Romaneke Nû ya Mehmed Dehsiwar: Çepera Giran (Şerê Merdan û "Nemerdan")

Romaneke Nû ya Mehmed Dehsiwar: Çepera Giran (Şerê Merdan û "Nemerdan")

.

A+A-

Rohat ALAKOM

Romana Mehmed Dehsiwar Çepera Giran (Apec, 2018, 426 rûpel) cildê duwem a rêzeromana wî pêk tîne. Cildê yekem ê rêzeromanê di sala 2017an de bi navê Şopa Xeterê hat weşandin. Di derbarê vê romanê de danasîneke min him di malpera Rûpela Nû û him jî di kovara Bîrnebûn de derketiye (Bîrnebûn, nr 70/2018). Vê gavê em nizanin wekî ev rêzeroman ê ji çend cildan pêk bê. Belkî di demên pêş de cildek dîsa derkeve.

Romana Çepera Giran bi gereke lehengê romanê Merdan ligel dilketiya wî xanimeke swêdî Anîtayê dest pê dike. Vê carê em lehengê romanê Merdan li Swîsreyê dibînin (Nivîskar navê Swîs bi kar tîne). Ew dibe mêvanê hevalekî xwe Dîyar û keçka hevala wî Angelîka. Dîyar mihendisê teknîkê ye, ev du sal in di dikaneke ku alavên teknîkî difroşe de kar dike. Merdan dixwaze ligel wî karê bazirganiyê bike û gotinên xwe dikin yek. Dema hevalê Merdan, Behrî berî demekê li Stembolê tê kuştin di kaseya wî de niftekeyek tê dîtin. Nifte, nifteye kasaya ku Behrî li bankeyeke Swîsrê de vekirîbû ye. Merdan dema diçe kaseyê vedike dibîne ku nameyek û defterek tê de heye. Li ser zerfa nameyê navê Merdan xuya dike. Behrî di vê nameyê de dîyar dike ku hemû sermaye û milkê wî ji Merdan re maye. Piştî vê gera Swîsrê Merdan tê Swêdê û demekê şunda berê xwe dide Stembolê. Gelek pirsgirêk, qeza û bela li benda wî ne. Lê belê ew natirse û bi cesaret û bi zanîn diçe ser van dijwariyan.

Çawa tê zanîn piştî cuntaya leşkerî (1980) rewşa Tirkiyê her ber bi xirabiyê ve diçe. Yek ji wan pirsgirêkên here mezin jî tekoşîn û serhildana kurdan e. Lê belê hêzên fermî yên dewletê yên ku di nav dewletê de dewlet pêk anîne, çawa ku êrîşên çaralî dibin bi giştî dibin ser kurdan, her wiha fersendê nadin bazirgan û karmendên kurd jî ku bibin xwedîyê sermaye û karên xwe bi pêş ve bibin. Di romana Çepera Giran de çawa xwendevan dibîne lehengê romanê Merdan hatiye Tirkiyê û dixwaze ku pergalekê bide karên şîrketên xwe yên ku berbi hilweşînî ve diçin û hatine ber îflasê. Hêzên tarî êrişên xwe yên li hemberî kurdan li bajarên mezin zêdetir kirine/dikin. Kuştina heval û dostê wî Behrî hertim di romanê de tê peyivîn û tê bi bîr anîn. Niha Merdan û çend hevalên xwe divê çareyekê li hemberî van êrişên nîv-mîlîter û nîv-fermî bibînin. Di hişê Merdan de ”şerekî modern û nihênî” heye. Wek metodên ku dijmin bi kar tîne ew jî dixwaze bi heman zimanî bersîvê bide wan. Çawa ev hêz bi alîkarîya ajan û sixûrên xwe karê casûsîyê dimeşînin Merdan jî ligel hevalên xwe dest bi çalakiyên kontra-casûsiyê dike. Di vî warî de biserketi karê xwe dimeşînin. Di dawiyê de ew xwe dighîne hin agahî û zanyariyên gelek nihênî, dokumen û kasetan. Eger ew, van agahiyên giring bighîne raya giştî û medyayê hingê mala van komên dewletê yên nîv-mîlîter dişewite. Merdan vê yekê wek mesaj ji wan re radigihîne. Niha şerê Merdan û ”nemerdan” dikeve pêvajoyeke nû. Mirov di romanê de dibîne ku Merdan û koma dora wî pozîsyona xwe xurt kirine.

Di romanê de gelek bûyer diqewimin. Yek ji wan jî serpêhatiya Delîl e. Delîl xortekî ji devera Dîlokê (Entep) ye. Ew carekê ligel duwanzdeh hevalên xwe dibin hedefê êrişên helîkoptereke tirk. Ew di cîh de can didin, tenê Delîl bi birîndarî xelas dibe. Birînên wî gelek giran in. Nikare zêde bilive. Xwe bi erdê re dixuşikîne û bi zorê xwe digihîne gundekî nêzîk. Lê belê ew gund jî gundekî kurdên ku nêzî dewletê ne. Gelek kurdên ku bi navê ”parêzgerê gundan” (cerdevan) hatine nasîn û ji dewletê maeş distînin li vî gundî dijîn. Delîl diçe li ber maleke hinekî dûrî gund disekine û alîkariyê dixwaze. Xwedîyê malê dema dibîne yekî birîndar li ber deriyê wî melisiye û di nav xwînê de ye, tavilê şikê dibe ser şervanên kurd ”terorîstan”. Ew yekser hewil dide ku wî bikuje, lê jin û keça parêzgerê gund ji vê yekê razî nabin. Mêrê malê bêhizûr e. Hişê wî tevlihev dibe, dikeve nav streseke mezin. Tiştekî ku bikaribe bike jî tune ye. Piştî ku li gor îmkana xwe birînên wî paqij dike û bi paçekî ser wan digire, dilezîne ku zûtirekê wî ji mala xwe bi dûr bixe ku dewlet şikê nebe ser wî. ”Zû here ku tu di mala min de nemirî” ew dibêje. Di dawiyê de xwedîyê malê ji ber neçariyê wî bi traktora xwe dibe li kêleka bajêr cîhekî datîne û vedigere tê gundê xwe.

Çima hemû hevalên wî mirine, şehîd ketine, lê ew xelas bûye? Beşeke bersîvên vê pirsê şik û gumanên ne di cî de jî ji teref hevalên wî ve peyda dibin. Ev gilî û gotin diçin guhê Delîl jî. Hezar tişt di hişê Delîl re derbas dibin. Divê ew vê carê bersîva gelek pirsan bide. Hîsa sucdariyê serê wî gelek mijûl dike. Nivîskar li vir naxwaze rûhiyeta mirovan û hîsên ku di hundirê wan re derbas dibin bavêje alîyekî, wan jî derdixe pêş. Çawa em di romanê dibînin ku Delîl paşê tê Stembolê, Merdan wî hildide ser kar. Delîl yek ji wan kesan tê hesibîn ku Merdan zêdetir di romanê de baweriya xwe pê tîne.

Serpêhatiya Delîl rewşa Sadî jî tîne bîra me. Ew ji destpêkê ve ligel şîrketa Merdan kar dike. Paşê dema eşkere dibe ku ew sucdar tê dîtin û sixûriyê wî dîyar dibe, barê li ser wî yekcar giran dibe. Ew li ber çavên dost û hevalan û endamên malbata xwe rûreş bibe. Berî ku xwe bikuje Sadî ji Merdan û hevalên wî re bi eşkere dîyar kiriye ku wî bi hemdê xwe û bi zanetî ev karê ajaniyê nekiriye. Xuya dibe ku Husem Bînbaşî bi nîyeta ku êrişî jin û zarokên wî bike ew çavtirsandî kiriye. Çendî ku Sadî li xwe mûkir hatiye û Merdan jî ew hinekî efû kiriye, dîsa jî Sadî biryar dide û di dawîyê de xwe dikuje. Berî kuştina xwe spasiya xwe bi telefonê digihîne Ezîz, yek ji hevalên Merdan û ricayekê ji wî dike: ”Ger tiştek bi serê min ve were, xweyitî li malbata min bike”. Sadî rojekê berî ku Husam Bînbaşî û xwe bikuje diçe taxa Mahmudpaşayê û li wir demançeyekê distîne. Bo ku bizanibe ka demançeya wî baş kar dike yan na, ew diçe taxeka Stembolê ya bi navê Daristanên Belgradê û çend destan demançeya xwe diceribîne. Rojtira din ew berê xwe dide taxa Eyubê. Li wir lêdixe Husem Bînbaşî dikuje û pişt re guleyekê jî berî mêjiyû xwe dide.

Zilma ku Husem Bînbaşî li jin û zarokên wî kirine ne bese, vê carê mecbûr dimîne ew jî zilma here mezin li xwe dike! Mînakên Delîl û Sadî bi vekirî nîşan didin ku biryarên di mehkûmkirina mirovan de dema bêbingeh bin an jî zûzûka bên dayîn, wê çaxê ew dikarin di civatê de bibin sedemên bêdadiyên gelek mezin.

Di nav vê pevçûn, şer, xirecir û qelebalixê de carina em di romanê de rastî şopên evîn û evîndariyê jî tên. Bahoz û Merdan havînê dema bona karekî diçin Sîlîvrîyê çend rojan di maleke kevin de dimînin. Li wir ber avê rastî du keçikan tên. Navên wan Zerîn û Nesrîn in. Keçik dixwazin wan nas bikin û bi wan  re bibin heval. Ev romansa (serpêhatiya evînê) ku bi serê wan re derbas dibe, gelek kurt diajo. Paşê xatir ji hev dixwazin.

Di romanê de jina ku herî zêdetir bala me dikşîne Şanaz e. Navê lehenga jinîn Şanazê di pirtûka yekem a vê rêzeromanê de jî derbas dibe. Dilê Merdan wê demê zêdetir bi evîneke platonîk ketibû Şanazê. Lê belê di romana Çepera Giran de Merdan û Şanaz dema hev dibînin, devê wan her di devên hev de ye û ji maçan têr nabin. Tenê peyvên şirîn ji devên herdu dilketiyan dibarin. Herçendî ji ber zêdebûna karên Merdan hevdudîtinên wan kêm dibin jî, lê bona careke din hev bibînin gelek bêsebir dibin. Bona ku serê Şanazê nekeve belayê, heta ji destê Merdan tê bi fesal tevdigere. Şanaz gelek dixwaze pê re bizewice û herdu jîyana xwe bikin yek. Miroveke ku her kesê xwe winda kiriye, naxwazê vê carê Merdan jî winda bike. Merdan jî gelek ji Şanazê hez dike. Ew zane û hîs dike ku dilê wî ketiyê û êdî çare nabe. Carekê bêyî ku bifikire û plan bike lingên Merdan wî dibin dikana zêrfiroşekî. Li wir gustîleke zêr distîne û berê xwe dide mala Şanazê ku li taxa Sariyerê dimîne. Dema taştê dixwin, Merdan vê gustîlê dixe binê fîncana Şanazê. Heman di wê demê de karekî Merdan derdikeve û ew bi lez diçe derva. Dema Şanaz fîncanê hildide, ew dibîneke di binê fîncanê de gustîleke zêrîn şewq dide, dibiriqe. Şabûna wê bêsînor e. Di jîyana xwe de ew rastî surprîza here mezin tê. Paşê Merdan dergehê dilê xwe bi temamî ji Şanazê re vedike. Ew dixwaze di nav demeke kurt de ligel Şanazê herin Amedê, mala bavê xwe û bi şahiyeke piçûk nîşana xwe bikin. Wisa jî dikin.

Dema vegera Stembolê herdu dilketî fikrê xwe dikin yek ku herin paytextê Swêdê, Stockholmê. Bi vî tehrî Merdan heta demekê be jî ji derd û kulên dinê, xeterên mezin xelas dibe. Nas û hevalên wî yên nêz jî xwestibûn ew demekê ji ber çavan winda bibe. Şanaz heta çendekî ji cîhê karê destûrê distîne. Ew di taxa Galatasarayê di buroyekê de kar dike. Roman bi vê sefera Stockholmê diqede. Bahozê hevalê wî jî ligel wan rêwitiyê dike. Berî ku bê Stembolê ew li Swêdê bi karê erebetemîrkirin, kirîn û firotina wan ve mijûl bûye. Kurdekî ji Çewlikê ye. Bahoz jî di salên 1980yî de wek bi hezaran kurdên din koçberî Swêdê kiriye. Çawa xuya dibe bûyerên ku di romanê de derbas dibin li ser coxrafyake gelek berfireh te pêk tên. 

Ev nûçe 1239 caran hatiye xwendin
Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin