Partîya Welatparêzên Kurdistanê :  Em helwesta Emnîyeta Diyarbekirê ya li dijî Alaya Kurdistanê protesto dikin

Partîya Welatparêzên Kurdistanê : Em helwesta Emnîyeta Diyarbekirê ya li dijî Alaya Kurdistanê protesto dikin

.

A+A-

Tîmên polîsên ser bi Emnîyeta Diyarbekirê ve bi hinceta ku "Fermana jor heye, hûn nikarin vê alayê li vir bikar bînin", di van rojên dawî de li Diyarbekirê di 3 çalakîyan de midaxaleyî Alayên Kurdistanê kirin.

Partîyên kurdistanî û kesayetên serbixwe, êvara 20ê adarê di pîrozbahîya Newrozê û roja 25ê adarê jî protesto kirina êrîşên Dewleta Îranê yên li ser Başûrê Kurdistanê,li Amedê, Newrozê li Qada Şêx Seîd, bi Alayên Kurdistanê 2 çalakî li dar xistin. Polîsên Diyarbekirê di herdu çalakîyan de jî hewl dan ku Alayên Kurdistanê ji destê xelkên li qadê ne bistînin. Helbete ku beşadaran Alayên Kurdistanê teslîmî polîsan nekirin.

Di roja 28ê adarê de, li Diyarbekirê, grûbeke ku xwest bi Alayên Kurdistanê beşdarî konferansa ji bo avakirina rêxistina ‘’Platforma Neteweyî ya Kurd’’ bibin, rastî midaxaleya polîsan hatin û 25 kesên ku Alaya Kurdistanê hilgirtibûn hatin binçavkirin. Piştre ev 25 kes hatin berdan.

Nirxên neteweyî yên miletekî, perçeyek ji hebûna wî ne. Ji ber vê yekê, ev helwesta polîsên Emnîyeta Diyarbekirê ya li hemberî Alaya Kurdistanê, berî her tiştî heqaret û bêhurmetî ye li hemberî sembola neteweyî ya miletê Kurd û gelê Kurdistanê.

Alaya Kurdistanê, alaya neteweyî, niştimanî ya gelê Kurdistanê ye. Herweha ev alaya, alaya Herêma Federe ya Kurdistana Iraqê ye ku ji aliyê Destûra Dewleta Iraqê û Dewleta Tirkiyeyê jî di nav de hemû dewletên cîhanê ve bi fermî tê naskirin. Ev alaya, di hevdîtinên Serokkomar, wezîr û gelek rayedarên Komara Tirkiyeyê yên bi rêvebirên Herêma Federe ya Kurdistana Iraqê re, gelek caran bi awayekî fermî li gel Alaya Tirkiyeyê cîh girtîye. Midaxalekirina vê alayê û îdîakirina qedexebûna wê, binpêkirina prosedurên fermî yên Dewleta Tirkiyeyê û hiqûqa navneteweyî ye jî.

Çend biryarên dadgehên Dewleta Tirkîyeyê yên di derbarê ku Alaya Kurdistanê ne qedexe ye de

Ji alîyê din ve di derbarê ku Alaya Kurdistanê li Tirkiyeyê ne qedexeye de gelek biryarên Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) û dadgehên herêmî hene.

Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM), Dadgeha Cezayê Giran a 2yemîn a Wanê, Dadgeha Herêmî ya Erziromê, Serdozgeriya Komarê ya Diyarbekirê di tarîxên cuda cuda de, bi zelalî biryar dane ku Alaya Kurdistanê ne qedexe ye, Alaya Fermî ya Herêma Federe ya Kurdistana Iraqê ye.

Êrîşên li ser Alaya Kurdistanê, nişana tirs û bêtehamulîya li himberî hişmendî û hişyarîya neteweyî ya miletê Kurd e

Li Bakurê Kurdistanê hişyarî û hişmendîya neteweyî ya miletê Kurd her ku diçe geş dibe û sembola yekemîn ya vê hişyarîyê xwedîderketina li Alaya Kurdistanê ye. Alaya Kurdistanê, nîşana herî xwerû û dîyar ya helwesta neteweyî ya miletê Kurd e.

Helwesta polîsan a li hemberî Alaya Kurdistanê, nîşaneya tirs û bêtehamulîya vê hişmendî û hişyarbûna neteweyî ya miletê Kurd e.

Eşkere ye ku ev helwesta polîsên Emnîyeta Diyarbekirê ne tesaduf e û nişane û destpêka pêkanîna biryar û siyaseteke nû û stratejîk ya Wezareta Navxwe ya Dewleta Tirkîyeyê û ya Dewleta Tirkiyeyê bi xwe ye ku ji Diyarbekirê dane destpêkirin.

Divê li dijî Emnîyeta Diyarbekirê, Parêzgarîya Dîyarbekirê û Wezareta Navxwe ya Dewleta Tirkiyeyê doz were vekirin

Ji ber vê helwesta kêfî, neyasayî û derveyî hiqûqê ya polîsên Emnîyeta  Diyarbekirê ku biryarên dadgehan jî tune dihesibîne û heqaretê li sembola neteweyî ya hemû Kurdên cîhanê dike; em bang li Baro û Hiqûqnasên li Kurdistanê dikin ku li dijî Emnîyeta Diyarbekirê, Parêzgarîya Diyarbekirê û Wezareta Navxwe ya Dewleta Tirkîyeyê doz were vekirin.

Em helwesta polîsên Emnîyeta Diyarbekirê ya li himberî Alaya Kurdistanê protesto dikin.

Em bang li hemû partîyên siyasî yên kurdan, sazîyên civaka sivîl, sazîyên hiqûqnasan û mafên mirovan, rewşenbîr, hunermend, siyasetmedar û hiqûqnasan dikin ku di vê mijarê de helwesteke bi bandor û hevpar nîşan bidin.

Werin em bi hev re ji vê helwesta polîsên Emnîyeta Diyarbekirê ya hemberî Alaya Kurdistanê ku bi tu awayê nayê qebûl kirin re bibêjin "na", em di her çalakîya xwe de li Alaya Kurdistanê xwedî derkevin..

29.03.2026

Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin