Pêşmergeyên Zêrevanê çûn Silêmanî
Ji ber xwepêşandanê li Silêmanî qewimîn, Pêşmergeyên Zêrevanê bo Silêmanî hatin şandin. Serokê Encûmena Serkirdatiya Silêmanî û Helebce yê Edhem Barzanî got "Tundûtûjî navûdengiya Silêmaniyê û sînorê wê hilnaweşîne."
A+A-
Serokê Encûmena Serkirdatiya Silêmanî û Helebçe yê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Edhem Barzanî li ser şandina Pêşmergeyên Zêrevanê bo Silêmanî di civîna çapemeniyê de got: "Hêza Zêrevanî ya ku ji aliyê hikûmeta Herêma Kurdistanê hatiye Silêmaniyê, ji bo alîkariya hêza hikûmî ya li Silêmaniyê bike û ewlehiya wê parêzgehê biparêze û ne tenê ji bo parastina baregehên partiyan hatiye."
Edhem Barzanî wisa axivî: "Hêza ku hatiye wê parêzgehê, ne tenê ji bo parastina baregehên partiyan e, lê ji bo ewlehî û aramiyê xelkê hatiye û li hemberî her hêzekê radiweste ku bixwaze ewlehî û aramiya Silêmaniyê têk bide. Her aliyek biryara derketina ji hikûmetê bide, mafê xwe ye, lê bi merca ne li ser hisabê xelkê û berjewendiyên xelkê be. Her guleya ku ji aliyê xwepêşandaran ve were berdan nîşan dide ku destekî biyanî di nav de ye."
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin