Siyasetmedar û rewşenbîr Kamîl Jîr wefat kir

Siyasetmedar û rewşenbîr Kamîl Jîr wefat kir

.

A+A-

Kamîl Nîzamedîn Celal (Kamîl Jîr) ê nivîskar, helbestvan û siyasetmedar û yek ji damezrînerê KAJÎKê di 90 saliya xwe de li Silêmaniyê wefat kir.

Nivîskar Fewad Serac ji Rûdawê re axivî û diyar kir ku çend sal in rewşa tendirustiya Kamîl Jîr baş nebû û îro ji ber nexweşiyê li Silêmaniyê wefat kir.

Li gorî zanyariyan cenazeyê Kamîl Jîr dê li Mizgefta Ehmed Hacî Elî bê şûştin û li Goristana Seywanê were veşartin.

Kamîl Jîr kî ye?

Kamîl Jîrsala 1934an li Silêmaniyê ji dayik bûye û li Zanîngeha Bexdayê hiqûq xwendiye.

Sala 1948an bûye endamê Partiya Şûiyê.

Roja 14ê Nîsana 1959an bi Cemal Nebez, Ehmed Herdî, Ebdula Cewher, Îhsan Fuad, Ferîdûn Elî Emîn û Fayiq Arf re Komeleya Azadî û Vejînê ya Yekitiya Kurd (KAJÎK) ava kir.

Kamîl Jîr, ji sala 1957an heta 1958an berpirsiyariya kovara Hîwayê kir.

Ji salên 1991- 1993yan berpirsê rojnameya PASOKê bû.  

Sala 1963yan bi tohmeta “kirîna otomobîlekê ji Mele Mistefa Barzanî re” biryara girtina wî hat derxistin.

Li dadgehê got, “Eger pereyê min hebûya min dê ji xwe re dûçerxeyek bistenda.”

Di Şoreşa Îlonê de ji sala 1974 heta 1975ê wekî dadwer û mifetîşê dadê kar kir.

Serkirdeyê Serokatiya Kongreya Niştimanî ya Kurdistanê bû.

Di sala 2004an de Kongreya Serxwebûna Kurdistanê damezirand.

Çend berhemên Kamîl Jîr hatine çapkirin.

Beşek ji helbestên Kamîl Jîr bi navê (Kurdayetî û Ciwanî), Kurte Çîroka  Kurdayetî û Komediya Gendeliyê, Kurdayetî Bîr û Bizav e, Kurdayetî û Serbixweyî, Kurdayetî û Dewleteke Kurdî ya Serbixwe û çend berhemên din ên Kamîl Jîr hatine çapkirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin