
Quds.. NY biryara Trumpî red kir!
Neteweyên Yekgirtî bi 128 dengên "Belê" û bi 9 dengên "Na", biryara Serokê Amerîkayê Donald Trump a nasîna Qudsê weke paytexta Îsraîlê red kir.
A+A-
Biryara Trump a ku di 6ê Berfanbara 2017an de, bajarê Qudsê weke paytexta Îsraîlê nas kiribû û biryara hejmara 478 a Encumena Asayişa Navdewletî ya sala 1980ê jî binpê kiribû, li cîhanê rastî bertekên tund hat, ji hêla NYê ve bi 128 dengên 'belê' û bi 9 dengên 'Na' hate redkirin.
Hemû wan welatên ku Îsraîlê nas dikin û balyozxaneyên wan li Tel Avîvê hene, ji wan yek jî aşkere nekir ku êdî Qudsê weke paytexta Îsraîlê nas dikin.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin