Perwîn Çakar bi zimanê Kurdî operayê çêdike

Perwîn Çakar bi zimanê Kurdî operayê çêdike

Hunermenda Kurd Perwîn Çakar, ji Dêrîka Çiya Mazî ber bi Îtalyayê ve dest bi rêwîtiyekê kir û niha li hemû dinyayê bi zimanê Kurdî operayê çêdike. Piştî çîroka Roboskiyê ku bi strana Lo Şivano li hemû dinyayê gerand, niha jî gaveke din davêje.

A+A-

Hunermenda Kurd Perwîn Çakar, ji Dêrîka Çiya Mazî ber bi Îtalyayê ve dest bi rêwîtiyekê kir û niha li hemû dinyayê bi zimanê Kurdî operayê çêdike. Piştî çîroka Roboskiyê ku bi strana Lo Şivano li hemû dinyayê gerand, niha jî dixwaze bi çîroka Mem û Zimanê operaya Kurdî çêke û li hemû dinyayê derxe ser dike.

Perwîn Çakar, mûzîkjen û hunermenda Kurd ya operayê, li Dêrîka Çiya Mazî jidayik dibe. Ew ne Kurdistanê, li bakurê Tirkiyê, milê behra Reş li bajarokê Ereglîya bi ser Zonguldakê mezin dibe. Ji ber ku bavê wê mamoste bûye, ew ji wir derbasî Erzîngan, Erzirom û bi şûnde jî derbasî Bismila Diyarbekirê dibin. Di 20 saliya xwe de li Enqerê zankoyê dixwîne beşa mûzîkê. Ew piştî dikeve ezmûna operayê û vê ezmûnê qezeç dike, menejerekî Îtalyanî dixwaze lê guhdarî bike. Ew jî qebûl dike û piştî wê rojê serdanpê jiyana wê diguhere û 11 salan li Îtalyayê operayê dike. Bi şûnde jî li gelek welatên Ewropa û cîhanê.

Hunermenda Kurd ya Operayê Perwîn Çakar got: "Rojek menejerek Îtalî ya operayê hat. Min jî dixwest dengê xwe bidim naskirin. Ez çûm bal wî û pir ji dengê min hez kir. Got dengê te gelekî xweş e. Got sopranoyeke wek zêrîne. Got tu diwazî werî Îtalya min got temam ez dixwazim werim."

Çakar, di destpêkê de li Mariya Kallas guhdarî dike û dixwaze bibe wek wê, yanî degekî cihanî. Ji xwe ji ber ku li Tirkiyê derfet nabîne, berê xwe dabû Îtalyayê. Ew li ser dikê dibîne ku herkes bi zimanê xwe operayê dibêje; çi Îtalyan, Alman, Îngîliz, Îspanî û çi jî Polonyayî. Hingî biryarekê dide ku ew jî bi zimanê xwe yanî bi zimanê Kurdî operayê çêke.

 

124097.jpg

 

Perwîn Çakar: "Ew ê bi Îtalyanî, Almanî, Îspanî û Polonyayî opera digotin di dawiya konsertê de bi zimanê xwe stran digotin. Min got; çima ez jî nakim. Bi Îtalyanî, Almanî Îngilîzî çênabe, ez dixwazim bi zimanê xwe jî çêbikim. Wisa çêbû têkiliya min bi operaya Kurdî re."

Sala 2011an Hunermenda sopranoyê Perwîn Çakar dest bi operaya Kurdî dike. Çîroka wê ya operaya Kurdî jî li ser bobelata Roboskiyê şîn tê û bi strana Lo Şivano, operaya Kurdî û wê xewna reş û tarî ya Roboskiyan bi cîhanê, bi rêya teknîka operayê dide nasîn.

Perwîn Çakar: "2011an de bû. Ji bo Roboskî ez pir xemgîn bûm. Ez çûm ser youtubê û min got ez ê lêkolîna hûnermendên Kurd bikim. Û stranên Kurdî hele çawane? Li malê min Lo Şivano strand. Û min got zimanê me çiqasî xweş e û muzîka me çiqas xweş çima bikarneyînim?"

Hunermenda Kurd ya operayê Pervîn Çakar, di projeyeke xwe de digel pîyanîsta navdar ya Tirk Îklîm Tamkan û Erkan Tekinê hosteyê Dudukê ku li cîhanê jî navdar e û bi eslê xwe Ermenî ye kar dike. Di vê projeyê de sê netewe tên bal hev û îmzeyekê diavêjin xebateke cîhanî. Her du hûnermend jî dilsozê muzîka Kurdî ne û dibêjin heta ew hene çi ji destê wan bê, ew ê bikin, ji bo opera û muzîka Kurdî.

Piyanîsta Navdar ya Tirk Îklîm Tamkan  got: "Demek dirêje ku me dixwest digel Perwîn projeyekê çêkin. Xewneke me hebû li ser stranên gelêrî, lê bi hemû zimanan, ji xwe ew bi her zimanî operayê dibêje. Vê gavê jî wê bi hemû zimanan stranên gelêrî bibêje."

Hosteyê Dudukê yê Cîhanî Ertan Tekîn jî  diyar kir: "Li vê derê em ne bi tenê sê kes in 300 kes in. Kevneşopiyeke 5 hezar salî heye di vê xebatê de û rihê 40 milyon Kurdî jî di navê de ye. Ez ê heta dawiyê ji bo muzîka Kurdî û yên gerdunî mil bidim û li cem wan bim."

Perwîn Çakar hunermenda Kurd ev 13 sal in ku li ser çiroka Mem û Zînê kar dike ku derxe ser dika operayê bi zimanê Kurdî. Ji bo vê yekê dest bi xebatên xwe kiriye, lê jê re sponsorekî bi hêz lazim e ku vê çîrokê karibe li hemû dinayê bigerîne. Perwîn Çakar jin û muzîkjeneke dilxwaze ku bi rêya operayê dixwaze, zimanê Kurdî û Kurdbûnê li hemû cîhanê bîne qonaxa cihê ku heq dike.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin