PAK:"Em Komkujiya Meraşê rûreş dikin"
Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) bi daxuyaniyeke nivîskî, Komkujiya Meraşê ya ku di sala 1978an de li bajarê Meraşê yê Bakurê Kurdistanê li dijî kurdên elewî pêk hatî bibîranî û vê komkujiyê şermezar kir.
A+A-
Di peyama bi nivîskî hate gotin:
"Em Qetlîama Meraşê Rûreş Dikin
39 Sal berê,di sala 1978an, di navbera rojên 19 û 25ê çileya pêşîn de, li bajarê Meraşa Bakurê Kurdistanê qetlîamek li dijî xuşk û birayên me yên Kurdên Elewî hate li dar xistin.Ev qetlîama ji alîyê hêzên veşartî û yên aşkere yên nîjadperest û faşîst yên Dewleta Tirkîyê ve hatibû organîze kirin û li dar xistin.Di vê qetlîamê de 111 Kurdên Elewî hatin qetil kirin 1500 Elewî jî birîndar bûn.
Di 39emîn salvegera Qetlîama Meraşê de, em vê qetlîamê û qesasên wê rûreş dikin. Em hemû qurbanîyên vê qetlîamê bi giramî bibîr tînin."
21.12.2017
Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin