Rêkevtina nû ya zilhêzên cîhanê: Sykes-Petro

Rêkevtina nû ya zilhêzên cîhanê: Sykes-Petro

Piştî Şerê Cîhanî yê Yekemîn, welatên weke Îmarat, Rûsya, Almanya, Awûstirya, Hungarya û Xelîfeta Osmanî perçe bûn. Li şûna wan (ji bilî Kurdan) dewletên etnîkî yên nû hatin avakirin.

A+A-

Navenda Nûçeyan- “Zilamê Nexweş” Xelîfeta Osmanî di sala 1916an de ji alîyên hêzên kûrewî ve bi peymana “Sykes-Picot” bi eşkere hat perçekirin. Di qonaxa duyem a peymanê de li gor girîngîya jêopolîtika û aborîya nexşeya Îsraîl û statûkoya welatên Erebî, nexşeya hinek herêman hat dîzaynkirin.

Hîlala Berhemdar

Peyva “Hîlala Berhemdar” (bi îngilîzî: Fertile Crescent) ji bo herêmên şaristanîyên Rojhilata Navîn hate bikaranîn. Peyva Hîlala Berhemdar yekem car ji alîyê rojhilatnas û arkeologê Amerîkî James Henry Breasted di sala 1900an de hat bikaranîn. Herêmên weke Hîlala Berhemdar têne binavkirin, ji alîyê çandinî, bazirganî, çavkanîyên sirûştî, av, dîrok, şaristanî û jeopolîtik ve li cîhanê weke herêma herî berhemdar tê naskirin. Hîlala Berhemdar, ji rojhilatê başûrê Îranê dest pê dike û erdnigarîya Sûrîye, Urdin, Filîstîn, Îsraîl û Lubnanê lixwe digire.

Ji ber girîngîya stratejîk, herêm her tim bûye cihê rîkeberîya hêzên kûrewî. Di dema ku li herêmê nexşe ji nû ve dihat dîzaynkirin de Fransa û Brîtanyayê piştî gotûbêjên kûr pêvajo birêve birin û li ser nexşeya niha biryar dan. Di dema pavekirina mîratê Xelîfeta Osmanîyan de, Kurdistana mezin a di naverasta Hîlala Berhemdar de bibû karê pêşî yê hêzên kûrewî.

Hêzên kûrewî bêyî guhdarîya daxwaza Kurdan a ku weke miletekê dewleta xwe ava bikin, Kurdistan kirin 4 perçe. Li gor girîngîya stratejîk herêm hat perçekirin. Petrola Kerkûkê ji ber dewlemendîya wîlayeta Mûsil (Neynewa, Kerkûk, Hewlêr û Silêmanî) careke din bi peymana Sykes-Picot di navbera Brîtanya û Franayê de hat parvekirin. Bi wê yekê kontrola wîlayeta Mûsilê ji Fransayê hat standin û bo Brîtanyayê hat radestkirin. Tîmeke pispor a jeolojîyê ji bo dewlemendîya çavkanîyên herêmê dest bi lêkolînan kir. Wê tîmê piştî lêkolîn û lêgerînên xwe dîtin ku bi taybetî Kerkûk ji alîyê petrol û gaza sirûştî ve bajareke dewlemend e.

Bandora petrolê li ser perçekirina Kurdistanê

Piştî ku rêxistina DAIŞê derket holê, çend herêmên Iraq û Sûryê yên ji alîyê petrol û gaza sirûştî ve dewlemend xist jêr kontrola xwe. Çekdar û endamên rêxistina DAIŞê dema beşek ji axa Iraq û Sûrîyê dagir dikir bi rêya medyaya xwe, peyam didan ku peyama Sykes-Picot bidawî dibe û ew xelîfeta xwe damezrînin. Eger DAIŞê bikara wê cografyayê control bike, niha bibû yek ji welatên sereke yên endamên OPECê.

Amerîka û welatên rojavayî hest pê metirsîya DAIŞê kirin û ji bo dûrxistina DAIŞê ji zevîyên petrolê Hevpeymanîya Navdewletî ya li Dijî DAIŞê ava kirin. Çimkî DAIŞ bi bazirganîya petrolê her roja paştir aborîya xwe mezintir dikir û axa wê jî berfirehtir dibû. Pêşketina DAIŞê ne têne di vî warî de bû, herwiha hinek welatan weke dewleteke danûstandin ligel wê dikirin.

Amerîka û hevalbendên wê li gor nexşeya enerjîyê hewldan herêmê dîsa dîzayn bikin û li gor wê hinek gav avêtin. Hêj di destpêkê de Amerîka û hevalbendên wê xetên sor danîn. Wan rojhilatê Feratê weke xeta sor li hemberî Îran, DAIŞ, Sûrîyê û dijbereya Sûrîyê danîn. Ev gava yekem a Amerîka û hevalbendê wê bû ku ji bo parastina herêmên petrolê.

Rojavayê Kurdistanê û rêkevtinên perçekirinê

Di dawîya sala 2018an de rojnameya ‘Wall Street Journal’ di raportek xwe de ragihandibû ku Amerîkayê derbarê dahatûya herêmê û Sûrîyê de nexşeyeke weke ya Sykes-Picotê dirust kirîye. Li gor wê raporê Serokê Amerîkayê Donald Trump û şêwirmendê berê yê Asayişa Netewî ya Amerîkayê John Bolton di serdana xwe ya Tirkîyê de ji Enqerê re ew herêmên ku nabe ew têkeve dîyar kirine. Lê Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyip Erdogan nerazîbûna xwe li hemberî wê nexşeyê nîşan daye. Li gor rojnameya Wall Street Journalê kesê ku ew nexşe amade kirîye, Nûnerê Taybet ê Amerîkayê bo Karûbarên Sûrîyê James Jeffrey bixwe bûye.

Nexşeya Amerîkayê û Plana Tirkîyê

Te gotin ku eger Tirkîye, bi kûrahîya 32 kilometreyan Rojavayê Kurdistanê bixe jêr kontrola xwe, bi wî awayî ji sedî 70 petrola herêmê û ji sedî 50 petrol û gaza sirûştî ya Sûrîyê jî dikeve di bin kontrola wê de.

Herêmên ku Tirkîye weke “Navçeya Aram” bi nav dike ji alîyê çavkanîyên sirûştî ve herêmeke gelek dewlemend e, û zevîyên mezin ên petrol û gaza sirûştî lê hene. Rojanameya The National Interest li gor daneyên ji Zanîngeha Şamê wergirtine ragihand ku li herêmê 3.15 milyar bermîl petrol heye. Tirkîye bi bahaneya navçeya aram dixwaze zevîyên petrolê yên li Rimêlan, Sueda û Melîkayê kontrol bike. Li herêmê bi giştî hezar û 322 bîrên petrol û 25 qadan gaza sirûştî hene. Qebareya weberhênana bîrên petrolê rojane 200 hezar bermîl petrol derbas dike. Eger Tirkîye di plana xwe de serkevtî bibe, dê ne tenê ew herêmên ji alîyê petrol û gaza sirûştî ve dewlemend bixe jêr kontrola xwe, herwiha dê peywendîyên Rojava û Başûrê Kurdistanê jî qut bike. Lê li gor helwesta Amerîkayê ya vê dawîyê derdikeve holê ku Amerîka heta Serê Kanîyê û Girê Spî rê daye Tirkîye û lê rê nade ew nêzîkî rêya navnetewî ya M4 û M5 bibe. Bi vî awayî Derîyê Sêmalkayê (Rojava,Bakur û Başûrê Kurdistanê) û birên li Reqayê dê jêr desthilatdarîya Amerîkayê de bimînin. Wate çavkanîyên gaza sirûştî û petrolê dê di bin kontrola Amerîkayê de bimînin.

Petrol û sêgoşeya stratejîk

Sînorên Herêma Kurdistanê, Tirkîye û Sûrîyê devera herî strajîk a herêmê ye. Amerîka û Rûsya dixwazin xwe zêdetir nêzîkî vê herêmê bikin. Hefteya derbas bûyî herdu wezaretên derve yên Rûsya û Sûrîyê ragihandin ku divê derîyê sînorî yê Sêmalkayê bikeve jêr kontrola hikûmeta Sûrîyê. Li gor lêkolînên jelojîk devera di navbera sînorên Herêma Kurdistanê, Tirkîye û Sûrîyê de herêmekê ku ji alîyê çavkanîyên sirûştî ve gelek dewlemend e. Li herêma navborî heta niha bi sedan bîrên petrolê hatine vekirin û hêj derxistina petrolê li wê herêmê berdewam e.

Di heyama bûyerên 16ê Cotmeha 2017an de Iraq û Heşda Şeibî xwestin ku wê sêgoşaya strajîk kontrol bikin, lê nekarin serbikevin. Bi saya wê yekê Herêma Kurdistanê ji dorpêçekê mezin rizgar bû. Ev sê sal e Rûsya jî dixwaze li wê herêma stratijîk bibe xwedî desthilatdar. Weke tê zanîn pêştir pisporên Kompanîya Rosneftê li herêma navborî lêkolîn kiribûn.

Kompanîya petrolê Rosneftê ji bo bikaranîna bîrên petrolê yên li herêmê hinek pêşnîyar pêşkeşî Herêma Kurdistanê kiribûn. Heta niha Rûsyayê derbarê petrolê de ti rêkevtinên fermi ligel rêveberîya Herêma Kurdistanê, Iraq û Sûrîyê nekirîye.

Di nexşeya nû de xeta borîya petrolê û derîyên sînorî

Tirkîye di halê hazir de li cîhanê ji bo veguhestina petrolê weke transît xwedî pêgeheke girîng e. Rojane bi ser Tirkîyê re petrol û gaza sirûştî bo welatên Ewropayê tê veguhestin. Rêveberîya Tirkîyê dixwaze vê pêgeha xwe ya stratejîk li herêmê biparêze û bihêz bike. Ji ber pêgeha xwe ya stratejîk her roj paştir daxwazên Tirkîyê li hemberî welatên Ewropayê û Amerîkayê zêdetir dibin.

Amerîka û welatên Ewropayê ji bo veguhestina petrol û gaza sirûştî li rêyên bibin alternativê Tirkîyê digerin. Di vê mijarê de têne Urdin dikare berpirsîyarîyê lixwe bigire. Çimkî ligel seqemgerîya wî welatî di heman demê de polîtikayên derve yên herêmî û navnetewî jî ligel polîtikayên Amerîka, Brîtanya, Îsraîl û welatên Ewropî diguncewe. Lewma Iraq niha dixwaze projeyekê wiha bicih bike.

Urdin eger petrola Iraq û herêma Kurdistanê bo bazara cîhanî veguheze dê roleke girîng a enerjîya cîhanî lixwe bigire û herwiha hegemonîya Tirkîya ya li ser enerjîyê jî lawaz dike. Ji alîyê din ve Rûsya hewl dide ku dest dane li ser veguhestina gaza sirûştî ya Iraqê û kontrola bazara wê bixe jêr destê xwe.

Piştî bidawîbûna DAIŞê, dîyar bû ku çima rîkeberî li ser herêmên stratejîk û ji alîyê çavkanîyên sirûştî ve dewlemend in dibe. Dîyar e ku rîkeberî li ser herêmên strajîk in. Bi taybetî rêveberîya Qetarê dixwaze bi rêya xeta borîyan gaza sirûştî bo welatên Ewropî veguheze. Çimkî veguhestina bi keştîyanxercîyên wê gelek zêde dibin.

Eger heye ku Qetar li gor planên Qetar, Îran û Tirkîye gaza sirûştî veguheze. Di van demên dawîyê de tê dîtin ku di navbera Îran, Tirkîye û Qetarê de nêzîkbûneke sîyasî heye. Lê gelo egera pêkanîna projeyê çi ye? Bêguman ev yek dê girêdayî pêşhateyên sîyasî û bihêzbûna pêgeha Tirkîye û Îranê be.

Piştî bidawîbûna şerê DAIŞê, welatên weke Rûsya û Amerîka çawa piştî belavbûna Xelîfeta Osmanî herêm parvekirin, niha jî dixwazin herêmê ji nû ve dîzayn bikin. Lê vê carê perçekirin dê li gor qebareya petrol û gaza sirûştî were kirin. Hêzên kûrewî dê bîrên petrolê di navbera xwe de parve bikin. Lewma vê carê li şûna em bibêjin Sykes-Picot rastir e em bibêjin Sykes-Petrol.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin