Pirtûka ‘Li Başûrê Kurdistanê Lêkolînek li ser Rexneya Edebî’ belav bû

Pirtûka ‘Li Başûrê Kurdistanê Lêkolînek li ser Rexneya Edebî’ belav bû

Pirtûka bi navê, ‘Li Başûrê Kurdistanê Lêkolînek li ser Rexneya Edebî’ ku ji alîyê nivîskar û lêkolîner Rebî Zêbarî ve hatîye amadekirin, ji weşanên Sîtavê belav bû.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Di vê berhemê de lêkolîn li ser rojname û kovarên di navbera heyama 1991-2003 hatine kirin ku mijarên rexneya edebî dihewînin. Herwiha piştre lêkolîn li ser kovara Peyv jî hatîye kirin ku ev jî qonaxa 2003-2009 li xwe digire.

Nivîskar Rebî Zêbarî derbarê naverok û armanca vê berhema xwe ya lêkolînî de dibêje, armanc ew e ku “Edeba Başûrê Kurdistanê bi perçeyên din ên Kurdistanê bidin nasîn, heta bi Kurdên Qefqasê jî.” Zêbarî herwiha dibêje mebestek wî jî ev bûye ku ev berhem bibe pirek di navbera perçên Kurdistanê de, taybetî Başûr û Bakûr û heta Kurdên Qefqasê jî.”

Herwiha nivîskarê pirtûkê dibêje ew dixwaze, “rewşa rexna edebî di rojnamevanîya Başûrê Kurdistanê de di nava 1991-2009 aşkere bike. Ango asta rexneya edebî li Başûr aşkere bike.”

Derbarê naveroka berhema xwe de jî Rebî Zêbarî dîyar dike, “Sinorê vê lêkolînê, bi tenê wan rojname û kovarên di navbera salên 1991-2003 li xwe digire ku mijarên rexna edebî di nava xwe de dihewînin. Paşê lêkolîn li ser kovara Peyv ji bo salên 2003-2009 hatîye kirin. Helbet lêkolîna min bi tenê alîyê rexna edebî wergirtî ye. Ango gotar û lêkolînên rexna edebî ji bo lêkolîna xwe wergirtîne.” 

Rebî Zêbarî li ser sedema vê yekê jî dibêje, “Ji ber ku piştî 2003 qonaxeke nû li Başûrê Kurdistanê dest pê kir. Herwiha di vê pirtûkê de qala dîrok û rewşa rexneya edebî ya Kurdî  li Başûrê Kurdistanê hatîye kirin.”

Rebî Zêbarî amaje bi rexneya edebî jî dike ku pişkek ji edebnasîyê û dibêje, “Di her qonax û çaxê de rexnegirî bi awayekê serederî digel têksta edebî kirî ye. Rolekê baş lîstî ye ji bo pêşxistina têkstên edebî.”

Rebî Zêbarî, li gundê Şermin a navçeya Akrê ser bi bajarê Duhokê li Başûrê Kurdistanê ji dayîk bûye. Di sala 2013an de beşa Ziman û Edebîyata Kurdî a Zanîngeha Duhokê xilas kir. Xwendina xwe ya masterê jî di sala 2017an de, li ser beşa Ziman û Çanda Kurdî li Zanîngeha Yuzuncuyil a Wanê pêk anî.

Heta niha çendîn lêkolînên Rebî Zêbarî li ser ziman, çand û folklora Kurdî di kovar û rojnameyên cîyawaz de belav bûne.

‘Li Başûrê Kurdistanê Lêkolînek li ser Rexneya Edebî’ ku ji 191 rûpelan pêk tê û ji weşanên Sîtavê belav bûye, yekem pirtûka Rebî Zêbarî ye.

Rudaw

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin