Piştî biryara Putin civîna awarte ya Encûmena Asayişa Navdewletî

Piştî biryara Putin civîna awarte ya Encûmena Asayişa Navdewletî

.

A+A-

Piştî ku Serokê Rûsyayê Vladimir Putin bi fermî serxwebûna du navçeyên Donetsk û Luhansk ên Ukraynayê nas kir, Encûmena Asayişê ya ser bi Neteweyên Yekbûyî ve di derbarê rewşa Ukrayna de civîneke awarte saz kir. Di civînê de Amerîkayê û welatên rojava, biryara Rûsyayê wek hincetek bo destpêkirina şer bi nav kirin.

Nûnera Amerîkayê li Encûmena Asayişa Navdewletî, Linda Thomas-Greenfield biryara Putin a bi fermî naskirina serxwebûna navçeyên Luhansk û Donetskê wek “biryareke neberpirsane” bi nav kir û got, hebûna leşkerên Rûsyê li wan du herêman ne ji bo aştiyê ye.

Nûnera Amerîkayê got, Putin wan hêzan wek aştîparêz bi nav dike lê “ew tiştekî bê wate ye û em dizanin ew bi rastî çi ne.”

Linda Thomas-Greenfield diyar kir, armanca wan gotinên Putin û wan pêngavan derxistina şer e.

Piştî biryara naskirina serxwebûna herdu navçeyên Luhansk û Donetskê, Serokê Rûsyayê Vladimir Putin biryar da ku hêz bişîne wan navçeyan. Putin ragihand, rola hêzên Rûsyayê li herdu navçeyên Luhansk û Donetskê, parastina aştiyê ye.

Berî ku civîn destpê bike, Nûnerê Fransayê Jérôme Bonnafont ji rojnamevanan re ragihand, niha ew bi rewşeke pir dijwar re rûbirû ne.

Her di civînê de Nûnerê Rûsyayê Vasily Nebenzya da xuyakirin ku welatê wî amade ye bi riya dîplomasiyê kirîzan çareser bike û rê nade ku li  herêmên Donetsk û Luhansk xwîn bê rijandin.

Nûnerê Almanyayê Antje Leendertse jî daxwaz ji Rûsyayê kir ku hêzên xwe ji sînorê Ukraynayê vekişîne. 

Nûnerê Ukraynayê li Netewên Yekbûyî Sergiy Kyslytsya jî di civînê de da xuyakirin ew ti caran qebûl nakin ku sînorên Ukraynayê bên guhertinû got, cuda ji her biryarekê ku Rûsya bide, sînorên Ukraynayê yên ji aliyê civaka navdewletî ve hatine naskirin, nayên guhertin û dê wek xwe bimînin.

Sergiy Kyslytsya herwiha got ew daxwazê ji Rûsyayê dikin ku ji biryara xwe vegere û dîsan dest bi diyalogê bikin.

Roja Duşembê 21ê Sibata 2022an Serokê Rûsyayê Vladimir Putin di gotarekê de serxwebûna du navçeyên Donetsk û Luhansk ên herêma Donbas a Ukraynayê nas kir û rêkeftina dostanî û hevkariyê ligel wan îmze kir.

Putin di peyama xwe de behsa wê yekê kir ku rojhilatê Ukraynayê beşeke ji axa Rûsyayê. Putin bi hûrgilî ve behsa dîroka avakirina Ukraynayê kir û diyar kir, Rûsya û Ukrayna tenê du welatên cîran nînin, lê di navbera gelên wan de têkiliyên olî û kulturî hene.

Derbarê herêma Donbasê de jî, Serokê Rûsyayê destnîşan kir, rewşa wê herêmê gihîştiye asteke metirsîdar.

Herêma Donbasê dikeve rojhilatê Ukraynayê û li ser sînorê Rûsyayê ye û herdu navçeyên Donetsk û Luhansk ên cudaxwaz li wê herêmê ne. Ji sala 2014an ve beşek ji navçeyên Donetsk û Luhansk di bin kontrola hêzên cudaxwaz ên alîgirên Rûsyayê de ye.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin