Komeleya Çalakvanên Mafê Mirovan a Îranê: Rewşa karkeran xirabtir bûye û xwepêşandan zêde bûne

Komeleya Çalakvanên Mafê Mirovan a Îranê: Rewşa karkeran xirabtir bûye û xwepêşandan zêde bûne

.

A+A-

Komeleya Çalakvanên Mafê Mirovan a Îranê bi boneya Roja Kedkaran a Cîhanî raporek berawirdkirî ya du salan li ser rewşa karkeran belav kir û diyar kir, rewşa karkerên Îranê di sala 2023an de bi berawird sala pêştir gelek xerabtir bûyê û xwepêşandan û nerazîbûn zêdetir bûne.

Komeleyê di raporê de aşkere kir, “Li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê di heyama 12 mehên borî de, 1680 karker di kar de mirine, ku navên 1514 kes ji wan karkeran, di 10 raporên fermî de hatine tomarkirin, lê hikûmetê tenê navê 166 karkeran belav kiriye.”

Amarên mirina karkeran wiha ye:

- Ketina ji bilindahiyan: %24

- Agir: %20

- Hilweşîna avahiyan: %10

- Ji ber birîndarbûnê: %8

- Bûyerên kargehên pîşesaziyê %8

- Xeniqîna di bîran de: %7

- Elektrîk: %5

Di heman heyamê de, 8199 karker di kar de birîndar bûne, ji wan navên 7517 kesan di 8 raporên fermî de hatine, lê di raporên saziyên sivîl de tenê navê 682 karkeran hatiye diyarkirin.

Li gor amarên Komeleya Çalakvanên Mafê Mirovan a Îranê, di heyama 12 mehên borî de, 84 hezar û 226 karkeran pirsgirêkên wan ên mûçeyên paşdemayî hebûne:

- Saziyên giştî (hikûmet): %54

- Saziyên taybet: 31%

- Sektora enerjiyê: 4%

- Aşkerenebûne cihê kar ê %11ê karkeran

Herwiha di vê heyamê de, 528 xwenîşandan û mîtîng ji aliyê sendîka û komeleyên karkeran ve hatine organîzekirin ku li gorî sala borî %100 zêde bûye û ji aliyê rêxistinên pîşeye ve jî 1448 xwenîşandan û xwepêşandan hatine lidarxistin û li gorî sala borî %90 zêde bûye.

Di 12 mehên borî de, rêxistinên karkeran 97 caran ketine grevê, li gorî par ji sedî 14 zêdetir e û sendîkayan jî 37 grev li dar xistine ku li gorî par ji sedî 90,6 zêde bûye.

Di encama van çalakiyan de, 51 karker hatin girtin, 48 jê hatin darizandin û 26 karker jî bi cezayê girtîgehê, qamçî û lêdanê hatin cezakirin.

Li gorî Komeleya Çalakvanên Mafê Mirovan a Îranê, di heyama 12 mehan de 10 karkeran xwe kuştine.

Di heman heyamê de, 47 kargehên pîşesaziyê hatin girtin û 3188 kes bêkar man.

Herwih 2514 karker jî ji kar hatin avêtin. 2 milyon û 272 hezar û 461 karker bê sîgorte kar dikin.

 (K24)

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin