Seîd Gebarî

Seîd Gebarî

Mirin peyveka sar e… Dema ku mirov agahîya heval û hohgirekî, ya jî nas û dostekî xwe bigre, gotina ku bike namîne.

A+A-

Mirin peyveka sar e… Dema ku mirov agahîya heval û hohgirekî, ya jî nas û dostekî xwe bigre, gotina ku bike namîne. Ger ku ew heval û hogir, nas û dost hunermendek Kurd, pêşmergeyê zimanê xwe û mirovekî welatperwer be, wê gavê êş û jana di dilê merîya da cîh digre, bêtir zêde dibe.

İkram Oğuz

Gotineka ku mirov bîne ziman, hebe, ew jî di qirika merîya da dibe gilok û jê dernakeve. Mirov xemgîn dibe û di ser bîranînên xwe da vedigere. Bi gera nav bîranên xwe va sebr û tahamûla xwe tîne û aqirê dilê xwe sar dike.

Dilê min naxwaze peyva mirinê, ew peyva sar û bilerz jibo Seîd Gebarî bikarbînim. Ew koçberê welatê xwe bû. Bi caran ji axa bav û kalên xwe koçber bû û ji welatê xwe dûrket.

Lê tu car serê xwe li ber neyarên xwe xar nekir, bi huner û stranên xwe berxwedana xwe domand û dinya xwe ya tarî ronî kir. Mixabin îro jî bi koça xwe ya dawîyê ra, Gelê Kurd xemgîn, zimanê xwe yê şêrîn jî histuxar kir.

Seîd Gebarî ne tenê stranbêj û hunermend, ew di heman demê da pêşmerge û parêzerê zimanê Kurdî bû. Ziman ji bo wî kilam û stran, ken û henek, nan û av, ax û welat, reng û dengê jîyanê bû.

Di sala 1992an da, li Stenbola xopan min ew dît û ji nêzîk va nas kir. Me, li Stenbolê Kovara Deng û Rojnama Azadî diweşand. Ji bo danasîn û piştgirîya wan, li hinek bajarên Kurdistanê û li metropolên Tirkîyê şahîyên çandî lidarxistibûn. Ji bo wan şahîyan ji, çar parçeyên Kurdistanê hunermendên Kurd vexwendibûn.

Ji wan hunermandan yek jî Seîd Gebarî bû. Ji Başûrê Kurdistanê hat, bajar bi bajar gerîya û beşdarî hemû şahîyan bû. Dema ku em vedigerîyan Stenbolê, serê rojê hevalek diket milê wî û dibir di mala xwe da dikir mêvan, wek mêvanekî birûmet û qedirbilind.

Bi danê sibê ra dihat kargeha rojnamê û roja xwe bi me ra derbas dikir. Bi zimantirkîya me va qilf û henekên xwe dikir. Ji halê me ra digirî û dikenîya. Dûra destê xwe diavêt ber guhê xwe, li ser jîyana me bi tirkî kilam lihev dikir û distira.

Şahî qedîyan…

Karê Seîd Gebarî jî xilas bû. Qasî ku ji şahîyan kêfxweş bibû, ewqas jî ji jîyana me ya bi tirkî eciz bibû. Dema vegerê hatibû, vedigerîya Başûr.

Em di avahîya rojnameyê da li ser pîyan sekinîbûn, Seîd Gebarî jî yekoyek em hembêz dikirin û xatir ji me dixwest.

Berîya ku ji derî va derkeve, careke din li me vegerîya got:

“Ez bi hevnasîna we, pirr û pirr kêfxweş bûm. Hûn karekî birûmet dikin û ez we hemûyan careke din pîroz dikim. Lê hûn qasî ku jibo azadîya gelê xwe dixebitin, ewqas jî karê neyarên xwe hêsan dikin. Jiber ku hûn li alîkî daw û doza Kurdistaneke azad didomînin, li alîyê din jî bi zimanê neyarên xwe diaxifin û zimanê xwe yê zelal û şêrîn, bi destê xwe dikujin. Dewleta Kemalîst di nav 70ê salan da zimanê we guhart û mala we xirab kir, we jî di nav mehekê da mala min xirab kir û ez fêrî tirkî kirim…”

Seîd Gebarî neheq nebû.

Navê rojname û kovara me bi Kurdî, mixabin naveroka wan, ji % 90 bi zimanê tirkî bûn. Me daw û doza Kurdistaneke azad dikir, lê kar û barê xwe yên sîyasî û rojane jî dîsa bi zimanê tirkî bi rê va dibir.

Laşê me Kurd, mêjûyê me bi Tirkî dixebitî.

Di ser hevnasîn û rexneyên wî yên giranbuha ra 28 sal derbas bûn. Di wê navberê da Kurd, di warê sîyasî û çapemenîyê da gavên gelek balkêş avêtin. Îro di bin destên Kurdan da bi sedan kovar û rojname, radyo û televîzyon he ne.

Di bêrika her kurdekî da telefona baqil û înternet cîh digre.

Lê ew malxirabîya ku salan berê, me di nav mehekê da li Seîd Gebarî kiribû, Kurdên Bakûr îro wê malxirabîyê qat bi qat li Kurdên ku hê ji zimanê neyarên xwe dûr sekinîne, dikin û hem mala xwe, hem jî mala wan bihev ra xirab dikin.

Kul û kesrên Seîd Gebarî ya herî girîng jî ev malxirabîya Kurdan bû. Ronîya çavên wî ji alî neyarên Gelê Kurd va jê hatibû girtin.

Lê ew di koça xwe ya dawîyê da çavvekirî çû.

Ez bawerim, çavê wî dê hertim li ser me be, heta ku em li zimanê xwe yên şêrîn vegerîyan. Bi koça wî ya dawîyê ra xemgînim. Sebra xwe bi stranên wî tînim û dibêjim, bila cîhê te baxçê gulan, ezmanê te jî ala rengîn be.

Gazete Duvar

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin