Salih Muslim: Kuştina Sulêymanî Sûrîyê neçar dike bi Kurdan re dîyalogê bike

Salih Muslim: Kuştina Sulêymanî Sûrîyê neçar dike bi Kurdan re dîyalogê bike

Salih Muslim, Hevserokê Berê yê Partîya Yekîtîya Demokratîk (PYD) ku niha berpirsê peywendîyên derve yê wê hizbê ye, dibêje bi kuştina Qasim Sulêymanî rejîma Sûrîyê lawaz dibe û dê neçar dibe ku guftugo li gel Rêveberîya Xweser li Rojavayê Kurdistanê bike

A+A-

Navenda Nûçeyan- Salih Muslim di vê hevpeyvîna li gel Rûdawê, bi dûrî dizane ku Rojavayê Kurdistanê bibe meydana milmilaneya Amerîka û Îranê, ji ber ku Amerîkî ji wir vekişîyane û dibêje eger şer di navbera wan de rû bide, egera wê zêdetir e Iraq bibe qada şer û milmilaneyên wan herdu dewletan.

Rûdaw: Kuştina Qasim Sulêymanî, Fermandarê Supaya Quds a Supaya Pasdaran, çi karîgerîyê li ser Sûrîyê bi giştî û Rojavayê Kurdistanê bi taybetî dike?

Salih Muslim: Sulêymanî destê veşartî yê Îranê bû li nav Sûrîyê. Ji ber ku rêxistinên weke ‘Zeynebîyûn û Fatimîyûn’ li jêr fermana wî de kar dikirin. Di alîyê sîyasî û serbazî de karîgerîyeke zêde li ser rejîma Sûrîyê hebû.

Piştevanekî mezin bû bo rejîma Sûrîyê. Kuştina Sulêymanî bi zîyana rejîma Sûrîyê temam dibe. Eger Şamê heta îro derbarê meseleya Kurd lojîk û helwesta xwe neguhertibe, rûniştin û dîyalog li gel Rêveberîya Xweser qebûl nekiribe, ji ber hindê bû ku pişta xwe bi Îranê ve girê dida. Li gor min kuştina Sulêymanî heta radeyekê rejîma Sûrîyê lawaz dike. Dibe ku bibe sedemek bo rejîma Sûrîyê dawî li helwesta xwe ya tund bîne û li gel RêveberîyaXweser birûne.

Gelo piştî kuştina Qasim Sulêymanî, guhertinek bi ser sîyaseta Îranê ya Sûrîyê de tê?

Niha dîyar nîne ka guhertinek di sîyaseta Îranê de pêk tê li gel destbikarbûna şûngirê Sulêymanî, yan na. Hêvîdar im rejîm lawaz bibe û li gel Kurdan danûstandinên cidî bike.

Ji ber kuştina Qasim Sulêymanî, Îran gefên tolhildanê li Amerîkayê dixwe. Hêza Amerîkayê li bakurê Sûrîyê bi helqeya herî lawaz bi nîsbet Îran û milîşeyên danîne. Gelo tu pêşbînîya êrişeke Îranê bo ser hêzên Amerîkayê li wê navçeyê dikî?

Amerîka ji navçeyê Kurdnîşîn vekişîyaye û li ser sînorê Iraq û Sûrîyê ye. Beşek ji wan jî li derdora bîrên petrolê ne. Hêzên ser bi Îranê ve li navçeya me nînin. Dibe ku hinek Îranî li gel hêzên rejîmê hebin. Ji ber hindê pêşbînî nakim êrişeke  mezin li navçeya me bo ser hêzên Amerîkî rû bide û tolhildana Îranê li navçeya me be. Dibe li cihek din an jî zêdetir li Iraqê be.

Eger Rojavayê Kurdistanê bibe meydana yeklakirina milmilaneyên di navbera Îran û Amerîkayê de,  dê karîgerîyê li ser Rêveberîya Xweser bike?

Rêveberîya Xweser berdewam e li ser kar û barên xwe. Bi ya min milmilaneya di navbera Îran û Amerîkayê de karîgerîyekê li ser Rêveberîya Xweser nake. Ji ber ku weke min amaje pê kir, Amerîkî li vê derê nemane. Pêşbînî dikim rejîma Sûrîyê di wê milmilaneyê e lawaztir bibe û Rêveberîya Xweser nas bike. Eger vê yekê bike, Amerîka û Îran ji me dûr dikevin.

Wate kuştina Qasim Sulêymanî karîgerîyê li ser Şamê dike derbarê çareserkirina pirsa Kurd?

Bersiva vê pirsê girêdayî wî kesî ye ku şûna Qasim Sulêymanî digire. Eger ew kes weke Sulêymanî bi şîyan û zîrek nebe, nekare hevkêşeya navbera Zeynebîyûn û Fatimîyûn bi başî îdare bike, ev yek dê rejîmê ber bi lawazbûnê ve bibe. Bi taybetî li Idlib û cihên din rejîm di şer de ye. Dema rejîm lawaz dibe, dê neçar bibe ku danûstandinan li gel Rêveberîya Xweser bike. Dibe bi vî şêweyê erênî be, lêbelê ev der Rojhilata Navîn e û tişt bilez guhertin bi ser de tên.

Piştî kuştina Sulêymanî ti guhertinek dê di helwesta Rûsyayê de bê dîtin?

Me ti guhertinek di helwesta Rûsyayê de nedîtîye. Lêbelê nabe em jibîr bikin ku her sê, ‘Rûsya, Îran û Sûrîye’ hevbeş in. Bêguman Sulêymanî beşek bû ji rêkevtina di navbera van hersê alîyan. Aktorekî vê proseyê Sulêymanî bû. Rêkevtina sê alî çi bi ser de tê, em jî nizanin?

Proseya danûstandinên rasterast û nerasterast li gel Şamê di çi astê de ne?

Ti guhertinek nîne. Soza Rûsyayê hebû, guftugo dê navbera me û Rûsyayê, Rûsya û Şamê de hene. Sûrîye naxwaze li gel Rêveberîya Xweser guftugoyan bike. Tişta di vê meselê de erên ye, Rûsya xwe weke garantorek di vê meseleyê de nîşan dide. Bi ya min di demeke nêzîk de guftugo ber bi qonaxeke din ve diçin û danûstandin li gel Şamê dest pê dikin.

Tirsek heye ku Tirkîye ji meseleya kuştina Sulêymanî sûd wergire û planên xwe yên li dijî Kurdan cîbicî bike. Heta çi radeyekê egera vê yekê heye?

Bawer nakim ev rû bide, ji ber ku Sulêymanî ji Tirkîyê dûr nebû. Peywendîyên Sulêymanî û Hakan Fîdan gelek bihêz bûn. Hemahengî û planên hevbeş hebûn. Sulêymanî li dijî rûdanan ranewestîya, belkû bi rêkevtin li gel Sulêymanî planên xwe cîbicî kirin.

Li gor boçûnên beşek ji çavdêran qonaxa piştî kuştina Qasim Sulêymanî bo kurdan wek sala 2003 lê tê. Nêrîna te çi ye li ser mijarê?

Li gor min derfeta sala 2003 bi şêweyeke cîyawaz bû. Tişta girîng di vê qonaxê de yekbûna Kurdan e. Kurdan stratejîyeke hevbeş nîne. Niha jî dijmin dikare me li dijî hev bikar bîne. Eger Kurd gotar û stratejîya xwe yek bixe, derfet zêde ne. Di vê qonaxa dîrokî de yekrêzîya Kurdan pêwîst e. Niha alozîyeke mezin baskê xwe bi ser Rojhilata Navîn de kêşaye. Ew a ku em dizanin û dîyar e, kuştina Qasim Sulêymanî bê sedem nebûye û ne tesaduf e. Biryara kuştina Sulêymanî piştî xwendin û guftugoyên zêde hatîye dayîn. Dibe wan hesab bo karvedanên Îranê jî kiribin. Di egera karvedana Îranê de dûr nîne ku Ameîrka bi tundî bersiv bide. Ev alozîyan zêdetir dike.

Nebe ev qonax, bi qonaxa 2003an bê berawirdkirin. 2003 bo Başurê Kurdistanê derfeteke mezin bû. Lêbelê perçebûna Başur di wê demê de rê neda Kurd zêdetir sûd ji wê derfetê bibînin. Berî çend rojan parêzgarê Kerkûkê got, “Eger lîsta birayetîyê rêkevtin heba, ez niha parêzgarê Kerkûkê nedibûm.” Wate eger PDK û YNK rêkevtiban, li Kerkûkê cih bo kesekî din namîne, eger em bikarin sûd ji ezmûna berê werbigirin, li gor min rojên dîrokî çaverêyî me ne.

Rudaw

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin