Seîd Veroj: Ji Cemîyeta Tealîya Kurdistanê Ber Bi Komîteya Îstiqlala Kurdistanê ve Tevgera Neteweyî ya 1925an

Seîd Veroj: Ji Cemîyeta Tealîya Kurdistanê Ber Bi Komîteya Îstiqlala Kurdistanê ve Tevgera Neteweyî ya 1925an

Şêx Seîdê Efendî jî di dema darvekirinê de dibêje: “Îro dawîya jîyana min a dinyayê ye. Ji ber ku ez dibim qurbanîyê milleta xwe, qethen nepoşman im. Bes ku nevîyên me, me li hemberî dijminan mehcûb nekin.”

A+A-

Îsal, salvegera 95an a darvekirina serok, serkirde û alîgirên Tevgera 1925an e. Bi giştî li ser navê van hemû şehîdan û taybetî jî bi navê rêber û serwerê şehîdan Seyîd Ebdulqadirê Nehrî, Şêx Seîdê Pîran û Xalid Begê Cibran bi rêz û hurmet dihênim bîra me hemû dilxwazên doza wan.

Bi minasebeta vê rojê, fersend ji bo min çêbû ku li ser hinek alî û qonaxên tevgera rizgarîya neteweyî ya 1925an, bala we bikşînim li ser hinek nûqte û têbinîyan. Ezê bi taybetî li ser alîyê rêxistinî (teşkîlatî) yê vê pêvajoyê rawestim. Lewra rêxistina li paş Tevgera 1925an ji alîyê hinekan ve yan bi nezanî tê jibîrkirin yan jî bi zanîn tê veşartin. Çinku tevgerek civakî û neteweyî, ji pêvajoya wî ya gihaştin û rêxistinbûnê bête qutkirin, ew tevger, wek tevgerek ferdî tête nîşandan û bi vî awayê jî alîyê wî yê sîyasî û neteweyî tête veşartin. Di encamê de, mîrasgirên wê yên civakî û sîyasî têne manîpulekirin û xapandin. Ji ber vê yekê, ez di axaftina xwe de dixwazim bi kurtayî behsa pêvajoya rêxistinî ya wê demê bikim; ji damezrandina Cemîyeta Tealîya Kurdistanê heta rêxistina Komîteya Îstiqlala Kurdistanê.

Cemîyeta Tealîya Kurdistanê

Piştî bidawîhatina Şerê Yekem ê Cîhanê, di 17yê Kanûna Ewel a 1334an (1918) de bi serokatîya Seyîd Ebdulqadirê Nehrî, rêxistineke nû hatîye damezrandin. CTK, dixwaze “Prensîbên Wîlsonî” ji bo çareserîya meseleya miletê kurd jî bête tetbîqkirin. Ev daxwaz, ji alîyê Şerîf Paşayê nûnerê kurd ve, ji bo Konferansa Aşitî ya Parîsê jî tête pêşkêşkirin û dibêje: “Li gorî Prensîbên Wîlsonî, mafê kurdan heye ku dewleteke azad û serbixwe damezrînin.”[1] “Armanca esasî ya CTKê ev bû; ku bikare ji vê rewşa nû ya piştî Şerê Yekem îstîfade bike û dewleteke serbixwe ya Kurdistanê damezrîne.”[2]

Damezrêner û endamên desteya rêvebir CTKê ji van şexsiyetan pêk dihat:

“Serok: Seyîd Ebdulqadir Efendî

Cîgirê serok ê yekem: Emîn Alî Beg ê Bedirxanî

Cîgirê serok ê duyem: Fuad Paşa

Sekreterê giştî: Hemdî Paşa,

Jimaryar: Seyîd Ebdulah.”[3]

Navenda CTKê li Stenbolê bû. Di derheqê rêxistinbûna CTKê de, T. Z. Tunaya dibêje “Cemîyetê li her derê Şerqê şûbeyên xwe damezrandine. Li Dîyarbekir, Elezîz (Xarpêt), Arapgîr, Xerzan, Xozat (Dêrsim), Erzerom, Wan û Edenê şûbeyên xwe vekirine.”[4]

Li hemberî tevgera kurd û CTKê, helwest û polîtîkaya Saraya Osmanî û Heyetî Temsîlîye ya Mistefa Kemal paralelê hev bû. Di encama vê helwesta yekgirtî ya Îstenbul û Anqereyê de, “Di Temmuza 1920an de, ji alîyê hikûmeta Osmanî ve biryara girtina CTKê tête dayin.”…

CTKê, bi tevî hemû kêmasî û lawazîyên xwe ve di dîroka sîyasî, neteweyî û kulturî ya milletê kurd de helqeyeke sereke û pirr girîng e. Li vê derê, tenê di çarçoveya bîrxistina wê demê de, hin tişt hatin gotin. Divê xebatên pirralî û berfireh li ser vê babetê bêne kirin.

Damezrandina KomîteyaÎstîklala Kurdistanê

Biryara girtina CTKê, ji alîyek ve sistayî û bêmecalîyek xistibû nav rêvebirên CTKê û ji alîyê din ve jî hewldanên lêgerîn û peydakirina rê û rêbazên din dabûn destpêkirin. Di vê rewşa hanê de serokê Cemîyetê Seyîd Ebdulqadir, ji Stenbolê ve bi rêya Elî Rizayê kurê Şêx Seîdê nemir li ser navê Şêx Seîd mesaja xwe digehîne hemû kurdperwer, rewşenbîr, ulema û giragirên Kurdistanê; dibêje: “Ji bavê xwe re bibêje ku li vê derê tu rêyek ji bo xebatê nemaye, ger karibin li wê derê xebatê geş bikin baştir e. Ew, rewşa Kurdistanê baş dizane û têkilîyên wî bi xelkê re hene. Xelk hûrmetê nîşanê wî dide û guhdarîya wî dike. Bila li welat, li Kurdistanê rêxistinê bikin.”[5]

Her wekî ku berîya nûha jî hate gotin, piştî jihevbûna navendî ya CTKê, şûbe û komîteyên li Kurdistanê jî ketibûn nav lêgerîneke nû. Em dikarin bibêjin ku bi îhtîmaleke mezin gelek endamên CTKê ketine nav lêgerîn û xebateke îlegal û rêxistinên nû damezrandine.

Rêxistina “Komîteya Kurd a Erzeromê” di encama vê lêgerînê de dest bi xebatên binerd kirîye û bi Komîteya Îstenbulê re jî têkilîyên xwe yên veşartî domandine. Serokê rêxistina Komîteya Erzeromê Xalid Begê Cibrî bû. Li gorî agahdarîyên konsolosê Rusyayê, di dawîya sala 1920an de li Erzerumê bi navê “Cemîyeta Îstiqlala Kurdistanê” yan jî “Komîteya Îstiqlala Kurdistanê” rêxistinek hatîye damezirandin û Xalid Beg jî wek serokê komîteyê hatîye hilbijartin. Li gorî agahdarîyên Îsmaîl Heqî Şaweys;

“Mîralay Xalid Begê Cibrî, di sala 1921ê de li Erzeromê komeleyeke veşartî (îlegal), “Komîteya Îstîqlala Kurdistanê” ava kiribû. Ev komele li Kurdistana Tirkiyê di demeke kurt de li her şeş bajarên mezin belav bû û dest bi xebatê kir.”[6]

Di raporteke veşartî ya Hêzên Hawayî yê Îngilizan de, li ser têkilîya CTKê û Komîteya Îstiqlala Kurdistanê weha hatîye gotin:

“Ev rêxistin, berdewamîya Cemîyeta Kurd a Îstenbulê ye. Ji ber zixt û gumanên hikûmetê, Cemîyetê sala 1921ê qerargaha xwe ji Îstenbulê ve birîye Erzeromê û ji wê rojê ve hetanî îro xebata xwe li vê navendê pêşxistîye.”[7]

Di raporta navborî de, derbarê rêxistin, şûbeyên (şaxên) wê yên li Kurdistanê, serokên van şûbeyan, navê eşîret û serokeşîrên piştgir, kadroyên pêşeng û endamên leşkerî yên nav dewlet û ordîya osmanî de hatine dîyarkirin. Li van bajar û qezeyan şûbeyên rêxistinê hatine avakirin û navê rêvebirên wan wisa hatine dîyarkirin:

“Erzerom (navenda rêxistinê ye û serokê wê Mîralay Xalid Begê Cibrî ye), li Îstenbulê (serokê şûbeyê Seyîd Ebdulqadir e), Qers (serokê şûbeyê Yuzbaşî Tewfîq Efendî ye), Bazîdê (Şêx Îbrahîm), Eleşgirt, Melezgird (Kor Huseyin Paşa), Varto (Xalid Begê Hesenî), Xinûs (Rûştî Efendî), Muş, Bedlîs (Yusif Zîya Beg), Wan (Mele Ebdulmecîd Efendî yê birayê Seîdê Kurdî), Sêrt (Yuzbaşî Îhsan Beg), Şirnex (Silêman Axa), Cizîr (Hecî Dûrsin Efendî), Dîyarbekir (Ekrem Cemîl Paşa), Mêrdîn (Hecî Xidir Efendî), Erzingan, Dêrsim (Kangozâde Elî Heyder), … ”[8]

Di vê demê de herweha têkilî û xebata ji bo yekgirtina rêxistin û grubên kurd jî berdewam bû. Di encama van hewldanan de, Komîteya navendî ya li Îstenbolê û Komîteya li Erzeromê, yekîtîya xwe pêk tînin. “Komeleyên eşkere û nihênî (legal û îlegal) yên Kurdistanê, wek Komela Tealî ya Kurdistanê, Teşkîlata Îctîmaîye, Hêvî, Demokrat û Sosyalîstên Kurdistanê xwe gihandin hev û ji bilî vana jî, li Anqerê Yusif Zîya Beg ku mebûsê Bedlîsê bû, wî jî di sala 1922an de komeleyek îlegal a bi navê “Îstîqlala Kurdistanê” ava kiribû û şaxên wê li bajarên Wan, Bedlîs, Anqere û Îstenbolê çê bûbûn.”[9] Di dawîya xebatên yekgirtinê de “Komîteya Kurd a Îstenbulê”, “Komîteya Kurd a Erzeromê” û Komîteya Îstiqlal a li Misrê, bi tevî hin grub û rêxistinên din bi navê “ Komîteya Navendîya Kurdistanê ” rêxistineke nû damezrandin ku paşê navê wê hate guhartin û bû “ Komîteya Îstiqlala Kurdistanê (KÎK)”. Komîteya Îstîqlala Kurdistanê li hemû deverên Kurdistana Tirkiyê bi awayekî nihênî hate damezrandin, herweha teşkilat û têkilîyên xwe bi rêxistinên li başûr û rojavayê Kurdistanê re jî pêkanîbûn.

Li gorî nivîsandina Dr. Nûrî Dêrsimî , “Komîteya Kurdistanê ya li Erzerumê, di nav sala 1919an de li ser dîrektîfa navenda Îstenbulê ya Cemîyeta Tealîya Kurdistanê, bi serokatîya qehremanê kurd Xalid Begê Cibran hatîye damezirandin.”[10] Îsmaîl Heqî Şaweys jî dibêje: “Di sala 1921ê de li Erzeromê navenda Komîteya Îstîqlala Kurdistanê hate danîn ku 24 qehremanan tê de cih digirt. Di navbera salên 1921-1922an de, çi aşkera çi nihênî, hemû partî û komeleyên siyasî yên gelê kurd li Kurdistana Tirkiyê xwe dan bin alaya “Komîteya Îstîqlala Kurdistanê” û bi hev girtin. Ji bo rizgarî û serxwebûna Kurdistanê peyman girêdan û bi kontr-partiyên tirk re yên ku li dijî Kemalîstan bûn, dest bi xebatê kirin. Xalid Begî di çarçoveya armanca komîteyê de, bi Simko û Cemîlpaşazadeyên Dîyarbekirî û nevîyên Şêx Evdilqadirê Şemzînanî re li hev kiribû.[11] Armanca Komîteyê ev bû ku di navbera kurdan de yekîtîyê çêbike û serxwebûna Kurdistanê pêk bîne. Ji bo pêkanîna vê armancê, KÎKê Kurdistan kiriye sê qisim: Qismê yekem; Kurdistana Tirkiye û bakûrê Sûriyeyê. Qismê duyem; Kurdistana Iraqê. Qismê sêyem; Kurdistana Îranê.

Li gorî konsolosê Rûsyayê Pavlovskî, “Komîteya Kurd a Îstenbolê û Komîteya Kurd a Erzeromê di Nîsana 1922yê de yekîtîya xwe pêkanîne.”[12] Li gorî neqilkirina Mele Xalid, Fehmîyê Bîlal jî dibêje: “Komîteya Îstiqlala Kurdistanê, di sala 1921ê de hatîye avakirin û di nav zemanek kurt de li tevayîyê herêmê rêxistina xwe pêk anîbû.”[13] Piştî yekbûna herdu gruban, navê rêxistina nûh dibe “ Komîteya Navendîya Kurdistanê.” Ji yekîtîya van herdu gruban şûn ve, xebata ji bo yekîtîyê hîn bi berfirehî hate domandin, di encamê de hinek grubên din jî tevlî vê yekîtîyê bûn û navê rêxistinê kirin Komîteya Îstiqlala Kurdistanê. Di hin çavkanîyan de jî bi navê “Komîteya Azadîya Kurdistanê (KAK)” yan jî bi navê xwe yê kurt, wek “Azadî” tête binavkirin. Di belgenameyên Mehkemeya Îstiqlal a Şerqê de, rêxistina navborî bi navê “Kürdistan İstiklal ve İstihlas Cemiyeti” [Cemîyeta Serxwebûn û Rizgarîya Kurdistanê] derbas dibe. Li gorî raporta Pavlovskyê Konsolosê Rusyaya Federal li Erzeromê, Xalid Beg serokê vê rêxistinê bû û Îsmaîl Heqî Şaweys bi xwe jî endamê rêvebirîya vê rêxistinê bû.[14]

Di raprotek veşartî ya bi hejmara “FO 371/10121” ya Konsolxaneya Îngiliz de, Komîteya Îstiqlala Kurdistanê wek berdewamîya CTKê hatîye destnîşankirin û dibêje, ev rêxistin bi wesîteya Dr. Mehmed Şûkrî hatîye naskirin û herweha têkilîya wan bi Şerîf Paşa re jî heye. Ji ber xweparastin û şupheyên hikûmetê, sala 1921ê qerargaha xwe birine Erzeromê û serokê wê jî Mîralay Xalid Beg e.[15]

Di raporta navborî de navê gelek damezrêner û endaman, şûbe û serokê şûbeyan, kadroyên eskerî yên nav ordîyê, eşîr û serokeşîran jî hatine nivîsandin. Rêvebirên Cimhurîyeta Kemalîst bi hemû rê û têkilîyên xwe ve xebata Komîteya Îstiqlala Kurdistanê bi hesasîyetê dişopandin. Bi hênceta bûyerên Beytûlşebabê Yusif Zîya û paşê jî serokê rêxistinê Xalid Beg di roja 20ê Kanûna Ewel a 1924an de hate girtin.

Piştî girtina Xalid Beg û Yusif Zîya Beg, barê rêber û serokên mayî bêtir giran dibe û li ser mesaja Xalid Beg, Şêx Seîdê nemir û hevalên xwe xebata rêxistinkirina şoreşê berdewam dikin. Xebata şoreşê di 13ê Sibata 1925an de, bi çêbûna bûyera Pîranê, pêşxwet û berîya dema dîyarkirî dest pê dike. Navê Şêx Seîdê nemir, di vê pêvajoyê de wek serokê sîyasî yê tevgerê derdikeve pêş. Tevgera 1925an, di çend mehên pêşî de ji alîyê çapemenîya Komara Tirkiyê ve bi unwanê “Tevgera Kurd” tête binavkirin, lê paşê bi biryara Serokerkanî û Wezareta Derve, wek tevgerek “îrtîcayî” û paşverû tête nîşandan û gorbihuşt Şêx Seîdê nemir jî wek serokê vê tevgera îrtîcayî didin nîşandan. Bi vê awayê dixwazin alîyê sîyasî û neteweyî yê Tevgera 1925an veşêrin. Mixabin ev nêrîna sîstema dagirkerî, tesîreke negatîf li ser beşekî girîng ê kurdan jî kirîye. Xulesa Tevgera 1925an, bi keda hemû rêber û serokên xwe yên hêja, bi rêberî û rêxistinkirina Komîteya Îstiqlala Kurdistanê çêbûye.

Li gorî yên berîya xwe du xusûsîyetên cuda yên vê rêxistina nû hebûn: 1- Ev rêxistin di şiklê cepheyekî neteweyî de hatibû sazkirin, 2- Yekemîn rêxistina îlegal e ku li ser erdê Kurdistanê tête damezirandin û kadroyên wê yên navendî li Kurdistanê bûn.

* * *

Seyîd Ebdulqadir ji ber serokatî û pevgirêdanîya bi Tevgera 1925an re, “Roja 12yê Nîsana 1925an, li Îstenbolê bi tevî kurê xwe Seyîd Mihemed, serokê eşîreta Xoşnavê Nafîz û Sadîyê Paloyî têne berdestkirin û wan rêdikin Dîyarbekirê.”[16] Şêx Seîd û hinek hevalên wî jî, bi îxbar û îxaneta bînbaşî Qasim, 15yê Nîsanê li nêzîkê pira Ebdurehman Paşa, ji alîyê hêzên leşkerî yên Komarê ve têne girtin. Hemû girtîyan ji wê derê ve sewqê Dîyarbekirê dikin. Mehkemekirina wan, di 14yê Gulana 1925ê de dest pê dike û piştî sazkirina komîteyên înfazkirinê, bi biryara sîyasî, di 28ê Hezîrana 1925an de li bajarê Dîyarbekirê bi tevî hevalên xwe ve ji alîyê Mehkemeya Îstiqlal a Şerqê ve bi îdamê têne mehkûmkirin.

Ahmet Sûreyayê dozgerê mehkemeya sîyasî ya Kemalîstan di derbarê Tevgera 1925an de weha dibêje:

“Wekî ku di demekê de dihate zankirin û gotin: ‘Serhildana Şêx Seîd’; ne ew serhidan bû ku bi endîşe û mexsedên şexsî yên hinek mirovên cahil, muteasib, paşverû, xerab, dîndarên bêhiş û bêşiûr pêk hatîye.

Serhildana li Şerqê; bi xuyabûna xwe ya ji der ve, qaşo tenê wek tevgereke dînperest û şerîetparêz xuya dibû. Her wekî tevgereke çekdar a parastvanên “Dînê Ahmedî” û şerîetê bû.

Lêbelê ji alîyê nasname, ruh û naveroka xwe ve, ji alîyê mebest û mexseda tertîpkarên xwe ve; bi temamî tevgereke neteweyî ya kurd e, parastina damezrandina dewlet û hikûmeteke kurd dikirin.”[17]

Piştî mehkemekirinek şeklî û sîyasî, tenê di gruba Şêx Seîd Efendî de, li Dîyarbekirê biryara darvekirina ev serok û kadroyên tevgerê têne erêkirin. Di berîya hemû girtîyan de, biryara darvekirina Şêx Eyûbê Siwêrekî û Dr. Fuadê Dîyarbekirî tête dayin. “Di roja 28ê Zilhiceya 1343 (25ê Hezîran 1925)an de, bi biryara numro 341/69 ya mehkemeyê, biryara darvekirina şexsiyetên li jêrê tête dayin:

1- Şêx Seîd Efendî

2- Dr. Fuadê Dîyarbekirî

3- Şêx Şerîfê Siwêrekî

4- Şêx Ebdullahê Melekan

5- Kamil Begê Kurê Xalid (Varto-Tokliyan)

6- Feqî Hesenê Fehmî (Darahênî)

7- Hecî Sadiq Begê Valêrî

8- Şêx Îbrahîmê Çanê

9- Şêx Elî (Xarpêt)

10- Şêx Celal (Xarpêt)

11- Şêx Hesen

12- Mehmed Begê Îzet Begî (mintiqa Licê)

13- Salih Begê Hêneyî

14- Mistefa Begê Hêneyî

15- Şêx Ebdulayê Çanî

16- Şêx Umerê Çanî

17- Şêx Ademê Hêneyî

18- Qedrî Begê Madenî (Qumandanê înzibatên Madenê)

19- Mela Mehmûdê Pîranî

20- Şêx Şemsedînê Silîvanî

21- Şêx Îsmaîl (Ji gundê Termilê)

22- Şêx Ebdulletîf (Ji gundê Termilê)

23- Mele Emînê Bakilan

24- Ebdîyê Ereb

25- Mihemedê Kurê Xelîl (Ji gundê Qergepazarê)

26- Silêmanê kurê Hesenê (Ji Şînikê)

27- Mela Cemîlê Musyan (Mamoste)

28- Silêmanê kurê Umerê Hesinkar (Serokê eşîra Azê)

29- Silêmanê kurê Şerîf (Kixê)

30- Tahirê (katibê Feqî Hesen)

31- Hesenê kurê Salih Begê Hêneyî

32- Mehmûdê kurê Mistefa Begê Hêneyî)

33- Şêx Elîyê kurê Şêx Musa (Varto)

34- Hecî Xalidê Bokilan (Varto)

35- Temir Axayê Dîyadînî

36- Ebdulletîfê kurê Kamil Begê Xinûsî

37- Behrî Begê Vartoyî

38- Silêman Begê Vartoyî

39- Mihemd Begê Muşî

40- Şêx Cemîlê Zorabadî

41- Wusifê kurê Silêman (Çebaxçûr)

42- Elî Badan (Ji Eşîra Yamaç)

43- Xalidê Qergapazarî

44- Xalidê kurê Nadir (Ji cepheya Xarpêtê)

45- Tahirê kurê Mehmed

46- Tayib Elî

47- Husên Hîlmî (Qeymeqamê Çebaxçûrê)

48- Çerkezê kurê Yusif (xizmetkarê Şêx Seîd)

49- Hemîd (Cendirme)”[18]

Seyîd Ebdulqadirê serokê CTKê di dema darvekirinê de dibêje:

“Jixwe hûn di meseleya xerakirin û belakirinê de xwedî şuhreteke mezin in. We vira jî kir wek Kerbelayê. Vê yekê bizanin ku mirov bi bêwijdanîya xerabkirin û talankirinê şeref qezenc nake, nabe xwedî nav û deng.”[19]

Şêx Seîdê Efendî jî di dema darvekirinê de dibêje:

“Îro dawîya jîyana min a dinyayê ye. Ji ber ku ez dibim qurbanîyê milleta xwe, qethen nepoşman im. Bes ku nevîyên me, me li hemberî dijminan mehcûb nekin.”[20]

28.06.2018

[1] Bilal Şimşir, Kürtçülük [Kurdîtî]: 1787-1923, Bilgi Yayınevi, 2009, r. 305

[2] Oğuz Aytepe, Tarih ve Toplum, Yeni Belgeler Işığında Kurdistan Teâlî Cemîyetî, sayı: 174, Haziran 1998, r. 330

[3] Qedrî Cemîl Paşa (Zinar Silopî), Doza Kurdistan, Weşanên Bîr, 2007, Dîyarbekir, r. 51

[4] Tarık Zafer Tunaya, Türkiyede Siyasi Partiler, cilt: 2, İletişim Yayınları, 4. Baskı, İstanbul, 2010

[5] Hesen Hişyar, 63 yıl sonra Şeyh Said Direnişi, Kovara War, h.: 8, 1999

[6] Kovara Bîr, Hejmar: 2, Havîna 2005, Diyarbekir, r. 35-40, bn. Jiyan û Berhemekanî Îsmaîl Heqî Şaweys, Çapxaney Wezaretî Perwerde, Hewlêr, 2003

[7] Ahmet Mesut, İngiliz Belgelerinde Kurdistan (1918-1958), Weşanên Doz, “FO 371/10121” nolu ve 11 Kasım 1924 tarihli, 1992, Stenbol, r. 143

[8] J.b., r. 147, 148

[9] Kovara Bîr, Hejmar: 2, Havîna 2005, Diyarbekir, r. 35-40, Jiyan û Berhemekanî Îsmaîl Heqî Şaweys, Çapxaney Wezaretî Perwerde, Hewlêr, 2003

[10] Dr. Nuri Dêrsimî, Hatıratım [Bîranînên Min], Weşanên Doz, İstanbul, 1997, r. 47

[11] Kovara Bîr, Hejmar: 2, Havîna 2005, Dîyarbekir, r. 35-40, bn. Jiyan û Berhemekanî Îsmaîl Heqî Şaweys, Çapxaney Wezaretî Perwerde, Hewlêr, 2003

[12] Di derbarê Meseleya kurd de raporta bi dîroka 26.07.1923 yê Konsolosê Erzerumê Pavlovsky, bn. www.Newroz.com, 10ê Sibata 2008an

[13] Mele Xalid, Fehmî Firat kî ye? Kovara Bîr, hej: 7, Havîna 2007-Dîyarbekir, r. 212

[14] Di derbarê meseleya kurd de raporta bi dîroka 20.12.1922 yê Konsolosê Erzeromê Pavlovsky, bn. www.Newroz.com, 10ê Sibata 2008an

[15] Ahmet Mesut, İngiliz Belgelerinde Kurdistan (1918-1958), r. 143, Weşanên Doz, İstanbul, 1992

[16] Şevket Beysanoğlu, Anıtları ve Kitabeleriyle Diyarbakır Tarihi, cild: 3, r. 947, Ankara, 2001

[17] Ahmet Süreyya Örgeevren, Şeyh Sait İsyanı ve Şark İstiklâl Mahkemesi, s. 40-41, Temel Yayınları, İstanbul, 2002

[18] Ahmet Süreyya Örgeevren, Şeyh Sait İsyanı ve Şark İstiklal Mahkemesi, Temel Yay., İst., 2002, r. 276, 277, 278

[19] İsmail Göldaş, kovara War, hejmar: 8

[20] Hesen Hişyar, 63 Yıl Sonra Şeyh Said Direnişi, War, hejmar: 8, Bihar-Havîn 199, r. 36

Ji bo çavkanîyê bitikînin

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin