PZK: 21 Sibatê û her roj xwedî li zimanê xwe derkevin!

PZK: 21 Sibatê û her roj xwedî li zimanê xwe derkevin!

Platforma Zimanê Kurdî bangî hemû Kurdan dike ku xwedî li zimanê xwe derkevin. Zimanê xwe biparêzin. Ji ber ku Zimanê Kurdî nasnama me ye, hebûna me ye, taca serê me ye!

A+A-

Navenda Nûçeyan - Platforma Zimanê Kurdî bi minasebeta Roja Zimanê Zikmakî ya Navneteweyî li Amedê civîneke Çapemenîyê li dar xist.

Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî Şerefxan Cizîrî daxutaniya hevbeş pêşkêşî dezgehên ragehandinê û çapemenîyê kir.

Ev jî teksta daxuyanîya Platforma Zimanê Kurdî ye:

 

“Ji bona ku em weke Milet karibin bi serbilindî li himberî asîmîlasyonê derkevin, divê pêşî em xwedî li zimanê xwe derkevin. Zimanê xwe li himberi asimîlasyonê bikin mertalekî zindî. Bikin helwesteke sîyasî.

Weke ku tê zanîn ziman hebûna me ye, nasnama me ye, rengê me ye, hestên me ne, ramanên me ne, kultura me ye, belê dewlemendîya Kurdan bi xwe ye.

Baş dîyare ku ziman ji destê me çû wê siberoj jî netewa me ji destê me here. Emê weke milet ji nava miletan winda bibin. Emê bi xwe, xwe bikujin, xwe ji holê rakin û hebûna xwe jî bi destê xwe tune bikin. Heke em naxwazin bibin qatilê miletekî xwedî dîrok û ziman li Rojhilata Navîn, divê em berîya her tiştî li zimanê xwe miqatebin.

Di pirsa Zimanê Kurdî de em xwe ragirbin. Weke ronîya çavê xwe divê em zimanê Kurdî biparêzin, pêşîya zimanê xwe vekin û gav bi gav astengan ji holê rakin, bi şanazî jî bi zimanê xwe bixwînin, biaxivin, henekan bikin, stranan bibêjin, binivîsînin û bikin qêrîn.

Di 21 Sibatê Roja Zimanê Dayikê de, em ji dewletê dixwazin ku Zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdê, bibe zimanê fermî û Sazîya Zimanê Kurdî were damezrandin. Bila partîyên sîyasî di parlamento da gav biavêjin, qanûnên mafê Zimanê Kurdî bixin rojeva parlamento û helwesta xwe dîyar bikin. Bila bi hevbeşbûneke berfireh ya sîyasî Zimanê Kurdî bibe xwedîyê statuyeke qanûnî.

Lê berîya ku em bigîhêjin armancên xwe yên sereke divê em bi hişmendîya zimanê xwe tevbigerin. Nirx û rêjeya axavtin, nivîsandin û xwendina zimanê Kurdî di nava gelê xwe de bilind bikin. Di nava gelê xwe de hişmendîya zimanê Kurdî berz bikin, di her warî de doza zimanê xwe derxînin pêş. Bila Zimanê Kurdî bibe heyvanê, bibe cewherê, bibe rûhê civaka Kurdan!”

PLATFORMA ZİMANÊ KURDÎ

 

img-20200222-wa0001.jpg

img-20200222-wa0000.jpg

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin