Platforma Zimanê Kurdî li ser qedexekirina kurdî daxuyanî da

Platforma Zimanê Kurdî li ser qedexekirina kurdî daxuyanî da

Platforma Zimanê Kurdî di daxuyaniyekê de qedexekirina Kurdî di rûpelên twîterê yên şaredarîyên ku serokên wan hatine dûrxistin şermezar dike

A+A-

Platforma Zimanê Kurdî di daxuyaniyekê de qedexekirina Kurdî di rûpelên twîterê yên şaredariyên ku serokên wan hatine dûrxistin şermezar dike û radigihîne, bila dewlet helwesta xwe li hember zimanê Kurdî zelal bike.

Daxuyaniya Platforma Zimanê Kurdî li ser qedexekirina zimanê Kurdî li Tirkiye û Bakûrê Kurdistanê daxuyaniyek belav kir. Naveroka daxuyaniyê wiha ye:

“Qedexekirina Kurdî Di Twîterên Şaredarîyan De

Ev çi dem e ev çi dewran e, ev çi dirûtî ye, ev çi helwestên beradayî ne!

Dîsa weke hercar di vê dema dawî de gelek helwestên xerab di derbara zimanê Kurdî de tên nîşandan. Her kes li gorî nezanî û çewtiyên xwe di derheqa zimanê Kurdî de bêserûbêr daxuyaniyan didin, peyaman pêşkêş dikin, helwestan pêş dixin û mafên bikaranîna zimanê Kurdî dixwazin asteng bikin. Lê bila hemû kes û sazî bizanibin ku ev helwesteke şaş e.

Pêşî li Şaredariya Bedlîsê li ser zimanê Kurdî helwestên kêfî hatin pêşxistin, dû ra poşman bûn û hicetên teramera pêşkêş kirin. Li hinek deveran navê kolan, tax û tabelên bi Kurdî guhertin.

Hinekan xwestin nav û şopên Kurdî tune bikin. Hinekan xwestin ku dijminayetiya xwe bi Kurdan re di wan mijaran de nîşan bidin.

Gava ku Wezareta Hundir qeyûm danîn ser sê Şaredariyên Kurdan, biryara xwe di malpera wezaretê de bi Kurdî jî belav kirin! Ango li aliyekî qedexe û zordestî, kêfîbûn û înkarkirin, li aliyê din Wezara Hundir biryara xwe bi Kurdî belav dike! Dîsa, piştî ku Walîyê Wanê bû qeyûm li ser Şaredariya Wanê, wî jî hema demildest di malpera şaredariyê de nivisandina twîterên bi Kurdî qedexe kirin.

Bi rastî li miqabilî wan helwestan mirov dikeve nava fikaran; gelo ev çi dirûtî ye, ev çi maf û hiqûq nenaskirin e, ev çi sergêjekî ye? Çima her alî dixwaze li zer zimanê Kurdî xitimandin û derûniya xwe bide der? Kî ji kê re çi şelafiyan dike? Ew ên ku bi vê rêya hanê dixwazin kevneperestî, nejatperestî û dijminayetiyê bi Kurdan re bikin, bila zanibin ku ew di nava helwestên çewt de ne û tu kes jî nikate sûdê ji wan biryarên çewt bidest bixîne.

Em weke Platforma Zimanê Kurdî van helwestên teramera şermezar dikin û ji dewletê daxwaz dikin ku helwesta xwe di derbare zimanê Kurdî de zelal bike. Peyamê dewlet û saziyên dewletê divê werin zelal kirin. Divê helwesteke tebût were pêşkêş kirin. Li aliyeke dewlet weşana TRT bi Kurdî dike, li aliyekî li Zanîngehan beşên Kurdi hene, li dibistanan derza bijarte heye û li aliyekî jî dijminayetî bi zimanê Kurdi re tê kirin. Ji ber wan sedeman em çareke din dubare dikin; zimanê Kurdî divê bibe zimanê perwerdê û zimanê fermî. Divê zimanê Kurdi bibe xwediyê statûyeke hıqûqî. Ji bona çareseriya wan pirsgirêkan divê dewlet sazîya zimanê Kurdî bi fermî damezrîne. Şelûbûn divê ji holê rabe.

İncex wilo pirsa zimanê Kurdî normalîze bibe, bibe civakî û mafekî xwezayî. Em Kurd doza zimanê xwe dikin! Em Kurd ne li dijî zimanê tu kesan e, bila ji kerema xwe re jî ti kes dijminayetiye bi zimanê Kurdî re neke. Yên ku dijminayetiyê bi zimanê Kurdi re bike, dijminayetiyê bi Kurdan re dike. Bila ev wilo bê zanîn!

Platforma Zimanê Kurdî

Diyarbekir. 25 08 2019”

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin