Sedat Yurtdaş: Piştî biryara 688an pêvajoyeke nû ji bo kurdan dest pê kir

Sedat Yurtdaş: Piştî biryara 688an pêvajoyeke nû ji bo kurdan dest pê kir

.

A+A-

Mafnas û Endamê berê yê Parlamentoya Tirkiyê Sedat Yurtdaş li ser biryara 688an a Neteweyên Yekbûyî diyar kir: “Herêma Kurdistanê û Parlamentoya Kurdistanê ji wê biryarê pêk hat, ji ber wê yekê pêvajoyeke nû ji bo Kurdan dest pê kir.”

Parêzer Sedat Yurtdaş ji bajarê Diyarbekirê beşdarî bultena nûçeyan a K24ê bû. Sedat Yurtdaş diyar kir: “Biryara 688an pir girîng e. Ji karesat û bobelateke pir mezin, ji êrîşa Sedam şûnde bi milyonan însan koçber bûn, bê mal bûn, birçî man, tî man, li çol û çiyan man, lê di heman demê de jî careke yekemîn bû ku ji dema Neteweyên Yekbûyî hatibû damezrandin, biryareke gelek xurt da, ji ber vê yekê ji biryara 688an biryareke xêrê, ya statuyê qewimî ku kurd li dinyayê hatin naskirin û hatin parastin. Biryareke gelek xurt derket, em dikarin bibêjin ku qedera Kurdan bi wê biryarê hat guhertin.”

Sedat Yurtdaş destnîşan kir: “Gelek guhertin çêbûn. Him di raya giştî ya dinyayê de, him di nav têkiliyên dinyayê de û him jî têkiliyên nava Kurdan jî pir guherî. kurdan cara yekem bû ku sînor nas nekirin, bi zorê sînor derbas kirin, Başûr û Bakur yek bûn, di navbeyna wan de ji êş û azarê, ji tî û birçîbûnê, ji belengaziyê hevkarî û piştgiriyeke pir mezin çêbû, ev hevkarî, ev piştgirî û ev nêzîkbûn, gelek tiştên hêja li şûna xwe hişt û her ku diçe jî mezin dibe.”

Yurtdaş destnîşan kir: “Herêma Kurdistanê û Parlamentoya Kurdistanê ji wê biryarê pêk hat, ji ber wê yekê pêvajoyeke nû ji bo Kurdan dest pê kir. 5ê Nîsanê, bû biryara naskirina Kurdan ya li dinyayê.”

Berî 30 salan bi biryara 688an a Encûmena Asayişa Navdewletî ya Neteweyên Yekbûyî, herêma aram û dijefirînê li Başûrê Kurdistanê hat ragihandin, bi wê yekê re jî kurd ji êrîşên rêjîma Beis a Iraqê ya rûxandî hatin parastin.

 

Piştî bi dawîbûna şerê Kendavê yê duyem di sala 1991an de, Amerîka û Brîtanyaya di her du salên 1991 û 1992an de li Iraqê herêma aram ragihandin û weke herêma dijî firokeyan li bakur û başûrê Iraqê hate nasîn û ev jî ji bo parastina kurd û Şîeyan ji zulma Bexdayê bû.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin