Şam: Tirkiye hevkariya grûpên terorist dike

Şam: Tirkiye hevkariya grûpên terorist dike

Nûnerê herdemî yê Sûriyê li Netewên Yekgirtî Beşar Caferî ragihand, rêjîma Tirkiyê rêzê li cîrantiyê nagire û bi berdewamî hevkariya grûpên terorist dike.

A+A-

Nûnerê herdemî yê Sûriyê li Netewên Yekgirtî Beşar Caferî ragihand, rêjîma Tirkiyê rêzê li cîrantiyê nagire û bi berdewamî hevkariya grûpên terorist dike.


Duhî Encûmena Asayişa Navdewletî derbarê rewşa Idlibê de civiyabû. Di civînê de Nûnerê Sûriyê di Netewên Yekgirtî de Beşar Caferî got: “Em û Tirkiyê bi hukmê dîrok û erdnîgarîyê li vê navçeyê dimînin.
Derbarê Idlibê de Caferî got, hemû endamên Encûmena Asayişa Navdewletî dizanin pirsgirêkek li Idlibê heye û divê çareserî peyda bibe, lê ew sedema vê pirsgirêkê piştguh dikin û bi berdewamî Tirkiyê û hevalbendên hevkariyan alîkarîya grûpên teroristan dikin û ji rêkeftinên Astana û Sochi yên derbarê “herêma kêmkirina aloziyan” de dilsoz nabin.


Vê yekê hîşt Bereya Nusrayê ya terorist bi hezaran terorist di nava xwe de bihewîne û Idlibê û hin navçeyên derdora wê kontrol bike, welatiyên sivîl wek mertalên mirovî bikar bîne û hovîtirîn tawanan bi mafê wan bike. Bereya Nusrayê hemû  avahiyên kirine navendên girtina welatîyan û wan îşkence dike. 
Li gor lihevkirina Tirkiye û Rûsyayê di civîna Astana 6 de û di çarçova rêkeftina “Kêmkirina aloziyan” li Sûriyê de, artêşa Tirkiyê 12 xalên çavdêriyê li parêzgeha Idlibê ava kirin. Di çend rojên bûrî de jî, artêşa Sûriyê 2 navendên çavdêriyê topbaran kiribûn.   
 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin