Li Hewlêrê êrişa bi dronan: 3 dron hatin xistin

Li Hewlêrê êrişa bi dronan: 3 dron hatin xistin

.

A+A-

Destê sibehê bi dronana êrişî Hewlêrê hat kirin.

Dijîterora Kurdistanê ragihand ku êriş bi 3 dronan hatiye kirin û ti zererên canî û madî çênebûne.

Dijeterora Kurdistanê li ser dema êrişa li Hewlêrê daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de hat gotin:

"Saet 02:17an a destê sibehê bi 3 dronan êriş hat kirin lê hemû ji aliyê Hevpeymanan ve hatin xistin."

Welatiyan vîdeo û wêneyên dema êrişê ji Rûdawê re şandin.

Di dîmenan de xuya dibe ku paşmayên dronan li nêzîkî malan dikevin.

Di êrişan de ti zerer û ziyanên canî û madî çênebûne.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin