
Bexda vekirina deriyê sînorî “Rebîe” yê bi Hesekê re red dike
.
Hikûmeta Iraqê daxwaza Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) a ji bo vekirina deriyê sînorî yê Rebîe, ku di navbera parêzgeha Nînewayê û parêzgeha Hesekê de ye, red kir. Bexda tekez dike ku ew tenê bi hikûmeta navendî ya Sûriyeyê re danûstandinê dike û deriyên ku ne di bin kontrola Şamê de ne, venake.
Endamê Encûmena Parêzgeha Neynewayê Mihemed Herîs ji medyayê re ragihand, Hikûmeta Iraqê vekirina deriyê Rebîe red kiriye, ji ber ku ew "ne di bin desthilata rasterast a Hikûmeta Sûriyeyê de ye."
Herîs da zanîn ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ji bo armancên bazirganî û çûnûhatinê daxwaza vekirina derî kiribû, lê daxwaza wan hatiye redkirin û Bexda dixwaze rasterast bi Şamê re kar bike.
Herwiha, berpirsekî payebilind ê Iraqî ji ajansa nûçeyan a "El-Erebî El-Cedîd" re ev yek piştrast kir û got ku ji ber ku derî "li derveyî desthilata Şamê ye", daxwaza HSDê hatiye redkirin.
Deriyên bi Şamê re Vedibin
Deriyê sînorî yê Rebîe ji sala 2017an ve di bin kontrola tam a hikûmeta Iraqê de ye û ji wê demê ve girtî maye.
Iraq bi giştî sê deriyên sînorî yên fermî bi Sûriyeyê re hene: Deriyê Qaîm û Welîd li parêzgeha Enbarê û deriyê Rebîe li ser sînorê Neynewayê.
Hikûmeta Iraqê di meha Hezîranê de deriyê Qaîm ji bo bazirganî û çûnûhatinê vekiribû û hefteya borî jî ragihandibû ku dê di nêzîk de deriyê Welîd jî veke. Ev her du derî jî bi herêmên di bin kontrola hikûmeta Şamê de ne.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin