Mahmûd Kilinc

Mahmûd Kilinc

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

Rewş asayî dibe

A+A-

Di salên 60î da Serokwezîrê Tirkîyê yê wê demê Suleyman Demirel serdana bajarê Antalya dike, ji Antalya berve Alanya diçe, li ser rê gundekî hinek mezin heye navê wî “Kurdler” e.

Demirel ji yên gel xwe dipirse, “çima navê vir Kurdler e?” Jê ra dibêjin ku hinek malbatên Kurd koçî vî gundî kirine, ji dest vê navê wî kirine Kurdler.

Ev dibêje, “biguherin û bikin Turkler.”

Diguherin û dikin Turkler, a ya wezîrê karê derva Tirkîyeyê Mevlut Çavuşoglu ji Kurdlera berê ku nuha Turklerê ye.

Ji malbatek ji Ruhayê ye û têt gotin bi esil Kurd e.

Mevlut Çavuşoglu ewil serdana Bexdadê û paşê jî serdana Hewlêrê kir, li Tirkîyeyê û Bexdadê hinek tûnd, lê li hewlêrê helwesta xwe guhert û peyamên wî yên “nerm” balê kişand.

Piştê biryara rapirsînê çûn û hatina rayedarên Îran û Tirkîyê bêhtir bûn, herweha peyam û gefên wana jî…, lê rewş diguhere.

Mînaka herê berbiçav, bersiva serokwezîrê Tirk bû, bona banga serokê Partîya Bizava Neteweyî (MHP) ku gotibû, “Rapirsîn sedema ragihandina şer e”, lê serokwezîrê Tirk bersiv da û got, “rapirsîn nabe sedema şer.”

Biryara rapirsînê ya başûrê Kurdistanê li ser dewletên dagirker, tayebetî li ser Îran û Tirkîyeyê bûbû sedema metirsîyek fireh.

Taybetî rayedarên Komara Îslamîya Îranê ketin nav telaşekê, li hêlekê serdana Tikîyeyê û Iraqê kirin, li hêla din, him berpirsyarên siyasî û him jî yên eskerî peyamên tûnd dan, heta berpirsyarekî eskerî gef xwarin.

Jixwe, kes hesabê “Dewleta Suriyeyê” nake, hewceyê serdana Şamê jî nabînin, bawer dikim Îran li ser navê Şamê jî diaxife û Şam, Tirkîyê berpirsyarê kaos û şerê navxweyî Suriyê dibîne û Tirkîyeyê jî hemû pireyên di navbera xwe û Suriyê da rûxandine.

Kesên berîya sih salan bibîr tînin, dê zaninbin ku her şeş meh hersê dewlet, ango Tirkîyê, Îran û Iraq bi dor li paytextên van dewletan lihev dicivîyan û taybetî, siyaseta derbarê Kurd û Kurdistanê da gengeşî dikirin, ceribandinên xwe bi hev ra parve dikirin.

Lê belê, qeremol û metirsîya roja ewil nema, hêdî hêdî rewş asayî (normalize) dibe, gef şûna xwe li hinek peyamên dîplomatîk û “nerm” ra dihêle.

Ger weha here, heta roja rapirsînê xwînsarî dê serdest be, jixwe  rêya rast ev e û dereng be jî ev dê bêt fam kirin.

Rêgeh cihê bin jî rasti yek e, ger şert û mercên Rojhilata Navîn bên dîtin, kaos û qeremola li hêrêmê û encamên wê, bi aqlekî rasyonel bêt nirxandin dê bêt dîtin, ku rapirsîn û encamên wê, berevajî xerakirina aramîya herêmê dê rêya aramîyek herdem biafirîne.

Bi gotinek din, rapirsîn û ragihandina serxwebûna Kurdistanê, dê ji berê bêhtir xizmeta aramîya herêmê û têkoşîna li dijî terorê bike, em dizanin ku li herêmekê demokrasî û geşdarîya civakî herçiqasî fireh û bilind bibe, zemînê ajdana rêxistinên terorîst jî ewqas namîne, an gellekî lawaz dibe.

Dîroka mirovahîyê selmandiye, ku gendelî, neheqî, çavsorî û rejîmên nijadperest û totalîter herdem zemînê tûndiyê amede dikin, herêma Rojhilata Navîn mînaka herê berbiçav e.

Nuha, gellek kes bi pîvan û paradigmayên berê diaxifin, li ser rewşa herêmê disekin.

Heçkû, him pîvanên berê di cîhana berê da man û him jî paradigmaya dewletên li herêmê hat guhertin û herweha, cîhan jî ne wekî berê têkilî herêmê dibe, dewlet û rêxistinên ku bi paradigmayên bîst sih salên berê helwest digrin, li siyaseta xwe ra dikin pîvan û çarçowe, bila şika we tine be ku ew dê di cîhana îro da wenda bikin.

Hinek tişt, taybetî di roja me da ne bi vîna mirov diqewimin, hinek prose hene ku şert û merc neçar dikin, ev dibe bergeha (îstikamet) paşeroja jîyana civakê.

Wekî min got, herweha kesên bi aqlekî rasyonel difikirin jî heman tiştî dibêjin; ev jî, roja ku rapirsîna serxwebûnê bi serketî encam girt, her kes, sazî, civak û dewletên pêywendîdar dê zanibin ku li Rojhilata Navîn pirsa Kurd û Kurdistanê bi proseyên demokratîk çareser dibe.

Proseyek weha, dê bawerîya civakê derbarê pirsgirêka Kurd û Kurdistanê da di bergeha pozitîf da biguhere, ev jî serketin û destkevtinek giranbûha ye.

Di sed salên dawî da neteweya Kurd gellek bedelên giran dan, tûşî qetlîaman, koçberiyê û wêrankariyê hat, bê guman karesata herê mezin gelê Kurd dît, lê dagirkeran jî him bi canî û him jî di hêla aborî da wendayîyên mezin dîtin.

Rapirsîn û ragihandina serxwebûnê, bawer dikim dê hemahengîya hêz û dewletên herêmê biguhere, kesên ku li meydanan bi dengekî bilind diaxifin û gefan dixwin dê nikanibin rastiyê biguherin.

25.08.2017/Semsûr

 

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin