Şerê kurdan ligel Koronayê

Şerê kurdan ligel Koronayê

Mehmed Salih Bedirxan nivîsî

A+A-

Mehmed Salih Bedirxan

 

Vayrusa Koronayê (COVID 19) bi navê din vayrusa nû ya Koronayê, di destpêka sala 2020an li eyaleta Wuhanê ya Çînê peyda bû; weke pêleke deryayê hemû cîhan daye ber xwe. Li gor amarên herî dawî –kêliya nivîsîna vê gotarê – li seranserî cihanê 22 hezar û 200 însan pê miribûn û 482 mirov jî pê ketibûn.

Pisporên mîkrobiyolojiyê di gotarên xwe de raberkirine ku vayrusa Koronayê di sala 1960 hatiye kişifkirin. Herwiha vayrusên Koronayê navê xwe ji şiklên xwe digrin, ji ber ku ev vayrus di rengê tacan de ye, wateya tacê ya bi latînî wek (Corona)  tê binavkirin. Nêzikî 50 curên vayrusên Koronayê hene, tenê 7 ji wan derbasî mirovan dibin, ji van 7an jî tenê 3 mirovkuj in. Ev her 3 cureyên tahluke ji bo mirovan, SARS (Çavkanîya vê vayrusê pisîk in, ji 2002 yê heta 2004 an 8 hezar mirov pê ketin 774 ji wan mirin.) MERS (Çavkaniya vê vayrusê deve ne, 2012an de 2500 kes pê ketin 858 ji wan mirin.) û ya dawî COVID-19 (Behsa wê tê kirin ku çavkaniya wê şevşevok e). Ji van her 3 vayrusan ya herî tahluke û xeter MERS e ji ber ku %34 kesên bi vê vayrusê ketine mirin e ev hêjmar ji bo SARSê % 9 e  û ji bo COVID 19yê jî % 4 e.

Rêxistina Tendirustiya Cihanê (WHO) di roja 17.03.2020an COVID 19 weke nexweşiyeke pandemîk ragihandiye. Herçend ajansên fermî yên gelek welatan di maweya mehekê de îddîa kiribin welatê wan derzî û dermanên Koronayê ditîne jî heta niha nayê zanîn bê ka kîjan welatî, kîjan derman taqî kiriye. Yan jî ew dermanên “dîtina wan” hatine îddîakirin di kîjan proseya klînîkî de derbas dibin.

Niha nayê zanîn bê wê aqûbeta mirovahiyê beramber COVID 19yê çi be. Lêbelê aşkere ye COVID 19 êdî şerê mirovahiyê dike û niha welatên zilhêz ê cihanê di warê parastina hemwelatiyên xwe de hemû tedbîrên xwe wergirtine.  Herçend reşebaya Koronayê karîgeriyeke mezin li welatên Ewropayê, li Amerîka û Kanadayê kiribe jî hikûmetên van welatan bi armanca parastina hemwelatiyên xwe seferberî ragihandine û mirov dikare bêjê dijî Koronayê di şer de ne. Bi armanca parastinan hemwelatiyan mîlyon dolar budçe hatine terxankirin, artêş daketine kolanan, sînor hatine daxistin, rewşên awarte hatine ragihandin.

Kurd dê çawa şerê Koronayê bikin? Li her çar parçeyên Kurdistanê bergiriyên kurdan beramber Koronayê çi ne? Hizbên siyasî saziyên medenî  di vê proseyê de divê çi bikin? Rewşa nexweşxane û hejmara karmendên tendirustiyê li Kurdistanê çiqas  in? Dîplomasiya kurdan di warê Koronayê de heye yan na? Bêguman pirs zêde ne. Lê ka hewlên kurdan çi ne?

 Piştî Komara Îslamî ya Îranê bi awayekî fermî haletên COVID 19yê ragihandin, hêjayî gotinê ye, Hikûmeta Herêma Kurdistanê, dest bi tevdîran kir û  deriyên sînorî yên weke Perwêzxan, Başmax û Hacî Omran  yên ligel Îranê bo geştiyariyê girtin. Her wisa bo kurtedemekê bazirganiya ligel Îranê jî hat ragirtin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî, Wezîrê Navxweyî Rêber Ehmed, Wezîrê Tendirustiyê Dr. Saman Berzincî bi awayekî şefaf dest bi bergiriyan kirin û lê hayil bûn ku metirsî mezin e. Parêzgarên Helebçeyê, Hewlêr,  Silêmanî û Dihokê, hemû hêzên ser bi Wezareta Pêşmerge, hemû hêzên ser bi Wezareta Nexwe, hatin erkdarkirin, nexweşxaneyên taybet ketin bin kontrola Wezareta Tendirustiyê, nexweşxaneyên nû taybet bi Koronayê li hin navçeyan Hewlêr, Silêmanî û Dihokê hatin çêkirin.

Bo belavbûna vayrusê ji 13.03.2020an heta 01.04.2020an rewşa awarte hat ragihandin û hêzên emnî nahêlin xelk derkevin kolanan.Xeta sor ya bi reqema “122” ya telefonê bo pêdawîstiyên tendirustiyê  24 saetan di xizmeta hemwelatiyan da ye. Azmayiş bo her gumanbarekî Koronayê tê kirin.

Li aliyê din, di nava 2 hefteyan de 2 karwanên alîkariyên tendirustiyê ji Çînê hatin Herêma Kurdistanê û wisa xwiyaye Hikûmeta Kurdistanê di vî warî de dîplomasiyê jî dike.

Di encama wan tedbîran de. Ligor amarên herî dawî yê Wezareta Tendirustiyê heta niha li Herêma Kurdistanê 103 kes tûşî nexweşiyê bûne û 2 kesan koça dawî kiriye, 39 kes jî baş bûne. Herwiha dermankirina 62 kesan jî berdewam dike.

  Metirsiya herî mezin a vayrusa Koronayê niha li ser Rojhilat, Bakur û Rojavayê Kurdistanê ye. Ligel nebûna derfetên tendirustiyê beramber Koronayê demeke dirêje xelkê Rojhilatê Kurdistanê rûberûyî qeyrana aboriyê û di gelek malan de xwarinan şîva şevê êdî peyda nabe. Ji ber sansora zêde ya rejima Komara Îslamî ya Îranê heta niha cîhan nizane asta tesîra Koronayê li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê çi ye.

Ligor raporta herî dawî ya Rêxistina Mafê Mirovan a Hengawê  li Rojhilatê Kurdistanê heta niha 252 kes ji ber vayrusa Koronayê koça dawî kiriye. Kesên mirine 82  jê jin 170 kes jê mêr in. Jimara kesên tûşî nexweşiyê jî bûne 320 kes in. Lêbelê li gor amarên fermî yên Îranê heta niha li seranserî  bajarên Rojhilatê Kurdistanê 120 kes ji ber vayrusê mirine û 181 kes jî tûşî vayrûsê bûne.

Heta niha Komara Îslamî ya Îranê bo rêlibergirtina vayrûsa Koronayê çi hewleke tendirustî bi cî  nekiriye. Belkî ji ber tirsa xwe beramber xwepêşandan û nerazîbûnên xelkê li gelek bajaran Spaya Pasdaran û Besîc daxistine meydanan û li qesrê xwe bi cî bûne. Ev jî delîla wê yekê ye rejima fundementalîst ne di xema canê xelkê di xema xwe de ye.

Ji ber hebûna “ambargoyeke xwezayî”  heta niha li Rojavayê Kurdistanê çi haleteke vîrusa Koronayê nehatiye tomarkirin. Nebûna vayrusa Koronayê cihê kêfxweşiyê ye li Rojavayê Kurdistatanê. Rêveberiya Xweser di roja 23.03. 2020an rewşa awarte ragihand û deriyê sînorî yê Sêmalka jî ligel Herêma Kurdistanê bo geştiyariyê ragirt. Herwiha li gor zanyariyan WHO dê  di egera her haleteka Koronayê, piştevaniya  ji Rêveberiya Xweser bike.

Ji helwêsta Rêveberiya Xweser a beramber Koronayê tê famkirin ku kêmasiya kelûpelên tendirustiyê û nexweşxaneyan heye. Lewre bi bergiriyên emnî hewl dide xelkê hişyar bike û nehêle ew nexweşî belav bibe. Ev helwêsta Rêveberiya Xweser, jîrane ye gelekî biaqilane ye û di cî de ye. Awatê bi xelkê re çêdike ku dê wan biparêze.

Metirsiya li ser Rojhilatê Kurdistanê heyî li ser Bakurê Kurdistanê jî heye û ew sansora li ser medyaya Îranê li ser medyaya Tirkiyê jî heye. Ew refleksa xweparastina rejima Tehranê bi rejima Enqereyê jî re heye. Gumanên li ser amarên fermî yên haletên Koronayê Îranê, li ser amarên fermî yên Koronaya Tirkiyê jî hene. Hebûna qeyrana aborî ya  li Rojhilatê Kurdistanê çawa xelkê bêzar kiribe, qeyran aboriyê li Bakurê Kurdistanê jî xelk bêzar kiriye û ji aliyê nefsî ve xelk tûşî şikestinê bûye.

Divê em destnîşan bikin xaleke taybet a li Bakurê Kurdistanê heyî li Rojhilatê Kurdistanê tuneye. Li Bakurê Kurdistanê bi dehan fraksiyonên siyasî, komele, sazîyên medyayî û medenî, baroyên parêzeran û partiyên siyasî yên kurdan hene û heta niha derbarê parastina can û malê xelkê de bi awayê pêwîst bi rola xwe ranebûne. 

Beriya hemû kesî partiyên Bakur Kurdistanê divê texayûl bikin ku kelûpelên tendirustiyê, jimara karmendên tendirustiyê, nexweşxaneyên taybet û hikûmî li  bajarên Bakurê Kurdistanê kêm in,derfetên darayî yên xelkê tunene û xelk bi derfetên xwe nikare serî li nexweşxaneyan bide. Lewre di warê xweparastina ji vayrusa Koronayê dest bi tevgerê bikin.Di wî warî de dikarin endamên xwe li bajaran, li gundan li taxan erkdar bikin.

Medya kurdan û medyakarên kurd, di warê hişyarkirina xelkê rêyên nû bibînin û bi wê armancê platformekê ava bikin. Jimareyeka zêde ya kurdan li Bakurê Kurdistanê bi tirkî nizanin û ji wan hişyariyên medyaya Tirkiyê belav dike çi tiştî fam nakin û hemû medyakarên kurd dizane asta medyaya Tirkiyê niha di çi halî de ye. Bi wê armanca medyakarên kurd dikarin bi kurdiya kurmancî û dimilkî di warê hişyariyê de kurtevîdyoyan afîşan amade bikin, ji ser televîzyonan û weşanên radyoyan peyamên xwe ragihînin.

Hunermend û rewşenbîrên kurd ji ser hesabên xwe yên medyaya civakî bi armanca bilindkirina moralê xelkê û xweparastinê ji vayrusa Koronayê peyaman belav bikin û kurte-konsertan bidin. Herwiha karsazên kurd jî bereyekê, plaftformekê ava bikin li her bajarî li her gundî li her taxê li kesên kêmderfet û malbatên xizan xwedî derkevin û her pêdawîstiyeke wan dabîn bikin.

Koronayê şer li dijî mirovayiyê ragihandiye û heta niha derbarê xweparastinê de çi bergiriyek berbiçav li Bakurê Kurdistanê nehatiye dîtin. Heger li dijî vayrusa Koronayê bereyên şer li Bakur neyên danîn gelo dê Enqerê bo kurdan li Bakur şerê Koronayê  bike? Wê çavê xelkê  Bakur li hêviya destên “birehim” yên Enqerêye bimîne? Gelo heta niha Enqerê ti carî destê “birehm” dirêjî kurdan kiriye?

K24

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin