
Termê kalemêrekî Efrînê li ber ava Meydankê hat dîtin
Li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê termê kesekî 80 salî hat dîtin
A+A-
Navenda Nûçeyan - Roja Çarşemê 10ê Hezîranêa 2020an li Efrînê termê kalemêrê Kurd Arif Ebdo Xelîl ê 80 salî li ber ava gundê Meydankê hat dîtin.
Li gor nûçeya Rûdawê, ew kalemêr ji gundê Qizilbaş ser bi nahîyeya Bilbilê ye û roja sêşemê hatibû revandin.
Hat dîyar kirin ku ew kal nexweş bûye û li ser kursîyê bûye, piştî ku ew duh hatibû revandin, îro termê wî tazî li ber ava Meydankê hatîye dîtin.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin