Rewangeha Sûrî: Tirkiye binkeyeke leşkerî li hember Eyn Îsa ava dike

Rewangeha Sûrî: Tirkiye binkeyeke leşkerî li hember Eyn Îsa ava dike

.

A+A-

Tirkiye li hember bajorokê Eyn Îsa yê Rojavayê Kurdistanê, baregeheke nû yê leşkerî çêdike û di bombebarana derdora bajarok de, du welatiyên sivîl birîndar bûn.

Li gor çavkaniyên xwecîhî, komên çekdar ên girêdayî Tirkiyê, gundên Hoşan û Xalidiyê yên li devera Eyn Îsayê û rêya M4 topbaran kirin. Ji ber topbaranê du kes birîndar bûn û zirarên madî jî li mal û milkên xelkê ketine.

Herwiha Rewangeha Mafên Mirovan a Sûriyê daye zanîn; Tirkiye binkeyekî nû li hember bajarokê Eyn Îsayê ava dike, ji bo vê jî dest bi kolandina xendeqan û veguhestina alavên leşkerî bo wê binkeyê nû kiriye, ev jî duyem binkeya nû ya leşkerî ye, ku di van demên dawî de ava dike.

Artêşa Tirkiyê di 19ê meha borî de, yekem binkeya serbazî ya nû li gundê Temamê yê ser bi Eyn Îsayê vekir, ku tenê 2 kîlometre ji navenda bajarokê Eyn Îsayê dûr e.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin