
Festîvala Fîlmên Kurdî ya Vancouverê bi diruşma "Zimanê Dayikê" tê lidarxistin
.
Xuleke nû ya Festîvala Fîlmên Kurdî ya Vancouverê (VKFF) dê di bin diruşma "Zimanê Dayikê" de were lidarxistin. Festîvala îsal dê bi taybetî balê bikişîne ser vegotinên jinan û girîngiya ziman û nasnameyê di sînemaya Kurdî de.
Festîvala Fîlmên Kurdî ya Vancouverê (VKFF) xula xwe ya nû radigihîne. Festîvala ku dê sê rojan, di navbera 17 û 19ê Cotmehê de berdewam bike, îsal giranî daye ser çîrokên ku ji hêla jinan ve tên vegotin. Postera fermî ya festîvala îsal ji aliyê hunermend "Yeşar" ve hatiye sêwirandin. Tê payîn ku di demeke nêzîk de navên fîlmên beşdar û endamên lijneya dadweran jî bên eşkerekirin.
Serokatiya festîvalê hunermend û şanogerê navdar ê Kurd Rizgar Heme dike. Tîmeke hunermendan jî di organîzekirina festîvalê de alîkar in ku ev kes in: Salih Arif, Nîwar Emîn, Saman Mistefa, Hoşyar Husên, Koçer Ebûbekir û Rêkan Seyda.
Li gorî rêveberên festîvalê, armanca sereke "danasîn û nîşandana hêz, afirînerî û şiyana çandî ya sînemaya Kurdî ye." Wan herwiha tekez kir: "Di cîhaneke ku dengên Kurdan pir kêm tên bihîstin de, hebûna vê festîvalê girîng e da ku çîrokên Kurdan, çi li Kurdistanê û çi jî li dîyasporayê, bigihîjin cîhanê."
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin