
Çarçoveya Hevahengiyê li hev nekir: Bafil Talebanî jî beşdar bû
.
Çarçoveya Hevahengiyê ya Şîeyan şeva borî ji bo pêkanîna hikûmeta Îraqê civîneke awarte li dar xist.
Civîna ku dihat çaverêkirin biryarên krîtîk jê derkevin bê encam bi dawî bû û hat zanîn ku Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî jî beşdarî civînê bûye.
Çarçoveya Hevahengiyê şeva borî ji bo diyarkirina namzedê serokwezîriyê û zelalkirina pêvajoya siyasî civiya lê encama ku dihat hêvîkirin derneket.
Hat ragihandin ku piştî civînê daxuyaniyeke fermî nehat dayîn û aliyan li ser navekî hevpar li hev nekiriye.
Wezîrê Kar û Barên Civakî yê Îraqê û Endamê Çarçoveya Hevahengiyê Ehmed Esedî ji Rûdawê re axivî.
Ehmed Esedî diyar kir ku dan û standin didomin û got:
"Hevdîtin berdewam dikin lê heta niha ji bo Serokwezîriyê li ser navekî lihevkirin nehatiye kirin."
Ehmed Esedî piştrast kir ku Bafil Talebanî jî beşdarî civîna şeva borî bûye û anî ziman:
"Serdana wî gelekî asayî bû, me pê re hevdîtineke birayane pêk anî."
Li gorî zanyariyên Rûdawê, di civînê de ji bilî mijara serokwezîriyê, mijarên Cîgirê Serokê Parlamentoyê, posta Serokkomariyê û hûrgiliyên rûniştina ku Parlamentoya Îraqê dê sibe li dar bixe jî hatin gotûbêjkirin.
3 namzedên sereke, 6 namzedên duyemîn
Lîsteyên Şîeyan di hilbijartinên 11ê Çiriya Paşîn de zêdetirî 180 kursiyan bi dest xistin û bûn bloka herî mezin.
Li gorî salnameya destûrî, divê piştî hilbijartinên Serokê Parlamentoyê di nava 45 rojan de namzedê serokwezîriyê bê diyarkirin.
Di kulîsên Çarçoveya Hevahengiyê de niha 3 jê sereke, 6 jê duyemîn bi giştî behsa 9 navan tê kirin.
Sê namzedên sereke Mihemed Şiya Sûdanî, Nûrî Malikî û Heyder Ebadî ne.
Vebijêrka "Rêya Sêyem" li ser maseyê ye
Endama Ofîsa Siyasî ya Tevgera Hîkmeya Niştimanî Zehra Kazimê li ser prosedura hilbijartinan ji Rûdawê re axivî û pêvajo wiha şîrove kir:
"Sê namzedên sereke dê yan di navbera xwe de li hev bikin û navekî diyar bikin yan jî dê yek ji wan şeş namzedên din bê hilbijartin.
Dengdan dê di nav Çarçoveyê de bê kirin."
Kazimê her wiha got, "Eger bi van rêbazan encamek neyê bidestxistin, dê 'Rêya Sêyem' bikeve dewrê û ji bilî van 9 navan dê erk bidin kesayetekî derve."
Çarçoveya Hevahengiyê 17ê Çiriya Paşîn ji bo lezkirina pêvajoyê du komîteyên cuda ava kiribûn ku yek jê ji bo diyarkirina namzedê serokwezîriyê û ya din jî ji bo meşandina dan û standinên hikûmetê bû.
RÛDAW

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin