Nuri Aldur

Nuri Aldur

Nivîskar
Hemû nivîsên nivîskar >

Pîramîda Moslow û Polîtîka

A+A-


Abraham Maslow psîkolegekî amerîkîye(1908 - 1970) ku ev teorîya xwe yî bi navê ”pîramîda pêwîstîyê” anjî ”Pîramîda Maslow” di sala 1943 an de formûle kirîye, hatîya îtîrafkirin/qabûlkirin û heya îroj jî di ilmê civakî û hûmanîorada aktûele- û her têt bikaranîn jî.                       

Ev teorî bi modela pênc tebeqan anjî pênc derencan têt dinasîn. Tebeqe anjî derence yekem; fîzyolojîke(xwarin,av cil, mal û xanî), ya dûem emînîye(xwe emîn dîtin), ya sêyem jîyana sosyal/civakî/li gel hev,  ya çarem însanîyet/qedr û qîmet/hiskirin û bêt hiskirine  û ya pêncem jî bi serkevtin/xwe îspatkirin/xwe tadbîqkirin e.               

 Îzaha teorîsyanê me Maslow wehaye; ku pêșî divêt zik tirbê/ne birçîbê, xwedî cîhek bê da têde xew bike/bijî û ev derence giringe û pêwîstîyeke bingehîne û pêwîstîyêndin ku duv vê derenca bingehînre tên jî – ewe ku li gel  kesêndin û der- û dorêndin alaqadar çêbibit, peyvendî/dan û standin û li gel hev çûn û hatin bikeve jîyana rojanede. Û piștre jî kar/sixûl/program, hewesên beșerî mîna entrese, hedefên dur û dirêj, evîndarî û her yên mîna van fenomenan dikevina agenda jîyanê û merov ber bi wan hêvî-  û hedefanre di tekoșê da biserkevê.                       

 Îro jî li ûnîwêrsîtên Awrûpa, di pirtûk, rojname û magazînên li dinya demokrat de gelek caran merov rastî vê modela Maslow dibe. Nivîskar, rojnemevan, sîyasetmedar, akademîsyan û her yên din di berhemên xwe de vê modelê, vê bawerî û teorîyê mîna alîkarî, qanit û wek çavkanî bi kar tînin.   

 Di van salên dawîde teorîsyanên di vê babetêde aktîvin,  tebeqekedin ya bingehîn di vê pîramîda Maslow de peydakirine. Yanî di bin tebeqa  fîzyolojîk(xwarin, mal, xanî..) de tebeqeke ku em karin bi navê digîtalîtîyê(baterî û wifi) bi nav bikin û ev teorî bûyîye mîna standardekê di ilim û polîtîka ilmîde û ez bawerim wê Maslow bi vê nûjentîyê kêfxweș bibûye eger ew nûha jîyabana.Digîtalîtîyê mîna her tiștî,  bandoreke mezin li ilim û jîyana akademî jî kirîye û her dikê jî.

Lewra em karin bibêjin ku ma kesên bê mal û war anjî zikên birçî wê çêbikin ji demokrasîyê anjî kurdên bindest ku hemû zilm û zordarî li Tirkîyê û Îranê li wan dibêt, wê çibikin ji azadîya sexte û biratîya îslamî. Divêt tiștin berî tiștnedin (mesele wek mafên merovan bo hemî kesan û wekhevîya di nabeyna kesan/grûban/gelan) bikevine rastîya jîyana cîh, mentîqa, welat û hemwelatîyande – da hemû derence û tebeqe cih ê xwe yî rasteqîn bigrin û evan derencan li ser riknên esas û saxlam bên avakirin û wek normên dinya demokrat û hûmanîst bên standardekirin û hingî merov karêt bibêje ku evan karan li gor teorîya Maslowa – li gor modela ilmê Pîramîda Maslowa. 


Anjî bi awakîdin jî em karin waha bibêjin; ma zik- û çavên têr wê çawa BÊ  jîyaneke azad- û demokrat bijîn? Ma ne bi milyonan kurdên ku daxwaza azadî, demokrasî, serxwebûn, refarendûm, otonomî dikin xwedî kar/mal/statûs û dewlemendîyên madîne jî – LÊ li vir ewan pêwîstîyên giring mîna rizgarî û serbestî ji xwarin û xanî pêșdetir jî karin bibînin, ji ber ku ewan pêwîstîyan ji xwe bo wan hene û di wê demêde ewan hatine garantîkirin û bawerîya Maslow li vir jî her di meșê û têt tedbîqkirin. Slogana ”azadî û serbestî mîna nan û avê pêwîste” tam li gora vê șîrovekirina me ye jî

Çavkanî: Min tarîxên jîyana Maslow, îtîrafkirina teorî-  û forma pîramîda wî ji Youtubê îstîfade kirîye.

Nuri Aldur

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin