(Divê Kurdistan bişibe Îsraîlê, ne Dubaîyê)
Siddik BOZARSLAN
Kürdistan Dubai’ye Değil, İsrail’e Benzemelidir.
(Divê Kurdistan bişibe Îsraîlê, ne Dubaîyê)
Divê Kurdistan neşibe wek Dubai û Dewletên Korfezê ku hatina wan tenê bi petrol û faizan / rant be. Divê ew welatek be ku çinandin, ked, berhevhênan pêşbikeve. Di vî darbarî da li Îsraîlê jîyana karkirinê / xebatê, jîyana ziraatê girîng e ku were şopandin.
Em divê li ser Korfeza Akabeyê ya li Derya Sor bifikirin. Ji Korfeza Akabeyê ber bi Derya Spî ve sînorek dirêj dibe. Ev, sînorê Misir-Gazze ye. Sînorek jî li bakur, ji Korfeza Akabeyê ber bi sînorê Îsraîl-Urdun dirêj dibe, heye. Erdên ku li her du alîyên sînor in, çol in. Yanî hem erdên alîyê Îsraîl û hem erdên alîyê Urdun çol in. Lê Îsraîl, li wê çolê mucîzeyek afirandîye/çêkirîye. Ez di wê qeneetê da me ku em piçek li ser wê rawestin. Eger hûn bi rîya Google´yê ‘İsrail’in çöldeki mucizesi’ lêxin, digel resiman hûn dikarin wê pêvajoyê bişopînin.
Ji erdên ku li alîyê sînorê Îsraîl dimîne ra Arava tê gotin. Di van erdan da Îsraîl, bi hezaran güneş paneli (panelê rojê) çêkirîye. Bi rîya enerjiya rojê, ava bixwey paqij dikin, yanî avê ji xwey vediqetînin û dikin ava vexwarinê. Ev av di karên avadanîya çinandinê da jî tê xebitandin. Li vê herêmê Kooperatifa Dewletê ya çêkirinê bi navê Kibutzan û Kooperatifên Mulkîyeta Taybetî Moşavan dixebitin. Li vê herêmê hemî cureyên mêwe û şînayîyan bi dest xistine û her roj firotine bazarên hemî Ewrupayê. Di van salên dawîyê da van alavan li bazarên hin ereban jê tên firotin. %4ê nufûsa Îsraîl di van herêman da bi karên çinandinê ve mijul in.
Van dîtinan dikare tesîr li wan kesên ku hêvîya meaşên mehane ne, neke. Lê divê em vê jî çixêz bikin ku dîtinên weha tesîr li ser beşekê biçûkê civatê dike. Em bêjin %1, bêjin %nîv, ji nava 200 kesî kesek dikare serê xwe jibo wê biêşîne, projeyan biafirîne. Divê em ji bîr nekin ku di civatek da yên ku guhertinên esasî çêkirine, ne piranîya nufûsê bûne, ew grubên biçûk bûne.
Ermenilerle İlgili Bir Gelişme (Geşbûnîyek Jibo Ermenan)
Di 1908an da, Sultan Abdülhamid ji ser daxistin xwarê. Îttîhatîyan dest danîn ser hukmê rêvebirinê. Qasî salek hewayeke heyênî (olumlu) di navbera Ermenan û Îttîhatîyan da hat domandin.
Sloganên azadî, biratî, adalet hatin bihîstin. Di wê demê da ermenekî karmend ku li Xarpêtê dijîya, ji kurê xwe ra nameyek nivîsîye. Di nameyê da gotîye ku ”êdî her tişt di Osmanîyê da ber bi başîyê dihere, tu jî paşve bizivire, were…” Ev karmendê ermen, jibo xwendinê kurê xwe rêkirîye Ingilistanê, bajarê Liverpolê. Kurê wî xwendina xwe temam dike û li Liverpolê dibe xwedîyê otelek, dewlemend dibe.
Li ser daxwaza bavê xwe, kurê wî ermenî dizivire Xarpêtê. Bi rîya Bankayê pere û hemî heyîyên xwe yên li Liverpolê, tîne ser hesabê xwe yê Banka Xarpêtê. Lê hewa sîyasî ya osmanîyan, salek dom nake û ber bi xirabîyê diçe. Tade û zulma li ser ruman, ermenan, kurdan ku ne tirk in, zêde dibin. Çi Qewimî
Despêka rojên ewil ên Şerê Cîhanîyê Yekemîn e… Şevek, zengila derîyê mala wî zilamî yê Xarpêtî lêdikeve. Kurik, derî vedike… Li hemberê wî sê kes hene. Ew xwe wek mudurê Bankayê, polês û cendirme didin naskirin. Di destê wan da kaxizek heye. Ji kurik dixwazin ku ew kaxiz îmza bike. Kurik, îmza nake. Di kaxiz da hatîye nivîsîn ku ”Kesên ku navên wan li jêr hatine nivîsîn, dikarin pere ji hesabên te yê bankayê bikêşînin.” Ew sê kes, kurik li ber derî dikujin û kaxiz bi zorê bi jina kurik didin îmzakirin û ji malê dertên û diçin. Çi gotibû Theodor Herzl, ji cihuyên dewlemend ra: ”Eger dewleteka we tune be, tu qîmeta dewlemendîya we tune. Di carek da ji destê we derdikeve û difire diçe!”
Ev bûyer, di nivîsara kurdan, ermenîyan… da bi hûrgilî hatibû behskirin. Divê em bidin xuyakirin ku ev bûyer ji alîyê Prof. Dr. Baskın Oran ve hatîye nivîsîn. (Prof. Dr. Baskın Oran, M.K Adlı Çocuğun Tehcir Anıları, 1915 ve Sonrası, İletişim Yayınları, Genişletilmiş Baskı, 2008, İstanbul, s.18)
2014’te Neler Yaşandı? (Di 2014an da Çi Qewimî?)
ÎŞÎD, di hezîêrana 2014an da Musulê xist bin kontrola xwe. Em dema arşiva wê demê dinêrin, em nûçeyên weha dibînin… Piştî Musulê, dê ÎŞÎD ber bi Baxdayê ve here… Lê welê nebû, ÎŞÎD ber bi Baxdayê ve neçû, êrîş bir ser Kurdistanê. Li Şengalê, li ser kurdên êzîdî komkujî çêkir. Êrîşên xwe ber bi Hewlêrê anî… her weha em wê demê rastên van nûçeyan jî tên: Karmendên / an dewlemendên kurd ji Hewlêrê direvin. Hin kurdên xwedî kar, malbatên xwe suwarê tranbêlê dikin, hin alavên xwe yên bi qîmet ku dikarin digel xwe bibin, girtine nik xwe û ji Hewlêrê direvin…
Ev nûçe gelek gelek ecêb e. Kurdên ku xwedî kar in, malên wan hene, tranbêlên wan hene, erdên wan hene, atolyên wan, dikanên wan û wd. hene. Çima tu wan naparêzî, çim tu bi şerkirinê wan naparêzî? Îhtîmal e ku ew kesên xwedîyê kar, pereyên xwe, mucewherên xwe û wd. digel xwe dibin. Li gumrûkê, bê ku tu wan ji dest birevînî, ruşwetê nedî wan, tu dikarî xwe xilas bikî?
Em bêjin erebekî xwedîyê kar ji Baxdayê, dihere Fransayê, Parisê. Li nik wî jî pere û mucewher û wd. hene. Li gumrûkê rastê şolekî girîng hat. Demek dest danîn ser wan. Dewleta Îraqê dikarê ji wî karmendê xwe ra bibe alîkar, bê ku xisar bibîne, şolê hel bike. Li hemberê şolên weha, dê kê alîkarîya karmendên kurd bike?
Bir Daha Asla!.. (Qet careke dî na!)
Di salên 1930yan da, 1940an da li Ewrupayê komkujîyên mezin hatin serê cihûyan. Cihûyên ku li Almanya, li Fransa, li Polonya, li Avusturya, li Macaristan, li Romanya û wd. dijîyan, 6 milyon cihû, ji alîyê Rejima Nazîyan ve bi Genocideyê (komkujî) hatin tunekirin. Feqîr-dewlemend, jin-mêr, cuwan-salmezin, 6 milyon cihû… Piştî Şerê Cîhanîyê Duyemîn, piştî ruxandina Rejima Nazîyan, piştî xwekuştina (întîxar) Hitler, cihûyan bi dengek qêrîyan: Bir Daha Asla!.. Ev dihat wê manayê ku cihû bêtevdîr rastê komkujîyê hatine, jibo careke dî rastê operasyonên weha neyên, ew dê hemî tevdîlên / tedbîrên xwe çêkin. Ev tê wê maneyê ku heta Dewleta Îsraîlê hebe, cihû rastê operasyonên weha nayên.
Em li kurdan binêrin. Enfal, komkujî bû. Tîtaleka komkujîyê, 16yê adarê 1988 Halepçe çêbû. Li Halepçeyê ji 6 hezarî zêdetir kurd bi gazên jehrî hatin fetisandin / xeniqandin. Ceribandina gazên jehrî ji 1983yan virve li gundên kurdan, li ser girtîyên zindanî yên kurd hatine xebitandin da ku kîjan gaz bi tesîr e jibo kurdan bixebitînin. Di van ceribandinan da laboratuar, Kurdistan e. Di ceribandinên ku salên 1983-1988an da pêkhatine da ji 6 hezarî pir pir zêdetir hatine qetilkirin. Qirkirinên ku li wext û cîyan hatine raxistin… Ji wan rojan heta nûha, li Halepçe û derdorên wê hê jî zarûkên seket / kêmendam çêdibin / diwelidin. Piştî demeke kurt dimirin. Hejarê Şamil di nivîsarek da nivîsîye ku ji wan rojan heta nûha jimareya mirîyan li gora Rêxistina Tendurustîyê ya Cîhanî ji 45 hezarî zêdetir e. Digel wê jî mirov ecêb dimîne ku hin kurd, hê jî behsa yekîtîya Îraqê dikin û nabêjin Qet careke dî na (Bir Daha Asla)
Xwarzê Saddam Huseyîn, Walîyê Eskerîyê yê Kurdistanê Alî Hasan el Mecîd (1941-2010) weha digot: ”Em dê bi dehan Halepçeyan çêkin. Em dê vî gelê paşverû bi temamî tune bikin, em dê koka van paşverûyan, xulamên emperyalistan kor bikin. Çekên me, gazên me jî hene, elemanên me jî, her tişt amade ne…” Ev kaseta ku Hasan el Mecîd tê da axifîye, di 2003yan da, di dema mudaxeleya Amerikayê da ji alîyê pêşmergeyan ve li buroyên Partiya Baasê xistibûn dest. Tê gotin ku 18 ton belgeyên ku li buroyan civandine, hatine şandin bo Amerikayê. Ew kaset jî di nav wan belgeyan da hatibû dîtin. Digel van hemîyan, beşek kurdên ku hê jî nabêjin Bir daha Asla! (Qet careke dî na!) û behsa yekîtîya îraqê dikin, rewşeke ecêb e ku divê bi dîqet li ser were rawestandin.