen yek ji wan xezîneyan heykelê ciwangayê safî zêrîn yê li meydana bajêr bû.

Alparslan ji wê derê berê xwe da sefera  ber bi rojhilatê Îranê; Maweraunnehrê ve. Lê di vê seferê de di 1072yê de li nêzî Belxê hat kuştin.

Yê ku Alparslan kuşt emîrê keleyeka nêzî Belxê bû. Hin dinivîsîn ku ew Xwarezmî bû, hin jî wî wek Kurd didin nasîn.

Ji bloga Mûrad Cîwan hatîye hilgirtin

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin