Rejima Îranê girtîyekî sîyasî îdam kir

Rejima Îranê girtîyekî sîyasî îdam kir

Malpera Mafê Mirov a Hengawê ragihandîye hêzên emnî yên Îranê ji malbata girtîyê sîyasî yê kurd Hîdayet Ebdullapûr re gotîye ku kurê wan hatîye îdamkirin.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Roja çarşemê 10.06.2020an di raportekê de ragihandîye Komara Îslamî ya Îranê bêyî malbat û parêzer Hîdayet Ebdullapûr agahdar bike ew îdam kirîye.

Biryara darvekirina Hîdayet Ebdullapûr roja 8ê Cotmeha 2018an ji alîyê Liqa 47 a Encûmena Bilind a Îranê ve hatîye pesendkirin û ji parêzer û malbata wî re hat gotin.

Hîdayet Ebdullapûr di Îlona 2017an ji alîyê Dadgeha Şoreşê ya Urmîyê ve bi hevkarîya ligel yek ji partîyên kurdî di şerê gundê Fereseqel ê Şino di navbera Hêzên Pêşmerge û Supaya Pasdarên Îranê de cezayê darvekirinê li ser wî sepandibû.

Çalake medenî û sîyasî Hîdayet Ebdullapûr zewicî ye û bavê du zarokan e.

Ji ber ku berê ji Girtîgeha Urmîyê bo cihekî nedîyar hatibû veguhestin, nayê zanîn ka biryara darvekirina wî li ku û kengê hatîye cîbicîhkirin.

Hêjayî gotinê ye zêdetir ji mehekê ye aqûbeta Hîdayet Ebdullapûr nediahat zanîn û Rêxistina Efûyê yê ya Navdewletî (AMNESTY) û gelek sazîyên din ê navdewletî derbarê aqûbeta Hîdayet Ebdullapûr daxuyanî belav kiribûn û bang li karbidestên Îranê kiribûn aqûbeta Hîdayet Ebdullapûr aşkere bikin.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin