Sîrac Kirici

Sîrac Kirici

Hemû nivîsên nivîskar >

Referandûm û sê alî

A+A-

Pêvajoya referandumê eşkere derxist holêku li Tirkîyeyê û li Kurdistanê têkoşîna serwerîyê, têkoşîna desthilatdarîyê dijwartir dibe.

Hêdî hêdî refên herkesî diyar dibe.

Li alîyekî „azadixwaz“, lîberal, çep, Fethullah, kemalîst û hinek alîyên Kurdan; li alîyê din jî  îslamîst û mihafezekar, nîjadperest he ne. 

Cepheya Kurdistanîyan jî alîyê sêyem e.

Ev yeka ne parastina sîstema parlementerîyê û ne jî  guhertina wê ya berbî sîstema serokatîyê ye. Li hemberî rûdanên ku di erdnîgarîya me de diqewimin ji nûve „reorganîze“ kirina Dewleta Tirk e, lêgerîne, hazirî ye. Xwedîyê dewletê li rê û çareyekê diger in.

Di vê „reorganîzasyonê“ de kurd dê li kîjan alî bisekinin.

Diroka Tirkîyeyê ya nêz nişan dide ku me van filîman berê jî gelek caran temaşe kirîye…

Ev sanaryoya her carê bi şiklekî din tê ber  me...

Siyaseta êrişkarî û zextê, siyaseta rewşa awarte, siyaseta kuştin, hevs, koçberî û taliyê jî bi lîstika demokrasîya xapînok weha nîşan dikin ku, qaşo alîyek ji alîyê din hîn baştir e. 

Wek mesela „ço û gizêr“ di nav sistemê de kurdan dihelînin. Bi qeneta min di vê referandûmê de ”erê” an jî ”na” jî derkeve ewê ev „reorganîzasyona“ bi şiklekî dom bike. Lewra sedema reorganizasyonê ne herdû alî ne. Rewş û faktorên derveyî wan zorê dide wan ku di nav lêgerînekê de bin. 

Divê eşkere were dîtin ku di vê pêvajoyê de helwesta herî tayînker ewê ya kurdanbe. 

Gelo kurd dê entegreyî aliyek bin, an ewê wek xwe bin?

Wek ku tê zanin di referandumê de kurd jî bûne du alî.

Alîyekî kurdan di „Eniya Demokrasiya Tirkîyeyê ” de li vê bûyerê mêze dike û bi qirêdîya 30 salan mîsyonekê dide xwe. Lê êdî em hatin talîya rê; bi „paradîgmayên“ berê siyaset nabe. 

Tevgera Kurd jî li hemberî rûdanên dinyê xwe diguherîne, ji nûve vedigerin rojeva xwe. Vê carê nehatin lîstika herdu alîyan û di referandûmê de altarnatifek pêşkeşî gelê xwe kirin.

Her sê partiyên me yên kurdan PAK, PSK  û  KDP-Bakur bi daxuyanîya hevbeş gotin ku „ Terciha me qanûneka bingehîn ya demokratîk û federal e“ .

Gotin „hemû mafên miletê kurd yên meşrû divê di qanûna bingehîn de were naskirin“

Eşkere dan diyarkirin ku „di referandûma pêşîya me de em ne mecbûr in qanûna bingehîn ya heyî jî, 18 xalên guhertinê jî, ku herdu jî li  ser me têne ferz dikin, yekê tercîh bikin“  

Ev tê wê wateyê ku ‚‘‘em wê makezagona ku hebûna me qebûl neke,em protesto dikin.“

Ev helwesta ezbera siyaseta heta vê gavê xera kir..  

Ev helwesta ku got ‚‘‘em miletek in, terefek in‘‘ ,bû sedema êrîş û sûcdariyên li derveyî pîvanên siyasî û insanî. 

Wek mînaka ku ”yên nizanin gengeşîyan bikin, şer dikin” 

Pir baş tê zanîn ku sedema van êrîşan nîşana guhertinê ye. 

PAK, PSK  û  KDP-Bakur destnîşan kirin ku êdi miletê kurd xwedî alternatîfekenetewî ye. Li dûv kemalistan naçe û sîyaseta îslamîstan jî qebûl nake.  

Sîyaset di eslê xwe de encam sitendine. Di bloka ”erê û ”na”yê de cîh girtin dê tu qezencekê ji bo me kurdan neyne. 

Ya girîng hewqas bûyerên dîrokî li Başûr û Rojavayê Kurdistanê diqewimin.Her sêpartiyên me bi vê helwestê dan dîyarkirin ku, divê  Tevgera bakurê Kurdistanê hazirîya xwe ya xetek netewî û xwerû Kurdistanî  bike.

Bêguman divê mirov di sîyasetê de realist be. Di vê referandumê de ev helwesta ji alîyê girseyî ne xwedî bandor be jî, lê wek sekin rêyekê nîşanî mixalefeta kurd dide;nabe şirîkê xeletî û siyaseta entegrasyonê. 

Encamên vê referandumê çi dibe bila bibe bi sedan rewşenbîr, kesayetên kurd, grûb û dor û aliyên siyasî ewê di xeta ”em milet in, em teref in” têkevin nav lêgerîneke nû.

Lewra kesên ku di wîzyona wan de partîyeke netewî, azadîxwaz, demokrat, Kurdistanî hebin divê di nav partîyekê de werin cem hev. Li gel vê , divê hevkarî û tifaqa netewî jî bê hûnandin.Ev yeka jî ewê mêzîna sîyasetê biguherine. 

Önceki ve Sonraki Yazılar