Polîsê ku Recep Hantaş kuşt hat berdan

Polîsê ku Recep Hantaş kuşt hat berdan

Polîsê bi navê K.B. ku Recep Hantaş li Amedê kuşt hatibû girtin, li gel ku sûcdariya wî girane jî lê hat berdan

A+A-

Polîsê bi navê K.B. ku Recep Hantaş li Amedê kuşt hatibû girtin, li gel ku sûcdariya wî girane jî lê hat berdan. 
 
Li Parka Sumerê ya li navçeya navendî ya Yenîşehîra Amedê di 14’ê Nîsanê de polîsan ciwanê bi navê Recep Hantaş (20) kuştibû. Di çarçoveya lêpirsîna kuştina Hantaş de polîsê bi navê K.B. ji sûcê “Biqisûr û zane kes kuştiye” hatibû girtin. Derket holê ku polîsê kujer hatiye berdan. 
 
PIŞTÎ 40 ROJAN HAT BERDAN 
 
Parêzerê polîsê sûcdar, Mustafa Demîr serî li dadgehê da û îtîrazî girtina miwekîlê xwe sûcdar kir. 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê îtîrazê nirxand û di 24’ê gulanê de bi biryara ne girtî bê darizandin berdana polîsê kujer K.B. da. K.B. piştî girtina 40 rojî hat tahliyekirin. 
 
YA TÊN BERDAN AN JÎ WAN XELAT DIKIN 
 
Hêjayî bibîrxistinê ye ku di salên dawî de gellek polîsên ku zarok, ciwan û sivîl kuştin hemû piştî girtinek kurt tên berdan û di darizandinan de cezayên wek xelatan didin wan an jî tên beratkirin. 
 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin