Îranê li ser sînorê Baneyê kolberek kuşt

Îranê li ser sînorê Baneyê kolberek kuşt

.

A+A-

 Kolberê bi navê Mûsa Zîbapûrê ji Pîranşarê li ser sînorê Hengejalê yê Baneyê bi guleyên hêzên ewlehiyê yên Îranê hat kuştin.

Li gorî agahiyên Rûdawê, Mûsa Zîbapûr saet 16:00an ji aliyê hêzên parêzvanên sînor ên Îranê ve hat gulebarankirin.

Mûsa Zîbapûr zewicî bû û bavê 3 zarokan bû.

Ev ne cara ewil bû ku hêzên Îranê guleyan li Mûsa Zîbapûr direşînin.

Mûsa Zîbapûr sala 2021ê li ser sînorê Maşkanê yê Pîranşarê dîsa hatibû gulebarankirin û wê demê bi xedarî birîndar bûbû.

Cenazeyê Mûsa Zîbapûr birin Tiba Dadî ya Pîranşarê û dê paşê were veşartin.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin