Sîrac Kirici

Sîrac Kirici

Hemû nivîsên nivîskar >

Rast e li Kurdistanê du xet hene

A+A-

Vê gavê li Kurdistanê tekosinek dijwar didome.

Tevgera Kurd bi du şikli bala raya navneteweyi dikşinin.

1.Tekoşina li heberi dewleten dagirker

2.Dijitî û tekoşina li hemberi hev.

Ev herdu xalan dibin sedem ku dostên kurda behsa wan bikin

Pir eşkereye ku di tekoşina li hemberî dewletên dagirker tevgera kurd bi qehremaniyek mezin destanan dinivisine.

Çi ji aliyê şervaniyê û çi ji ji aliyê diplomasiyê helwesta wan hêjayi pesnandinê ye.

Daxuyanî û hevpeyvinên raydarên dewleten rojava nişna vê yekê ye.

Di gengeşiyên Tv û rojnemayan de ev yeka  pir vekiri te ditin. Bernameya çend roj bere ya Cilnton û Trump bu sedem ku tirk xwe aciz bikin.

Êdi dewletên rojava vekiri piştgiriya Tevgera Kurd dikin. Ev yeka destnişan dide ku êdi li Rojlilata Navin pevajoyek nu destpekiriye...

Tirkye endamê Natoyê ye lê di operasyona Musilê ne xwedi rolek e. Emeriki her roj hisyariye dide wan...

Şans û konjuktur li ali me ye tene dibe kurd rêyek li hevkirine bibinin û vê firsta dirokî nerevinin.

Di berjewediya gişti de dijminati û hizbeyati nabe. Wexta mirov li dor xwe mêzedike dijminên do dibin dost, doste bav û kalan ji dibin dijimin.

Tekiliya Rusya û Turkiye û tekiliya Emerika û Türkiye nişana ve yeke ye. Dibe were ditin ku vê gave berjewendiya Emerika û Tirkiye ne li gel hev in...Emerika bi plan û stratejiyek nu tev digere.

Isgala Carablusê ji ali Tirkiye û gengeşiyen jibo operasyon Musile dest nişan dike ku herkes bi du berjewendiyen xwe ketiye.

Mixabin Tevgera Kurd di ve pevajoya diroki de ne xwedi helestek mili ye .

Dem dem mirov rasti emareyen kurd ji „nexweşiya zarokantiye „berbi kemilandine ve dice dibine. Minaka heyeta ku dibin serokatiya rêzdar Mesud Barzani a ku Baxdatê ziyaret kir û ziyareta HDPê heviye xurtir dike. Dibe mirov bi nav bike ev yeka terê nake...

Di vê pevajoya gring de ji sedema desthiladariye li hemberi hev bê perwane û ya xerab dibe sedema insiyatifê wenda kirinê. Ev yeka dilê mirovan dieşine, xayalen peşeroje tek dibe. Sempatiya di raya navneteweyi de qels dike

Aktore diyalog xwestin û nexwestine ki ye ewe dirok binivsine.

Sedem ki ye?

Ki sucdar e?

Ev li alikî dibe her kurd bi awayeki erini ve pevajoya ku pistgiriyek xurt bi mere ye bi rêve bibe.

Rast e li Kurdistane tekoşinek desthilatdariye heye

Rast e li Kurdistane du xet hene...

Heqê tu kesi tuneye ku vê firseta diroki birevine.

Jibo demeki herkes xwe ji peşhukimiyan bi durxine ù bi rexnên avakar vê pevajoya bi rêve bibe ewê derfetên mezin derbasi dest me bibin.

12.10.2012 Sirac Kirici

 

Önceki ve Sonraki Yazılar