Pispor: Daxuyaniya Erdogan a derbarê medyaya civakî de sînyal e

Pispor: Daxuyaniya Erdogan a derbarê medyaya civakî de sînyal e

.

A+A-

Li Tirkiyê di heyama ku her geşedan û arîşeke di nava ciwakê de, li ser medyaya civakî yekser tê belavkirin. Ji aliyê serokkomarê vî welatî ve medyaya civakî weke gefeke mezin ya bo demokrasî û ewlehiya Tirkiye û cîhanê hate pênasekirin. Pispor dibêjin ev daxuyaniya Erdoganbo sînorarkirina medyay civakî sînyaleke. Welatî jî diyar dikin bi medyay civakî demokrasî têk naçe.

Wek hemû cîhanê li Tirkiy jî yek ji qada ku herî zêde tê bikaranîn medyaya civakî ye. Her rûdanek, her agahî, bûyer û geşedanek demildest li ser torên medyaya civakî tên belevkirin. Heta medyaya civakî êdî bûye parçeyeke Jiyanê. Lê belê serokkomarê vî welatî Recep Tayîp Erdogan di daxuyaniyeke xwe de ragihand ku medya civakî ji bo demokrasiya Tirkiyê gefeke bingehîn e û dibêje, agahiyên ne rast bûne pirsgirêk bo ewlekariya giştî ya cîhanê û jiyana bi milyona kesan têk biriye.

Ev daxuyaniya Erdogan ji aliyê pisporan ve weke sînordarkirina medyaya civakî tê nirxandin.

Rojnamevan Sedat Bozkurt got: “Deshilat, Ak Partî û Erdogan niha ji sedî 95ê çapemeniya Tirkiyê kontrol dikin. Qadên ku di bin kontrola wan de nebin jî bi destê darazê dixwazin sînordar bikin. Niha deshilat bi çi awayî nikare mudaxaleyê medyaya civakî bike û qadekî serbixwe ye. Ciwan êdî her bûyer û geşedanekê li ser medyaya civakî dixwînin û dibînin. Loma Ev daxuyaniya serokkomar Erdogan jî bo sînordarkirina medyaya civakî sînyalek e.”

Kesên ku medyaya civakî bi awayekî çalak bikartînin jî dibêjin ku demokrasiya welatekê bi medyaya civakî têk naçe.

Welatî: “Ez bawer nakim ku medyaya civakî zirarê bide demokrasiya welatekê. Medyaya civakî jî qadeke berfireh ya ragihandinê ye. Helbet lazim e ku li ser medyaya civakî êrîş û heqeret ji mafê kesayetî neyê kirin. Lê sînordarkirina wê jî ez qebûl nakim.”

Welatî: “Sosiyal medya dezgahekî azad e li her cihekî bîtin. Taybet ev cihê dêmokrasî lê heyî nabît bête qedexekirin. Em ne li gel vê ne bê qedexekirin. Li başûrê Kurdistanê jî sosiyal medya heye lê hemû azad in.”

Welatî: “Em dengê xwe bi saya medyaya civakî didin bihîstin, taybetî jî di mijara tundî û destdirêjiya ser jênê de bi saya medyay civakî ev bûyer tên dîtin û bihîstin. Helbet medyaya civakî bo demokrasiya welatekî ne gefe, lê belê lazim e em bipîvan bikarbînin.”

Herwiha ji aliyê partiya dehilatdar ak aprtî ve di destpêka sala 2020and e jî ji bo venêrîn û kontrolkirina medyaya civakî pêşniyaz yaseyek htibû amadekirin lê piştî bertekên muxalefet û rayagiştî ev pêşniyazyase hatibû paşxistin. Lê belê pispor dibêjin hikûmet hewl dide hemû medyay civakî jî bixwe bin destê xwe de.

K24

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin