Amerîkayê êrişa li mala Nêçîrvan Barzanî bi tundî şermezar kir

Amerîkayê êrişa li mala Nêçîrvan Barzanî bi tundî şermezar kir

.

A+A-

Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê êrişa komên çekdar a li mala Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ya li Duhokê "bi tundî" şermezar kir.

Wezarerê ragihand ku ev êriş ji aliyê "mîlîsên terorîst" ên ser bi Îranê ve hatiye kirin.

Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê îro berê sibehê derbarê êrişa li mala Serokê Herêma Kurdistanê daxuyaniyek belav

Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê got, "Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê bi tundî û bêyî ti dudiliyê êrişên terorîstî yên qirêj ên mîlîsên biwekalet ên terorîst ên Îranê yên li Îraqê şermezar dike ku li dijî cihê rûniştina taybet a Nêçîrvan Barzanî hatine kirin."

"Êrişa li ser serweriya Îraqê"

Wezaretê diyar kir ku ev karên Îran û wekaletên wê "êrişeke rasterast in li ser serwerî, aramî û yekparçeyiya Îraqê."

Roja şemiyê bi dronan êrişî Duhokê hatibû kirin û yek ji wan dronan ber bi mala Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ve hatibû şandin.

Serokê Herêma Kurdistanê ji Rûdawê re ragihandibû ku eger komek heqê êrişê li ser cihê Serokê Herêmê di xwe de bibîne, ev bipêşketineke metirsîdar e.

"Êrişeke tirsonekî ye"

Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê her wiha got:

"Em bi tundî wî karê terorîstî yê bêserûber û tirsonekî red dikin ku Îran û wekaletên wê yên terorîst li Herêma Kurdistanê û seranserê Îraqê pêk aniye."

Ev êriş di astên navxwe, herêmî û navneteweyî de hat şermezarkirin.

Îranê ragihand ku ti pêwendiya wê bi êrişê re nîne û Amerîka û Îsraîl tohmetbar kirin.

Serokwezîrê Îraqê jî soz daye ku dê li ser vê mijarê lêkolîneke cidî were kirin.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin