Sendîkayên bakurê Kurdistanê daxwaza perwerdeya bi zimanê kurdî dikin

Sendîkayên bakurê Kurdistanê daxwaza perwerdeya bi zimanê kurdî dikin

.

A+A-

 Sendîkaya Perwerdeyê ya Şaxa Amedê bi civînek çapemeniyê pêşwazî li 21 Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanî kir. Di civînê de hat amaje kirin ku mafê bingehîn ê zarokan e ku bi zimanê xwe yê zikmakî perwerdeyê bibînin û li Tirkiyê jî herî zêde zimanê Kurdî rastî vê pirsgirêkê tê û UNESCO jî dibêje “zimanê ku zarok pê neaxivin zimanê mirî ye”.

Îsal Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanî rastî roja yekşemê tê û ji ber vîrusa Koronayê jî qedexeya derketina derve heye. Ji ber vê yekê çalakiyên derbarê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanî de beriya qedexeyê hatin lidarxistin ku Sendîkaya Perwerdeyê ya Şaxa Diyarbekirê bi civîneke çapemeniyê pêşwaziya Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanî kir. Di daxuyaniyê de hat amajekirin ku mafê bingehîn ê her zarokan e ku bi zimanê xwe yê zikmakî perwerdeyê bibînin.

Rêveberê Sendîkaya Perwerdeyê ya Şaxa Diyarbekir Sadrettîn Kaya bal kişand ku bi milyonan zarokên Kurdan ji perwerdeya zimanê zikmakî bêpar in û ev yek wek binpêkirinek mezin ê mafên mirovan e.

Sadrettîn Kaya diyar kir: “Li gorî danezana zimanê bin xetereyê de ya UNESCOyê li Tirkiyeyê 18 ziman ji holê rabune an jî bin xetereye nemanê de ne. Hevpeymana Mafên Zarokan ya Neteweyên Yekgirtî de perwerdeya zimanê zikmakî wekî mafekî bingehîn tê pejirandin û astengkirina mafê zimanê zikmakî yek ji binpêkirinên mafên mirovan a herî mezin tê dîtin.”

Di civînê de hat amajekirin ku li gorî daneyan li Tirkiyeyê zimanê zikmakî yê %17ê welatiyan ne Tirkî ye û di nav van de jî Kurdî di rêza yekem de ye. Perwerdekar balê dikşînin ser wê yekê ku zarok dema bi zimanê xwe yê zikmakî perwerdeyê nebînin dibe sedema pirsgirêkên dêrûniyê, lê dema bi zimanê xwe yê zikmakî perwerdeyê bibînin bêhtir ji xwe bawer dibin û bi hêsanî dikarin zimanek din fêr bibin.

Endamê Sendîkaya Perwerdeyê Suat Ozdemîr anî zimên ku pêwîste êdî Kurdî bibe zimanê fermî û zimanê perwerdeyê.

Suat Ozdemîr diyar kir: “Ji bo ku zarok û gelê me mafên xwe bi dest bixin divê em li zimanê xwe xwedî derbikevin. Ziman çiqas diçe paşve diçe. Sedema wê jî ew e ku em bi zarokên xwe re Kurdî naaxivin û li dibistanan jî perwerdehiya zimanê zikmakî nîne. Dibistanan de nebe zimanê perwerdeyê ev pirsgirêk çareser nabe.”

Derbarê xwedîlêderketin û xwedîstatubuna zimanê Kurdî de Platforma zimanê Kurdî û Tora Çand û Zimanê Kurdî jî dest bi xebatekê dikin. Dê ji medyaya civakî helmeta îmzeyê bi sernavê “Ez Perwerdeya Zimanê Zikmakî Dixwazim” were destpêkirin û armanc ew e ku 1 milyon îmze were komkirin û helmet dê heta 15ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî bidome.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin